Wek ku diyar e, lý výr “ku”yê, þaxtevoka “jýbo wi ra xýrabe”
bý kýrara “zani”yê ve bend kýriye û jê ra xýstiye rewþa lêkýri.
Yani týþtê ku wi zani, xýrabbûna jýbo wi ra bû.
Xani dý beþê 52’yan da ji dema qal kýriye ku Sýti û daye
û hýn jýnên di jýbo ditýna Memê dýgel Zinê çûne gýrtixanê,
daye zanin ku lý wýr deng lý Memê kýrýne û jê ra weha gotýne:
“Gotýn ku Memo, tu rabe Zin hat
Rûha te ye, bê guman, yeqin hat”.
Lý výr ji “ku”yê, þaxtevoka “Memo, tu rabe Zin hat” bý kýrara
“gotýn”ê ve bend kýriye, gýrêdaye û jê ra xýstiye rewþa lêkýri.
Yani týþtê ku gotýn, daxwaza rabûna Memê û ragihandýna hatýna
Zinê bû.
*
Kar û fonqsiyoneka vê “ku”yê ji ev e ku þaxtevokek bý þaxtevokeka
di ve bend dýke û naveroka yekê jý wan þaxtevokan, bý dema
naveroka þaxtevoka di ve bend dýke, gýrêdýde; dýde zanin
ku naveroka þaxtevokek, bý dema naveroka þaxtevoka di ve
gýrêdayi ye; bý wi awayi, mana “dema ku” dýde. Mesela, kesek
dýbêje “Ez ku lý sûkê dýgeriyam, çavê mýn bý Dûrbin ket”.
Lý výr “ketýna çav bý Dûrbin”, bý dema “gerina lý sûkê” ve
hatiye bendkýrýn, hatiye gýrêdan. Yani kengê çavê wi bý Dûrbin
ketiye? Dema ku ew lý sûkê geriyaye.
Melayê Cýziri dý helbesteka xwe da daye zanin ku wi jý yara
xwe ra nameyek þandiye û ev “ku” dý vê rewþê da weha bý kar
aniye:
“Dilber mecala name di
nasi, ku niþana me
di”.
Yani dilberê dema ku niþana wi ditiye, nameya wi nasiye.
Melê dý helbesteka xwe ya di da ji dý vê rewþê da weha ci
daye “ku”yê:
“Yar-ý ku di em geda
dest-ý bý destê me da”.
“Geda” yani xýzanê parsek. Yani yarê dema ku ditiye ew parsek
e, destê xwe daye destê wi.
Selimi ji dý ciyeki “Yûsuf û Zuleyxa”ê da “ku” bý vê maneyê
weha bý kar aniye:
“Yûsuf ku jýbo wi kýr duaye
tariti hýlat
û bû çýraye”.
Þêx Evdýrehmanê Axtepeyi ji dý ciyeki “Rewdunneim”ê da dý
vê rewþê da weha ci daye “ku”yê:
“Cewab da: Belê, abê me berze bû
Me þerbýk hýlani ku av tê nebû”.
“Abê me berze bû” yani ava me nema, tune bû.
*
Kareki vê “ku”yê ji ev e ku tê serê þaxtevokaka dý nava
tevokeka sereke da yan ji tevokeka lý pey tevoka sereke û
bý wi awayi rewþa kesek, lawýrek yan týþtek dýnumine, niþan
dýde, dýde zanin. Mesela, mýrov dýbêje “Zýmanê Pehlewi, ku
zýmanê dewleta Medyayê bûye, jêdera zýmanên Kurdi û Belûci
û Farýsi ye”. Wek ku diyar e, lý výr “ku” rewþa zýmanê Pehlewi
niþan dýde û diyar dýke ku ew, zýmanê dewleta Medyayê bûye.
Minakek ji weha: “Ew heval, ku demek berê hatýbû Amedê, nuha
lý Ruhayê ye”. Lý výr ji “ku” rewþa wi hevali ya demek berê
dýde zanin û diyar dýke ku demek berê hatýbû Amedê.
Ehmedê Xani dý despêka “Nûbuhara Býçûkan” da dý heqê Pexember
da “ku” dý vê rewþê da weha bý kar aniye:
“Hýndi selewat ýn, hemi
lý Resûlê me yê ummi
ku bûne peyrewêd-ý wi
Ereb û Ecem û Kurmanc û Romi”.
“Ummi”Erebi ye, yani nexwendi, kesê ku xwendýn û nývisina
wi tune. Jý ber ku xwendýn û nývisina Pêxember tunebûye,
jê ra bý Erebi “ummi” hatiye gotýn. “Peyrew” Kurdi ye, yani
kesê ku lý pey keseki di dýçe, dýrewe, dýmeþe. Wek ku diyar
e, lý výr “ku”yê tevoka “bûne peyrewêd-ý wi Ereb û Ecem û
Kurmanc û Romi”, bý tevoka beri xwe ve bend kýriye û bý wi
awayi rewþa Pêxember niþan daye, numandiye, ragihandiye ku
Ereb û Ecem û Kurmanc û Romi bûne peyrewên wi, lý pey wi
çûne.
|