Gotinek bav û kalan heye.
Dibêjin, “Þer ji betaliyê çêtir e.”
Gelo bav û kalên me, bi vê gotinê xwastine bêjin, ku bêkarî
û betalî ji þer xirabtir e?
An bav û kalên me gelek hez ji þer kirine, gava betal bûne,
þerê hevdu kirine?
Meriv dikare vê gotinê cuda-cuda þirove bike.
Gava meriv dibihise û dixwine, êl û eþîr û malbatan li ser
tiþtên gelek piçûk, li ser bostek zevî pêvçûne, serê hevdu
þikandina, hevdu kuþtine, hingê meriv dibêje “em Kurd gelek
ji þer hez dikin.”
Lê gava tê bîra me, ku pale û gundîyên Kurd, þivan û gavanên
me, necar, koþkar û hedadên me gelek zîrek û þixulkar bûne,
hez ji betaliyê ne kirine. Meriv hingê jî dibêje, bav û kalên
me bona ku xirabiya bêkarî û betaliyê niþan bidin, gotine,
“þer ji betaliyê çêtir e.”
Armanca bav û kalên me ji vê gotinê çi dibe bila be, bêguman
betaliya dawî ya PKKê, ji þer çêtir e.
Ji ber ku armanca þerê dawiyê þayanê evê nebûn, ku xortên
me derkevin çîya, bikujin û bêne kuþtin.
Ji ber ku þerê dawî rêka hêzên mîlîtarîst, kevneperest û
dij-Yekitiya Ewropa xweþ dikir û hencat dida destê wan, ku
gefa Kurdistana Baþûr bixwin, pêþiya reforman û demokratize
kirinê bigrin.
Bi kurtî þerê dawiyê ji betaliyê xiraptir bû.
Herwekî tê zanîn, maka gelek kêþeyên civakî betalî ye, bê
karî ye.
Her çende ji þerê dawiyê çêtir jî be, divê ji bîra me neçe,
ku betalî jî tiþtekê gelek xirab e, bi taybetî jî di warê
xebata sîyasî û civakî da..
Bi gotineka din, paþ agirbesa dawî ya PKKê, ne þer ne jî
betalî!..
Sedemên agirbesa dawîyê çi dibin bila bin, ragihandina agirbes,
zexta dewleta Tirk li ser Kurdistana Baþûr wê kêmtir bike.
Êdî dewleta dagirker ya Tirk bi hêsanî nikare çalakiyên
PKKê bike hencetek, daku destê xwe di kar û barên naxweyî
ya Kurdistana Baþûr, têverde.
Agirbes, dibe sedema xurtir bûna hêzên aþitixwaz û demokratikên
Tirk li hember þerxwazên vê welatê.
Û dengê hezên hanê wê bilintir derkeve.
Em hemu agahdar in, di mehên dawiyê da, li Kurdistana Bakur
saziyên çandî û civakî, komel û dezgehên pîþeyî û aboriyê,
bi dengeke bilind dixwastin, ku kêþeya Kurd bi rêka aþitiyê
û bi þiweyê demokratîk bê çareser kirinê, banga PKKê kiribûn,
ku dev jê þer berde.
Agirbesa dawiyê rê li ber hêz, sazî, komel û dezgehên hanê
xweþ dike, ku xebata xwe di vê warê da xurtir bikin, pêþva
bibin.
Ligel gelek xalên lawazên dinê, divê ji bîr nekin agirbesa
dawî yek alî ye.
Ango þerê dewlet berdewam e.
Axaftina rêvabir û karbidestên dewleta dagirker jî niþan
dide, ku hinek hêz dixwazin di Kurdistana Bakûrê da her tim
þer, dengê tank û top û tifenk hebin.
Ji bona, ku dengê aþitixwazan bi ser dengê tank û top, bi
ser dengê þerxwazan da serkeve, divê hezên aþitixwazan yekdeng
û yekhelwest bin.
Bi hevra kar û xebatê bikin.
Halwesta partî, komel, sazî û dezgeyên civakî û pîþeyiya
Diyarbekîrê, derheqa teqina bombeyek, ku bûye sedema kuþtina
zorokan, yek bûn.
Partîyên sîyasî û dezgehên hanê bi yekdengî dijî kiryar
û planên dewleta veþartî derketin.
Ev yêka nimune û bingeheka baþ bû, ji bona hevkarî û hevxebata
hezên welatparêz.
Bi baweriya min hemu saziyen sîyasî, civakî, çandî û piþeyî,
minuneya hanê dubare bikin.
Ne tenê ji bona serketina agirbesa dawiyê û bi serketina
dengê aþitiyê li ser dengê tank û top,
her usa bi dest xistina mafên netewî û demokratîk yên gelê
bindest û zilmditî.
|