Lê di awayê neyin da, hem di her du mêjedeman da, hem ji
di formên di da ”i” dikeve û ”j” bi pêþeka ”na”yê yan ”ne”yê
û wd ve dizeliqe. Wek ”nejmart”, ”nejmartiye”, ”najmêre”,
”dê nejmêre”, ”mejmêre” û ”bila nejmêre”.
Divê em vê yekê ji bidin zanin ku li herêmên Botan û Badinan,
ev kirdar ji bi zêdekirina heceya ”he”yê tê karanin. Mesela,
li wan herêman tê gotin ”min hejmart”, ”ez dihejmêrim”, ”ez’ê
bihejmêrim” û wd. Lê lê derê wan her du herêman, li her derê
Kurdistanê kirdar bê heceya ”he”yê tê karanin û her kes dibêje
”min jimart”, ”ez dijmêrim”, ”ez’ê bijmêrim” û wd.
Vê kirdarê di edebiyata Kurdi ya klasik da ji weha, yani
bê heceya ”he”yê ci girtiye. Bi qasê ku heta nuha me kariye
em tesbit bikin, ji nav hozanên me yên berin, Siyahpoþ û
Þêx Evdirehmanê Axtepeyi ev kirdar bi kar anine. Siyahpoþ
di ”Seyfulmulûk”ê da kirdar weha bi kar aniye:
”Li ser her mireki, heddê siwaran
ku bijmêri, nebi kêm ez
hezaran”.
”Ez hezaran” yani ji hezaran; ”ez” pêþbendikeka Farisi ye,
hevmana ”ji”ya Kurdi ye; di Farisi da ev pêþbendik bi awayê
”zi” ji tê karanin.
Þêx Evdirehmanê Axtepeyi ji di ”Rewdunneim”ê da weha ci
daye vê kirdarê:
”Seqin megre agir ji iþqa feqir
ku bijmêri çend wesfê þahê
kebir”.
Wek ku diyar e, kirdar ji aliyê wan her du hozanên me yên
qedirbilind ve ji bi awayê ”bijmêri” hatiye karranin, ne
bi awayê ”bihejmêri”; bi peyveka di, heceya ”he”yê di kirdarê
da ci negirtiye.
JIMARÊN RÊZÊ
Wek hemi zimanan, di zimanê Kurdi da ji jimar di demên pêwist
da dikevin forma rêzkirinê û dibin ”jimarên rêzê”. Dema mirov
bixwaze bide zanin ku kesek yan tiþtek di rêza xwe da di
pileya çendan da ye, di dereca çendan da ye, mirov wi kesi
yan wi tiþti di rêza jimarê da di pileya wi da niþan dide.
Mesela, eger kesek bêje ”Ez sê roj li Wanê mam, roja çaran
ez çûm Çolemêrgê”, mana vê peyvê ev e ku roja çûyina wi ya
Çolemêrgê, di rêzkirina rojan da ketiye pileya çaran, rastê
pileya çaran hatiye. Bi vi awayi peyvika ”çaran” bûye jimareka
rêzê, bûye jimarteka ku di rêzkirinê da ciyek digire, pileyek
digire.
Mirov gelek caran dibine ku di weþanên Kurdiya jorin da,
jimarên rêzê bi awayê Farisi tên karanin. Mesela, tê gotin
”cara yekem”, ”roja sêyem”, ”sala pêncem”, ”sedsala bistem”
û wd. Carna ji, disa wek awayê Farisi, ”in” li wan jimaran
tê zêdekirin. Mesela tê gotin ”cara yekemin”, ”roja sêyemin”,
”sala pêncemin”, ”sedsala bistemin” û wd.
Ew her du awa ji di eslê xwe da awayên Farisi ne; ji wi
zimani ketine Kurdiya jêrin ji. Tê zanin ku gelek Kurdên
jorin dema di Kurdiya jêrin da wan awayan dibinin, dibêjin
qey awayên rast ew in û di Kurdiya jorin da ji wan awayan
bi kar tinin.
Divê em vê yekê ji bidin zanin ku, hin hozanên me yên berin
ji di helbestên xwe da carna ew awa bi kar anine. Lê belê,
wek ku berê ji me dabû zanin, di demên berê da karanina hin
peyvikên Erebi û Farisi di Kurdi da bûbû tore, bûbû adet.
Hozanên me yên berin bawer dikirin ku peyvikên Erebi û Farisi
rûmeta helbestan bilind dikin û rengeki xweþ didin helbestan.
Mesela, wan, bi te’sira wi adeti, carna di þûna ”agir”a Kurdi
da ”ateþ”a Farisi, di þûna ”mizgin”a Kurdi da ”mujde”ya Farisi
nivisine û wd.
Aha bi te’sira wê toreyê, di jimarên rêzê da ji carna awayê
Farisi bi kar anine. Mesela, Melayê Bateyi di ”Mewlûd”ê da
ji devê bavê Pêxember Ebdullah, weha gotiye:
”Ez dibinim asiman bûye du þeq
Radibit ew nûr-i ta heftum
tebeq”.
”Heftum tebeq” yani tebeqa heftan, qata heftan.
Lê belê di Kurdiya jorin da jimarên rêzê wisa nayên karanin.
Gelê Kurd di vi babeti da awayeki pirr xweþ û têkûz afirandiye
û bi sedan sal, belki bi hezaran sal ew awa bi kar aniye.
Nabe ku mirov wi awayi bigire bavêje û di þûna wi da awayê
Farisi bi kar bine.
|