Xalek ji xalên Destura Iraqê heye, ku ne tenê ji bona Kurdan,
ji bona aramiya navçe gelek giring e: Ev jî xala 140 e.
Her wekî tê zanin xala 140’ê ya Desturê, derheqa Kerkuk
û navçeyên ku, bi zorê hatine Ereb kirinê ye.
Bi gor xala hanê, berê her tiþtê divê sîstema îdarî ya Kerkukê
were normalîze kirinê.
Ango, ew gund û nexiye û bajarokên, ku ji Kerkukê hatine
veqetandin, divê vegerine di nava îdareyê Kerkukê.
Kurdên, ku ji Kerkukê hatine derxistin û Erebên, ku ji ciyên
dinê hatine û li Kerkukê ci û war bûne, divê vegerine ciyên
xwe yên berê.
Paþ ci be ci kirina qonaxa yeka, divê serjimerê were çêkirin.
Qonaxa dawî jî rapirsî ye, ku divê di dawiya sala 2007’an
da were çêkirin.
Ango xalkê Kerkuk û navçeyên din yên ku hatine Ereb kirinê,
bi dengê xwe va niþan bidin, ku gelo dixwazin bibine beþekê
Hikumeta Herêma Kurdistan, an na?
Demekê dirêj e, ku bona çareser kirina pirsa Kerkuk û navçeyên
dinê, komîteyek hatiye ava kirine.
Lê mixabin kes nikare bêje, ku komiteyê hane erkên xwe wekî
pêwist bi ci anî.
Bi taybetî di serdema Hikumete Ýbrahîm Caferî da tu tiþt
nehatiye kirine.
Bi biryar û kiryarên xwe ve Caferî bi xwe bûye asteng li
ber komiteyê.
Di serdema Hikumeta Nurî Malîkî da komîteyeke nû hat ava
kirin.
Ûû komîteya nu ji ber zext û pêgirbûna Kurdan dest bi karê
xwe kir.
Lê, Kurdan ji kar û barên komîteya hanê û hinek biryarên
Serokwezîr Nurî Malikî ne razî ne.
Karê komîte wekî kûsî, hêdî hêdî dimeþe.
Di bin destê komîteyê da qasê pêwist dirav nîne.
Ligel vê yekê, Nurî Malîkî bê pirs ji Serokkomar û aliyên
dinê gavan davêje, nuner bona Komîteya Kerkukî dîyar dike,
ku dibe sedema alozî û nakokiyê..
Û gelek astengên dinê..
Ligel astengên hanê yên “fermî”, dewletên cîran wekî Tirkiyê,
Ýran û Suriyê jî hewl didin, ku proseya desturî ya Kerkuk
sernekeve.
Dewletên hanê, ligel zextên xwe yên sîyasî û dîplomasî,
bi destê nokerên xwe ve, bona têkdana rewþa Kerkuk gelek
hewl didin.
Bona vê armancê terorîst diþeynin Kerkukê.
Ji hemu alîyê ve, alîkariya teroristan dikin.
Ew dixwazin li ber rêya ci be ci kirina xala 140’ê asteng
derxin.
Armanca wana serekî pêþî le girtina proseya Kerkuk e.
Ew dibêjin, “Kurdan dixwazin dest daynin li ser nefta Kerkuk;
eger Kerkuk bikeve destê Kurdan, rewþa navçe aloz dibe, þer
û pevçûn destpêdike” û gelek derew û buxtanên dinê..
Serokatiya Siyasiya Kurdistanê bi dehan car got, ku “armanca
me neft nine. Em li ser Kurdistanî bûna Kerkukê niqaþ nakin.
Li ba me di nava Xaneqin û Kerkuk, Maxmur û Kerkuk, Mendelî
û Kerkuk ferq û cudayî nîne. Bajar û bajarokên hanê beþekê
Kurdistanê ne”...
Lê, dewletên dagirker guhê xwe nadine gotinên hanê û ya
xwe dikin.
Bona xapandina xalkê xwe vir û derewa dikin..
Kerkuk îro bûye meydana þer û pevçûnê.
Aliyekê vê þerê xalkê Kerkuk e, gelên Kurdistana Baþur in,
ku dixwazin wekî bira bi hevra bijin.
Aliyê dinê þerê jî dewletên dagirkerên Kurdistan, rejimên
diktator û kevneperestên navçe ne.
Dewletên hanê dest dane hevdu, bi hevra hewl didin, ku proseya
Kerkuk sernekeve.
Ji ber ku ew baþ dizanin çareser kirina kêþeya Kerkuk bi
gor Destura Iraqê, rê li ber cîgir kirina aramî û aþitiyê
vedike..
Ku, ev yeka ne berjewendiya dewletên hane ye.
Lê belê divê neyar û nehezên Kurdan bizanin, ku hemu hewl
û karê wan bê sud e, dê avê da biçin!..
Ji ber ku Kerkuk xeta sora Herêma Kurdistanê ye.
Û Parlamentoya Kurdistanê çend roj berê vê rastiyê dubare
kir.
Dewletên dagirker divê ji bîr nekin, ku Kerkuk û navçeyên
din yên nu rizgar bûyî, her usa xeta sora hemu Kurdan e.
Kurdan li ku dibin bila bin, amade ne bona parastina xeta
sora xwe kar û xebat bikin, fidekarî bikin, bibine cangorî...
Ya baþtir ev e, ku dewleten cîran û nehezên Kurdan vê rastiyê
bibinin û rêz li serwerî û Destura Iraqê bigrin.
Ku, helwesta usa maqul û rast berjewendiya hemû gelên navçe
ye..
|