Em Kurd, dil keçikin, dil keçik, saf û dil paqijin, em zû têne xapandin, ji rê dertên û dişemitin. Pêwîste em ji dîroka xwe dersê jê derxin, ji bo ku em xeletîyan nekin. Em Kurd dîroka xwe baş bixwînin, ka bê çi hatîye serê gelê me û serhêldanên Kurdan çima bi ser neketin?...
Em Kurd, dûr û dirêj nafikirin tenê wexta ku me dît kar dimeşe bese. Ka ev karê ku em pê rabûne, qencî û xerabûna wî, û fêde û zirara wî çîye nahesibînin. Em ji derbasbûna xwe û dîroka xwe derzê dernaxin, hema em radibin û didin ser wê şopa ku ka wê zirarê, yan jî fêdê bide dew û doza minî netewî yan şexsî û dimeşin, ev dil keçikî bese ma heta ku?
Dijminê gelê Kurd bi salaye ku ewqas zor û zulm, tada, feleketên ku anîye serê gelême, tu kesî nanîye ser tu kesî. Lê te dît gotinek xweş got, û em Kurd bi wê gotina wan hatin xapandin, û emê bêjin, we dît bê filankeso çi got, mala wî ava. Di eslê xwede divê em, qencî û xerbûna wê gotinê bi hesibînin.
Lê em Kurd nafikirin bê dijminê me di dîrokê de, çi anîye serê gelê me, bi van gotinên nermikî û xapînok. Ji me Kurdan çêbûne, lê dijmin jî ew perwede kirine û ji xwere bi kar tînin, ji bo gelê Kurd neg hê azadîya xwe, dijmin hemû îmkanên xwe şixulandîye. Ha ji were Evdilayê bi xwe dibêje, dewletê meaşê min da min û îmkan ji minre xuliqandin, û min talî ewxapandin, ku ana li Girava Îmralyê de, cîyeke herî saxlem û emîn danê nê, û ew jî partîya xwe ji wir bi rêve dibe. Weleh yabo helal be ji tere û ji wê hunera tere. Bav û kalên me weha dibêjin, ”ji meketo û bi meketo”. Welah bavo tu gelek zîrek û jêhatîye (Evdila) sofî û mirîdê te di emrê te denin, tenê ji wanre namayên xerabikin, yan ava bikin bişîne bese.
Pêwîste ku em bav û kalên xwe, weke Şêx Ubedulahê Nehrî, Yezdîn Şêr, Simkoyê Şikakî, Şêx Abdulselam Barzanî, Şêx Seyîd, Seyîd Riza, Elî Şêr, Ihsan Nûrî, Şêx Mehmûdê Barzencî, Mistefa Barzanî, Qazî Mihemed, Abdulrahman Qasimlo û Dr. Şerefkendî û hwd, ji bîr nekin bê çi hat serê wan, û bê dijmin bi çi dek û dolaban ew dardekirin û çawa ew kujtin. Bav û kalên me gotinin, ”rîh dibe bihust, lê dijmin nabe dost”.
Di bîr û bawerîya min de,ji dervî bîr û bawerîya Îmralyê ku bûne nûkerên komara kemalîzmê, û ji rayedarên ku ana komara kevneperest ya zingargirtî zêdetir diparêzin. Li bakurê Kurdistanê em ewên dinê, divê hesûdî, zigreşî û quretîyê nekin, bêne cem hev û bi hevre di nava platformeke ku me hemûçka li hev dorpêç bike û bi hevre kar bikin, bêne cem hev.
Em hemû gazinan dikin ji dervî xeta Îmralyê nûkerê komara kemalîst. Ê başe ma heta kengî ev gilî û gazin? Ji kê em dikin van gilî û gazinan, ji kê? Birano! Temenê me hemûçka gîhaye pêncî û heta şêstî, me gelê xwe rakir ser linaga, û me got emê Kurdistana bakur azad bikin. Lê meriv dinere em hemû gazinan dikin ma ji kê? Pêşê em ji cenabê xwe bikin û piştre jî, ji der û dora xwe bikin, wek ê ku ”şûjin di çevan de bû, û ê ku derzî di çevan de li me hatîye”.
Ma heta kengî emê di suhbet û cimetan de, qala filankeso wahaye û bêvankesê wehaye, nûkerê komara demoqratîk weha gotîye û filan. Bavo bi rastî em têra xwe hene, pêvejoya ku em têdenin, ji bo gelê me xetereke mezine heger em destê xwe nelezînin, emê dereng bimînin. Ev rojeke dîrokîye, erkin ji me têne xwestin ku em bi erkên xweyî welatperwerî û nîştîmanperwerî ve rabin. Yan jî ev bê taqetî, sistayî û giranîya ku em ketinênê, sibe çaro dinê wê dernek bikeve, em ê li himberî şehîdên doza gelê xwe û gelê xweyî zehmetkêş rûreş derkevin.
Li vir hîngo hatîye bîra mi vê jî bêjim, ku ji bîra min neçûye. Gelê Kurd gelek bedêl daye, lerizîye koçber bûye, li kuçe û kolanên metrepolan bê xwedî û şerpeze bûne, adetên bav û kalên me, zmanê Kurdî civaka me hemû hatîye gohertin. Sebeba van hemûçka jî şerê qirêj û hevkarên komara kemalîstin. Hemû hêjayên me Kurdan sero binî hevdû û beravêtî kirine.
Dem weke avê derbas dibe, emrê mejî mezin dibe, taqet û fedekarî jî kêm dibe, ked û fedekarîya menî berê ku me kiribû, li erdê maye. Ma em çibikin ku li xwe werqelên, ka em çidikin? Çima em sist û bê taqet bûnin, gelî heval û hogiran, dostên berkeftîyên delal, ma em li mala xwe rûniştinin û gazinan ji vîyalî û wîyalî dikin. Berî her tiştî em gazinan ji xwe bikin, brano!.. Em derzîyê dixwe rakin şûjinê jî di hevalê xwe rakin…
***
Rewşa 22ê tirmehê ya hilbijartinê hate dîyar kirin, bê li kurdistanê û li tirkî kîjan partî bi ser ket, medya Kurdan û tirkan û tevaya cîhanê dîyarkirin û rayên xwe gotin. Li tirkî ev derba didoye ku partîyeke duzenê bi serê xwe desthiledarî dixidestê xwe. Derba ewilîye ku li Kurdistanê partîya kemalîst (CHPê) pênc parlament derxistîye, ev derzeke delal û hêjaye, cîhê kêfxweşîyê ye, mala gelê Kurd ava.
Lê kesên ku serbixwe ji DTPê jî gelê Kurd derzeke baş da wan, heger çend parlament jî derxistin, bi rîya zorê û tehdîdan, heger tehdît tunebûna wê ev kesên ku ana bûne parlament dernexistina. Ji xwe ev kesên ku ji alîyên DTPê bûne parlament ewqas hêvîya ku meriv ji wan bike tune, ji xwe Aysela kemalîst ku pesnê kemalizmê dide û dibêje kemalizim namre dijî, herwa jî yêdinê weke wê difikirin. Ji xwe namayên ku ji girava Îmralê bêne ji wanre derbas dibe, xêr di wan de tune. DTPê û yê wan bi rêve dibin, (Evdila) sîyaseteke ne li gel fêda gelê Kurd di van hilbijartina pêk anî. Hinik kesên welatparêz ku namzetên xwe ji dervî Apocîyan danîn ew hatin tahdîtkirin û ji çihat ku bi sernekevin hemû îmkanên xwe bikaranîn. Bi rêxstinên weke Hak-Parê û KADEP re hevkarî nekirin, çûn bi çepên Kemalîstan rehevkarî kirin.
Belê em Kurd, bi van kesên weha ku derbasî meclisa tirkan bûne neyên xapan din. Em karê xwe bikin, ji bo welatê bav û kalên xwe azad bikin. Xebat ji bo azadîya gelê Kurd neweha hesan û rehete, em gazina dikin lê em gazina ji kê dikin, ji kemalizmê, ji nûkerê kemalîzmê, ji komara tirk, ji desthiledarîya tirk û dewleta kûr. Divê em Kurdên ji dervî sofî û mirîdê Evdila û xeta wan, kumê xwe deynin ber xwe û hesabikî baş bikin, şaşitî û xeletî ji kudeye? çima em bi ser neketin. Wêçaxê rêyeke şirîkayî ji me hemûçka re pêwîste. Ev rîya ku ma hemûçka ji vê xeterê azad bike, ew jî hevkarî, yekitîye, enîye û weke TEVKURDê ku ana heye û hewildaneke nûye ji bo me Kurdê bakur.
Ferqa navbêna Leyla Zana û Aysel Tuxlukê ne zêdeye, ewqas em xwe nexapînin. Leyla weke maşikêye di destê Evdila deye. Leyla Zana wexta ku bû parlamet û li meclisa tirkan bi Kurdî sûnd xwar, ew jî Evdila jêre gotibû bi Kurdî sûndê bixîne. Leyla Zana li Ixdirê wexta ku li meydana mitingê propaxanda hilbijartinê dikir, bangî desthiladarîya Enqereyê kirîye xwedê giravî, bila Enqerê eyaleta Kurdistanê ava bike. Ma dîsa weke sûnda ku li meclisa tirkan wesîfe jêre hate dayîn û wê jî sûndxwar, ev gotina ku li Ixdirê gotîye wesîfe standî. Îca Aysel Tuxlukê bi wan gotinên ku Leylayê li Ixdirê gotîye, ne razîye. Ew jî weke kose û ber kose li hevdikin, Leyla û Ayselê.
Aysel Tuxlukê heri nêzî Evdilaye û bi xwe jî Kemalîste, û ev gotninên wê ku berî hilbijartina 22ê meha tirmehê de gotinin. Di rojnameya Tirkî, Radikal di 27 Gulan, 2007 de nivîseke Aysel Tuxlukê derket. Tuxlukê serokşirîka partîya DTP yê, tiştê gotîye li jêrê ji we xwendevanare radixînim ser ekrana malperê…
1-Bi dagirtina Iraqê bi alîyê hêzên Emperyalstî, xetera Peymana Sewrê cardin nûh bû. Xelkê Tirk ji vê yekê gelek ditirse û heqê wan heye ku bitirsin. Divê Kurd di vî warî de durist û vekirî bin. Divê berî hertiştî em qebûl bikin ku pirsa Kurd di nav sînorê Mîsaqî Mîllî de çareser dibe. Divê em bawerî bi Emperyalîstan neynin û bi dû çareserîyên xeyalî nekevin…
2-Ji xwe ewder (Kurdistana Başûr) di nav sînorê Mîsakî Mîllî de ye. Eva ne dagirtana başûr e, wek hembêzkirina hev û du ye…
3-Kurd hevpeymanê (muttefîkê) Tirkane. Tirk jî hevpeymanê Kurdane, ev herdû hevpeymanê stratejîk in…
4-Divê Kurd Tirkan wek dagirker û zordest nebînin û nebêjin ew kolonyalîst in. Tirk jî nebêjin ku Kurd barbar û dabeşker in. Ev sifetên hanê hemû yê Emperyalîstên Rojava ne... Ev welat tucar parçe nabe, Kurd û Tirk ji hev naqetin…
5-Mistefa Kemal Atatirk xilaskarekî mezîn e, mûcîze ye û tucar namire. Ew ji bo milletê Tirk stûna ortê ye…
Xwendevanên delal ha ji we ferqa Leyla yê û Ayselê, ewqas ne zêdeyî heve, yek bi Kurdî baş dizane û apocîye, yadinê jî xwedê giravê Kurde bi Kurdî nizane, Kemalîst û berdevkê Evdilaye, ji te fer ev e ne tu tiştêdinê ye, xwendevanên hêja!...