SAL / YIL          : 7
HEJMAR / SAYI : 216
TARÎX / TARiH  : 16.08. 2007
 
CASIM RÊNAS
Gelo astenga mezin AKP ye?

 

Paş hilbijartina gîştî ya 22’ê Tîrmehê, ku Partiya Dadî û Pêşveçûnê di vê hilbijartinê da serketineka mezin bi dest xist, êrişa der û dora PKK li ser vê partiyê berfireh bû.
Ocalan, di hevditina dawî ya ligel parêzerên xwe da, êriş dike ser AKP û dibêje, ku  “AKP bi nasandina hinek azadiyên şexsî dixwaze Kurdan bixapîne û bi vî awayî pêşiya projeya me li ser komara demokratîk bigre.”
Ocalan di hevdîtina hanê da her usa behsa Mistefa Kemal û kemalîzmê dike û wekî her caran pesnê Mustefa kemal dide.
Piştî Ocalan, li Qendîlê, Murad Karayilan li temburê dixe.
Ew jî wekî serokê xwe, êriş dike ser AKP û weha dibêje:
“Kurdên, ku di refên AKP da cîh girtine, xayîn in, bona berjewendiyên şexsi û malbatî, dikarin her tiştê bikin.”
Û hinek parlamenter û rêvabirên Partiya Civaka Demokratîk (DTP) jî, wexta dîaxivin êriş dikine ser AKP.
Hikumeta Tirkiyê ji alîyê AKPê ve hatiyê ava kirin.
Ji bona vê yekê, tiştekê siruştî ye, ku AKP û hikumeta wê bikevin ber êrîş û rexne girtinê.
Lê belê rastiyeka din jî heye.
Heyemeka dirêj e, li Tirkiyê hikumet û desthilatdarî ji hev cuda ne.
Ango partiyek, ku di hilbijartinê da piraniya dengê gel distine, dikare hikumetê ava bike, lê belê nikare bibe desthilatdar.
Desthilatdarî di destê birokrasiyê sîvîl û esker, hinek sazî û dezgehên dewletê da ye.
Ku, hêz û dezgeyên hanê kemalîst in.
Siyaseta Tirkiyê di hemu waran (wekî aborî, çandî, dîplomasî û civakî û hwd) da, ji alîyê hezên hanê va tê destnîşan kirinê.
Bi gotineka dinê, hikumetên Tirkiyê, bi maqamê, ku hezên hanê lêxistinê, reqisine; îro jî direqisin.
Rast e, AKP jî yek ji partiyên sîstema dagîrker e.
Gelek kar û kiryarên AKP û hikumeta AKP hene, ku dij-demokrasî, guhartin û pêşveçûnê ne.
Bûyer û rudavên sîyasiyên Tirkiyê nîşan didin, ku AKP pêgîr nîne.
Ji ber bername û rêbazê xwe, AKP zû poşman dibe, paşgez dibe.
AKP, gelek caran gavek ber bi pêş avêtiye, du gav ber bi paş..
Lê belê nayê veşartinê, ku hikumeta AKP ji hikumetên din pirtir xwestiye bibe desthilatdar jî.
Bona vê yekê jî gelek caran rû be rûye hêzên hanê bûye.
AKP, bi taybetî di pêvajoya Yekitiya Ewrûpayê da dengê xwe bilind kiriye, li hemberê hemu hêzên dij-YE, mîlîtarîst û nijadperestên Tirkiyê, ber xwe daye.
AKP, derbareyê Kurdistana Başûr da, qasê hêzên din dijminayî nekiriye, êrişker nebûye.
Bi kurtî astenga mezin li ber aşitî, azadî û demokrasiyê ne AKP ye.
Hêz û dezgeyên hanê ne.
Kemalîstan û sîstema kemalîzmê mezintirin asteng in li ber demokrasî û azadî û aşitiyê.
Heya, ku sîstema kemalîzmê jêk belav nebe, demokrasî û pêşveçûn xewn û xeyal in.
Wekî ronahiya rojê eşkere ye, paş demezrandina hikumeta AKP heta îro, Ocalan jî ligel kemalîstan êrişê hikumeta AKP kir.
Ocalan di her hevditîna xwe ya ligel parêzeran da, pesnê Mistefa Kemal daye.
Aysel Tuxluk, kemalîzmê dixemline.
Nunerek ji DTP dibêje, ku “em dixwazin bi alayê Tirk ve herine misabaqeyê tîma futbola mîlî ya Tirk.”
Îro nakokiya AKP û kemalîstan kûrtir bûye; dibe..
Li ser hilbijartina serokkomarî û amade kirina destura nû, devjeniya wan îro ji her demî pirtir e.
Di hel û mercê usa da, êriş kirin li ser AKP û pesn dayina Mistefa Kemal, ne karê aqilan e, eger meriv kemalîst û kemalista nû nebe!..
Cîyê Kurdan di bereya kemalîstan da nîne.
Divê ji bîr nekin, her dilopek av, ku ber bi aşa kemalîzmê ve diherike, dibe bombeyek dijî Kurd.
Eger Qendil û DTP bi gor vê rastiyê xebat bikin, him ew û him jî gelê me qezenc dikin.

NIVÎSÊN CASIM RÊNAS YÊN BERÊ
CASIM RÊNAS'IN ESKİ YAZILARI
 
    Yönetim Yeri ve Yazışma Adresi : Kurt İsmail Paşa 5. Sok. Fırat 5 Apt Kat:1 No: 2 Ofis/DİYARBAKIR   Tel: 0.412 223 89 23
    Yurtdışı Temsilciliği : Postfach: 131931, 42045 - Wuppertal/Almanya  Tel: 00 49 202 283 23 39 - Fax: 00 49 202 758 34 79