Peyvýkeka me ya pýrr xweþ û gýranbuha heye ku, hem bý taybeti
jýbo karê fêrkýrýnê, hem ji bý gýþti jýbo niþandana rêzdariyê
bý kar tê anin. Ew peyvýk “mamosta” ye. Mýrov gelek caran
dýbine û dýbýhize ku ew peyvýk jý aliyê hýn kesan ve, bý
awayê “mamoste” bý kar tê anin. Lê belê ew awa ne rast e;
awayê rast mamosta” ye.
Dý vi beþê “Kuncê Zýmên” da me dývê em berê awayê sazkýrýna
vê peyvýkê jêkve (tehlil) býkýn û dý heqê beþeki wê da jý
edebiyata Kurdi ya klasik û jý folklora Kurdi hýn minakan
jý xwendevanên berrêz ra pêþkêþ býkýn. Paþê ji em’ê her du
maneyên peyvýkê býdýn zanin. Weha:
Ev, peyvýkeka sazber e, jý navê “mam” û salýxnavê (sifet)
“hosta” hatiye sazkýrýn. Bý wi awayi, eslê peyvýkê “mamhosta”
ye û awayê sazkýrýna wê, “mam+hosta=mamhosta” ye. Jýbo sývýkkýrýna
peyvýkê, dý sazkýrýnê da tipa “h”yê jý serê salýxnavê “hosta”
ketiye, bý wi awayi peyvýka sazber bûye “mamosta”.
Dý vê peyvýka sazber da, beþê ku rola sereke dýleyze û mana
sereke dýde, “hosta” ye. Ew peyvýk ji “hosta” ye, ne “hoste”
ye.
Ev peyvýk yani “hosta”, peyvýkeka pýrr kevn e û reha wê
dýgije zýmanê Pehlewi, ku jêdera zýmanên Kurdi û Farýsi bûye.
Peyvýk dý zýmanê Pehlewi da “ostat” bûye; dý Farýsi da bûye
“ustad”, dý Kurdi da ji bûye “hosta” û dý zýmên da wýsa,
yani bý awayê “hosta” býci bûye.
“Mamosta” bý xwe, dý edebiyata Kurdi ya klasik û folklora
Kurdi da ci negýrtiye. Lê peyvýka wê ya 2’yan “hosta”, hem
dý edebiyata klasik da, hem ji dý folklorê da ci gýrtiye
û dý her duyan da ji bý awayê ”hosta” bý kar hatiye anin,
ne bý awayê “hoste”.
Ev peyvýk yani “hosta”, çar maneyan dýdêre, çar maneyên
wê hene; ew her çar mane ev ýn:
1– Kesê têr zana û pýspor; kesê ku dý karek da, dý hunerek
da, dý zaniyariyek da têr zana ye û pýspor e, tam ehlê wi
kari û wi týþti ye.
Hozanê gewre Melayê Cýziri dý helbesteka xwe da deng lý
Xwedê kýriye û dý heqê wi da ev peyvýk bý vê maneyê weha
bý kar aniye:
“Subhan jý te þahê celal
hostayê pýrr qudret lý bal”.
“Þahê celal” yani þahê gewretiyê, þahê mezýnatiyê; “qudret”
yani hêz, tawan; “celal” û “qudret” Erebi ne.
2– Kesê ku dý karek da, dý tevgerek da pýspor e, baþ jý
heqê wi kari yan wê tevgerê derdýkeve. Mesela, kesek dýbêje
“Hýþmend, dý amadekýrýna semineran da hosta ye” yani baþ
jý heqê wi kari derdýkeve.
Melayê Cýziri dý helbesteka xwe ya di da ji dý heqê hostayê
evinê da bý vê maneyê weha ci daye vê peyvýkê:
“Hostayê ýþqê dýl hevot
ser ta qedem hýngi dýsot”.
Ev her du malýk bý Kurdiya xwerû weha ne:
“Hostayê evinê dýl guvaþt, perçýqand
jý seri heta lýngan
hýngi ku dýþewýtand”.
Pertewê Hekari ji dý helbesteka xwe da “hosta” bý vê maneyê
weha bý kar aniye:
“Hosta bý sed derd û bela
amancê tir’endaz dýket”.
“Tir’endaz” Farýsi ye, yani tiravêj. Hozên bý van her du
malýkan daye zanin ku hostayê avêtýna tiran, bý sed derd
û belayan, wi jý çekên xwe yên tiravêj ra dýke amanc.
3– Avakarê diwarên avayiyan; kesê ku diwarên xaniyan, dýkanan
û wd ava dýke, çêdýke, pýsporê wi kari ye.
Me berê ji qala strana “Domamê” kýrýbû û minakna jê numandýbûn,
niþan dabûn. Dý ciyeki wê stranê da “hosta” bý vê maneyê,
jý devê xortê evindar weha ci gýrtiye:
“De lê lê lê domamê, bejna domama mý mina ye tayek rihana
nûþýtýli
Sing û berê domama mý mina ye çiyayê Qerecdaxê, ku berf
û baranê zû lê kýri
Memýkên domama mý mina ne mewýjên Çêrmûkê, ku bý mêwa xwe
ve heba xwe çêkýri
Pozê domama mý mina ye kela Mêrdinê, ku hosta û necaran
jý kêfa dýlê xwe ra xweþ çêkýri
Xwedê zane, isal heft sal e mý hêviya xwe jý rehma Xwedê
nebýrri, wele bile, mý j’te býrri
Mý kevýrek dý nava qatên pýþta Ecem da pêçaye-w daye ser
vi dýli”.
“Qerecdax” çiyayeki nêzikê bajarê Amedê ye. Navê wi yê esli
yê Kurdi “Qeracdar” e; rejýma Týrkan ew nav kýriye “Karacadað”;
Kurd ji wi navi bý awayê “Qerecdax” bý kar tinýn. “Çêrmûk”
ji qezayeka Amedê ye û bý xweþbûna mewýjên xwe hatiye naskýrýn.
Ev nav, jý ber germaveka lý wýr, dý eslê xwe da “Germok”
e; paþê guheriye bûye “Çêrmûk”.
|