Bi gor nuçêyên, ku di medyayên Kurdî, bi taybetî medyayên
Kurdistana Baþûr da cî girtine, di bin Fermandeyiya Giþtî
da, Hêzên Çakdarên Parastina Kurdistanê hatiye damezrandinê.
Bi gor Destura Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê
Mesud Barzanî, Serokê Fermandariya Giþtî ye.
Kosret Resul Alî jî cîgîrê Serokfermandar e.
Herdu wezîrên pêþmerge yên berê yên hikumeta Suleymanî û
Hewlêr û fermande û pisporên din yên serbazî jî wekî endam
di Fermandariya Giþtî da cî girtine.
Ne tenê pêþmergeyên Yekitî Niþtimanî Kurdistan û Partî Demokratê
Kurdistan, her usa pêþmergeyên hemu hêz û partiyên Kurdistanê
di bin Fermandariya Giþtî da ci digrin.
Bi gor nuçeyên, navê “Pêþmerge” herwekî xwe dimîne.
Lê erkê wî hatiye guhartin.
Û erkê Hêzên Çekdarên Parastina Kurdistanê, berevanî kirina
xaka herêm e.
Bê guman yêkxistina hêzên Pêþmergeyên Kurdistanê di bin
fermandeyiyek da, mizgîniyeka xweþ e, gavekê gelek giring
e.
Heyamek berê niha jî, herdu wezaretên dadî yek bûn.
Pêvajoya yêkxistina herdu Wezaretê Navxweyî jî berdewam
e.
Bilî ji wezaretan, gelek sazî û dezgehên fermî û civakî
û pîþeyî jî dibine yek.
Ligel hinek kêmasî û xalên lawaz, yekxistina sazî û dezgehên
îdarî û civakî, dilê gelê Kurd li seranserê Kurdistanê xweþ
kir, dike.
Guman têda nîne, ku dilê neyar û nehazên ezmuna Kurdistana
Baþûr bi yekxistina wezarat û sazî û dezgehan, reþ dibe..
Meriv eger ziruf û hal û mercên navçê, Iraq û Kurdistanê
li pêþ çav bigre, giringiya yekxistina hêzên Pêþmerge pirtir
derdikeve holê.
Erebên Sunî û nijadperest, her roj êriþ dikine ser Ezmuna
Kurdistanê.
Erebên Þîa bi bahane û rêkên cuda cuda, dixwazin pêþiya
ci be ci kirina xala 140 a Destura Iraqê bigrin.
Dewleta Tirk jî her roj, li ser pirsa Kerkuk û bi bahaneya
hebûna bingehên PKKê li ser sinoran, gefa Kurdistana Baþûr
dixwe.
Bi baweriya min hel û mercên navçeyî û Iraqê bona êriþa
Tirkiyê li ser Kurdistana Baþûr musaîd nîne.
Lê belê, paþ êriþ û gefxwarina dewleta Tirk, zêdebûna çalakiyên
terorîstên di Kerkuk û derdorê Kerkukê da, li ba gelê Kurd
nigeraniyek pêkaniye.
Yekxistina hêzên Pêþmerge nîgeraniya hanê jî, ji ortê rakir.
Yekxistina hêzên Pêþmerge, ne tenê di warê asayiþ û parastinê
da, girîng e.
Bi baweriya min dibe destpêkek ji bona bêçekkirina siyaset,
bi taybetî jî bêçekkirina partiyên siyasî li Kurdistana Baþûr.
Bi gotineka din, xebata siyasî vedigere mecra û kanalên
xwe ya siruþtî.
Bi vî awayî li Baþûr gaveke dinê ber bi avakirina civata
hevdem tê avêtin.
Ku, ewên hanê jî girîngiya yekxistina hêzên Pêþmerge pirtir
dike.
Guman têda nîn e, di hemu waran da yêkxistina herdu îdare
daxwaza hemu Kurdan e.
Dil dixwaze herçî zûtir yekxistina herdu hikumet temam be.
Lê belê divê bizanin, ku herdu îdare berhema nakokiyek e,
ku bêtirî çil sal berê destpêkiriye.
Divê ji bîra me neçe, ku nezîkê 10 sal du hikumet di navça
xwe da desthilatdar bûn.
Gelek biryarên cuda cuda ji aliyê herdu hikumetan va hatine
girtin û cîbecîkirinê.
Bi kurtî yekxistina herdu îdare hêsan nîn e.
Lê belê ciyê kêfxweþiyê ev e, ku Serokatiya Siyasî ya Kurdistanê
li ser yekxistina herdu îdare di hemû waran da, pêgir e.
Ku yekxistina hêzên Pêþmerge nîþana vê yekê ne.
Û ev pêgirî jî, dilê hemû Kurdan xweþ û yên nehez û neyaran
jî reþ dike.
|