Heyameka dirêj e, di refên welatparêziya Kurdistana Bakur
da yek-du diyardeyên (fenomen) nahez hene.
Ku, diyardeyên hanê paþ belavbûna kampa sosyelîstê destpêkiriye
û paþ girtina Ocalan û destpêka pêvajoya Îmraliyê geþ bûne,
pêþveçûne.
Hinek kes û aliyên welatparêz rexne li hêz û rêxistinên
çep dikin û dibêjin, “sedema serneketina tevgera netewiyê,
sosyalîst û çepên Kurd in; sosyalîstên Kurd girîngî nedidan
û nadin pirsa netewî û yekitiya hezên welatparêzên Kurdistanê”
û hwd.
Her usa hinek jî dibêjin, ji ber ku bandora çep û sosyalîstên
Kurd li ser bizava netewî gelek bûn, PKK, ku xwe wekî rêxistineka
marksîst, lenînst nîþan dida, pêþengiya xebata çekdarî dikir,
bona vê yekê jî dewletên rojava pîþtgiriya tevgera Kurd nedikirin;
îro jî nakin û hwd..
Hêjmara wan kêm be jî kesên usa hene, ku dijî hemu rêxistinên
Kurd in, dijî xebata rêxistinî ne; her civînek, ku ew têda
beþdar dibin, dijminahiya rêxistinên Kurd û endamên wan dikin.
Tiþtekê balkêþ ev e, ku piraniya rexnegirên çep û sosyalîst,
berê çep û sosyalîstên tûj bûn. Bîr û baweriya sosyalîzma
rasteqîn ya wan bû, bangê herkesê dikirin, ku di bin alaya
sosyalîzma rasteqînê da yek bin!.
Yên ku îro dijî xebata rêkxistî ne, berê endam an jî rêvabirên
rêxistinên Kurd bûn, digotin “bê rêxistin û partî serketin
nabe, ji ya me rasttir, welatparêztir û þoreþgertir rêxistin
nîne”!..
Lê, îro...
Ýro, ji bona kar û xebata rêxistinî dibêjin “karê suxre”!..
Îro bona nirxên siyasî û civakî, ku duhî amade bûn bona
wan canê xwe bidin, dibêjin “ne yên serdemê ne, waxtê wan
çûye”!..
Kesên hanê him buxtan li çep û sosyalîstan dikin, him jî
rast nabêjin.
Dîroka Kurdistana Bakur þahid e, çep û sosyalîstên Kurd
ji bona yekîtiya hêzên welatparêz bi dilsozî kar û xebat
kirine, fidekar bûne.
Hevkariya Netewiya Demokratîk (UDG), TEVGER, Platforma Netewiya
Kurdistan-PNK (Bakur), Platforma Kurdên Ewrûpa-PKE û HEVBENDÝ
nîþana vê rastiyê ne.
Dîrok dizane, kî ligel partiyên dagirker kar û xebat kirine
û amade ne bikin, lê belê ne amade ne ligel sosyalîst û çepên
gelê xwe kar û xebat bikin.
Gelê kurd baþ dizane, ku dema dengê hinek rexnegirên çep
û sosyalîstên îro dernediket û li qada xebatê xuya nedibûn,
çep û sosyalîstên Kurd, him li welat û him jî li dervayê
welat bi mêrxasî xebat dikirin; rêxistinên siyasî û civakî
damezrandin, rojname, kovar û pirtûkên Kurdî derxistin, bona
parastin û pêþvebirina çanda Kurdî kar û xebat kirin; her
wekî îro jî dikin.
Gelo, gava rastiyên hanê li ber çav bin, gotina “çep û sosyalîst
asteng bûn li ber azadiyê” buxtan nîne?
Eger buxtan nîne, çî ye?
Helbet ne þart e, ku hemu welatparêz çep bin.
Bi gotineka din, ji bona welatparêziyê merc nîne, ku meriv
sosyalîst be.
Lê, bo azadiya gel û welat yekitiya hemu hezên welatparêz
ji sosyalîst û çep heta lîberal û oldar, þert û mercekê serekî
ye, bingehin e..
Yên ku dibêjin “bona ku tevgera Kurd di bin qontrola çep
da bû, welatên rojava alîkarî nedikirin, îro jî nakin”, yan
dîrokê me nizanin, yan jî bi belaþ dibine parêzerên walatên
rojava û be hemdê xwe dibine mertala suc û tewanên dewletên
hanê, ku derbareyê gelê me encam dane.
Gelo kesên hanê nizanin, ku gava welatê me bi destê dewletên
rojava bû çar parçe, li Kurdistanê tevgera çep ewqas lawaz
bû, ku meriv dikarê bêje “hema tune bû.”
Gelo Kurdek heye, ku nizani be, piþtgiriya dewletên rojava
li Tirkiyê ne ji bo evê ye, tevgera Kurd di bin bandora çep
û sosyalîstan da ye, sedemek ji sedemên piþtgiriya dewletên
rojava li Tirkiyê, ji bona evê ye, ku Tirkiyê endamê NATO
ye?
Gelo Partiya Demokrata Kurdistan rêxistineka sosyalîst e,
ku gava Þoreþa Îlonê têkçû, bi hezaran gund hatin wêrankirin,
bi sedhezaran Kurd ji warê bav û kalan hatine derxistin,
dengê dewletên rojava derneket?
Bila kes nebêje, “dengê dewletên sosyalîst jî derneket.”
Belê rast e, ne tenê dengê dewletên sosyalîst jî derneket,
ew her usa alikarê rejîma Saddam bûn. Lê belê ev yeka nabe
sedemek, ku em bê dengiya dewletên rojava nebînin û nebêjin.
Gelo hewce dike, ku merîv behsa halwesta dewletên rojava
derbareyê Kareseta Halepçe û Enfalan de bike? Ku, çawa ligel
welatên sosyalîst, kel û pelên çekên kimyevî firotine Iraqê?
Em hemu dizanin, ku heta sala 1991ê dewletên rojava her
tim piþtgiriya siyasî û aboriya dagirkerên Kurdistanê kirine.
Ýro bi dudilî be jî piþtgiriya ezmuna Kurdistanê Baþûr dikin,
lê belê dengê wan derheqa kurdên parçeyên dinê, ku di bin
zilma Komarara Ýslamiya Îranê, BAAS ya Suriyê Tirkiyeyê kemalîst
da dinalin, qasê pêwist dernakeve.
Gelo rexnegirên me nizanin, dewletên rojava gava bona parastina
Kurdên Baþûr, Hêla 32 ilan kirin û Hêza Çakuc damezrandin,
tevgera sosyalist piþtgiriya xwe li wan eþkere kir
Meriv dikarê bi dehan kiryar û helwestên ne baþ yên dewletên
rojava bi rêz bike. Lê bi baweriya min ne hewce ye û her
Kurdek, ku piçek ji dîroka xwe haydar in, dizanin.
Her usa rexnegirên çep û sosyalîstên Kurd tirsonek in. Ew
ji tirsa PKK nikarin bêjin, ku, “kiryar û êrîþên PKK li welatên
Ewropa, bûye sedemên evê, ku tevgera Kurd wekî terorîst bê
nasinê.” Þuna wî hemu rêxistinên çep û sosyalîst tawanbar
dikin û dibêjin “tevgera Kurd bin bandora wan daye lewma
dewletên rojava alikariya tevgera Kurdên Bakur nakin.”
Helbet neyarên me yên bîngehîn ne dewletên rojava ne, dagirkerên
welatê me ne û me pê xweþ e, ku dewletên rojava alikariya
me bikin.
Û erkê me ye, ku em bona, ku alîkari û piþtgiriya wan bikêþîn
aliyê xwe, divê kar û xebat bikin.
Lê belê divê ev yeka neyê vê manê, ku em kiryara dewletên
rojava yên dijî gelê Kurd, ji bîr bikin.
Her usa divê ji bîra me neçe, ku heta tevgereka xurt û maqul
pêkneyê, ne welatên rojava alikariya me dikin ne jî dengê
me tê bihîstin.
Bona bizaveka xurt û maqul divê hemu reng û dengên Kurdî
þuna ku hevdu înkar bikin, rexneyên neheq û ne rewa li hevdu
bigrin, bona azadiyê destê xwe bidine hevdu.
Her bîr û baweriya netewî û demokratîk gulek in di baxça
Kurdistanê da.
Divê ji bîr nekin çilmisandina her gulek zirar dide tevgera
netewiya Kurd. Bi geþtir bûna her gulek jî, gulistana welatê
me geþtir, bi hêztir bûna her dengek jî, bizava me bi hêztir
dibe.
|