Ev, tarixa Hicri ye; bý tarixa Miladi dýbe 1651. Yani mamostayê
me yê mezýn, aladar û pêþrewê doza azadixwaziya gelê Kurd
Ehmedê Xaniyê nemýr, dý sala 1651’ê da hatiye dýnê û wek
Rojê ronayi daye Kurdýstanê.
Hozan Selimi ji dý ciyeki ”Yûsuf û Zuleyxa”yê da weha ci
daye “lewra”yê:
“Yani te hene býraderê pak
Mehzûn-ý nebi bý qelbê xemnak
Lewra ku jýbo te ew penah ýn
her yek jý te
ra çý xeyrýxwah ýn!”
Ev her çar malýk bý Kurdiya xwerû weha ne:
“Yani býrayên te yên pak hene
Tu xemgin nebi bý dýlê xemgin
Lewra ku jýbo te ew penah ýn
her yek jý te
ra çý xêrxwaz ýn!”
Wi hozani dý ciyeki di da ji “lewra” weha bý kar aniye:
“Lewra ku jý výr heta bý Mýsrê
þeþ mah-ý
dýçýn dý saheya rê”.
Evdýrehim Rehmi ji dý nývisareka xwe da weha ci daye vê
peyvýkê: “Mýletê weki ciranê me ye, ew ji hez naket ku em
heqê xwe býzanýn. Lewra nezanina me, kara wan e”.
Wek ku jý van minakên lý jor diyarkýri ji baþ kýfþ dýbe
û tê zanin, ev peyvýka babetê me “lewra” ye, ne “lewre” ye.
Her weha, peyvýk bý serê xwe, bý awayê “lewra” bý kar tê
anin; bý awayê “jý lewre” bý kar nayê anin.
Jý ber vi semedi, pêþniyaza me lý hemi rewþenbirên Kurd,
xasma lý nýviskar û rojnamevanên Kurd ev e ku ew ji vê peyvýkê
bý awayê “lewra” bý kar binýn, ne bý awayê “lewre” yan ”jý
lewre”. Peyvýkek ku dý zýmên da ci gýrtiye û jý zýmên ra
bûye mal, nabe ku bê guhartýn.
*
Vêca ji em qala peyvýkên “lew”ê û “loma”yê býkýn û hêz býdýn
xwe ku wan her du peyvýkan bý mane û fonqsiyonên wan, bý
xwendevanên berrêz býdýn naskýrýn û dý heqê wan da jý edebiyata
Kurdi ya klasik û folklora Kurdi minakên pêwist pêþkêþ býkýn.
Ev her du peyvýk ji wek “lewra”yê bendýkên tevokan û þaxtevokan
ýn; yani ew ji tevokan yan þaxtevokan bý hev ve bend dýkýn,
gýrêdýdýn. Lê belê jý aliyê mane û fonqsiyonê ve jý “lewra”yê
cuda dýbýn. Weha:
Wek ku me lý jor dabû zanin, “lewra”, tevoka pey xwe yan
þaxtevoka pey xwe, jý tevoka beri xwe ra yan jý þaxtevoka
beri xwe ra dýke semed. Lê “lew” û “loma”, tam çewtê “lewra”yê,
tevokên beri xwe yan þaxtevokên beri xwe jý tevokên pey xwe
yan þaxtevokên pey xwe ra dýkýn semed.
Em wê minaka “lewra”yê ya ku me lý jor numandýbû, lý výr
disa býnývisýn. Ew tevok ev bû: “Mýn nekari ez jý malê derkevým.
Lewra baran dýbariya”. Dema ku em býxwazýn mana vê minakê
bý “lew”ê yan bý “loma”yê býdýn, gelo em’ê çawa bêjýn? Bý
“lew”ê em’ê weha bêjýn: “Baran dýbariya, lew mýn nekari ez
jý malê derkevým”. Bý “loma”yê ji em’ê weha bêjýn: “Baran
dýbariya, loma mýn nekari ez jý malê derkevým”.
Wek ku diyar e, semedê nekarina derketýna jý malê, dý van
her du tevokan da ji disa barina baranê ye. Lê lý výr, þaxtevokên
ku wê rewþê niþan dýdýn, beri yên di bý kar hatýne anin û
jý yên di ra bûne semed. Ev kar û fonqsiyon ji bý peyvýkên
“lew”ê û ”loma”yê hatiye pêkanin. Wek ku bê gotýn “Jý ber
ku baran dýbariya, mýn nekari ez jý malê derkevým”. Yani
barina baranê, bû semedê nekarina derketýna jý malê.
Bendýka “lew”ê ji wek “lewra”yê dý edebiyata Kurdi ya klasik
da gelek ci gýrtiye. Mesela, Melayê Cýziri dý helbesteka
xwe da dema qala rewþa xwe ya zor û dýjwar kýriye, weha ci
daye “lew”ê:
“Bý dýl ateþ, jý ceger býryan ým
Lew periþan ým û pýrr’êþan ým”.
“Ateþ” Farýsi ye, yani agýr. Lý výr týþtê jý me ra pêwist
ev e ku Melê dý malýka pêþin da daye zanin ku ew bý dýlê
xwe agýr e, jý cegera xwe ji býryan e; dý malýka 2’yan da
ji daye zanin ku jý ber wi semedi, periþan û pýrr’êþan e.
Hozên ev mane bý “lew”ê daye zanin. Yani semedê wê periþani
û pýrr’êþaniya wi ew e ku bý dýl agýr e, jý cegera xwe ji
býryan e. Wek ku gotýbe “Jý ber ku ez bý dýlê xwe agýr ým,
jý cegera xwe ji býryan ým, ez periþan û pýrr’êþan ým”.
|