Mýrov carna dýbýhize û dýxwine ku dý Kurdiya jorin da kýrara
(fi’l) “karin”ê bý mana “ihtimal”a Erebi bý kar tê anin.
Mesela, dý heqê welatek da weha tê gotýn yan tê nývisin:
“Rewþa wi welati têkýlhev e, dýkare xýrabtýr býbe” yani ihtimal
heye ku xýrabtýr býbe. Minakek ji weha: “Hewr gýran e, dýkare
baran býbare” yani ihtimal heye ku baran býbare.
Mesela, mýn carek dý nývisarek da, dý heqê rewþa Kurdan
û hêzên dagýrker da ev tevoka (cumle) ha xwend: ”Huqûqa ku
iro jýbo Kurdan tune, dýkare sýbê jýbo hýnekên dýn ji bê
rakýrýn” yani ihtimal heye ku bê rakýrýn.
Tê zanin ku ev kýrar bý te’sira hýn zýmanên di bý vê maneyê
býkar tê anin. Lê belê dý zýmanê Kurdi da “karin” mana “ihtimal”ê
nade û nabe ku bý wê maneyê bý kar bê anin.
Dý vi beþê “Kuncê Zýmên” da me dývê em lý ser vê kýrarê
dûr û dýrêj býnývisýn û bý wi awayi hem mana wê, hem ji kar
û fonqsiyina wê bý xwendevanên hêja býdýn naskýrýn, dý heqê
wê da jý edebiyata Kurdi ya klasik û folklora Kurdi minakên
cure cure pêþkêþ býkýn. Weha:
Awayê bêdem ê vê kýrarê “karin” e. Awayên wê yên demdar
ji weha ne: Mêjedema nêzik “kari”, mêjedema dûr ”kariye”,
nûdem “dýkare”, pêþedem ”dê býkare”, fermana yekser “býkare”,
fermana neyekser “býla býkare”.
Mana kýrara “karin”ê weha ye:
Qimkýrýn û têrkýrýn û besbûna hêzê û tawanê yan hêgýniyê
û qabýliyetê, jýbo kýrýna karek, tevgerek, týþtek; ku hêz
û tawana kesek yan lawýrek (heywanek) yan ji hêgýni û qabýliyeta
kesek yan lawýrek, jýbo kýrýna karek, tevgerek, týþtek bes
be, qim býke, têr býke, wýsa be ku ew kes yan ew lawýr jý
heqê wi kari, wê tevgerê, wi týþti derkeve. Ev kýrar, tam
hevmana kýrara “þiyan”ê ye.
Ev, kýrareka alikar e; tenê jýbo kýrarên wýsa dýbe alikar
ku, mana “kýrýna karek, meþandýna tevgerek” dýdýn. Mesela,
kesek dýbêje “Kurýk dýkare heta dýbýstanê býmeþe”. Wek ku
diyar e, lý výr kýrara “meþin”ê mana “kýrýna karek, tevgerek”
dýde, “karin” ji jý wê kýrarê ra bûye alikar. Lê belê ev
kýrar, jbo kýrarên ku mana ”qewýmina bûyeran, bûyýna týþtan”
dýdýn, nabe alikar. Mesela, nabe bê gotýn “Baran dýkare býbare”.
Lewra “barin” mana “qewýmina bûyerek” dýde.
Ev kýrara alikar, nav yan þûnnavên beri xwe bý kýrarên pey
xwe ve bend dýke, gýrêdýde û bý wi awayi jý wan kýraran ra
dýbe alikar, mana “qimkýrýna hêzê û tawanê” yan “qimkýrýna
hêgýniyê û qabýliyetê” dýde wan navan yan þûnnavan; radýgihine,
dýde zanin ku ew nav yan ew þûnnav jý heqê pêkanina wan kýraran
derdýkevýn.
Mesela, kesek dýbêje “Kurýk dýkare vi tûri hýlgýre û býbe
sûkê”. Dý vê tevokê da kýrara “dýkare”yê “kurýk”, ku navek
e, bý kýrarên “hýlgýre”yê û “býbe”yê ve bend dýke, gýrêdýde
û dýde zanin ku hêza kurýk, tawana kurýk jýbo hýlgýrtýn û
býrýna tûr bes e, qim dýke.
Minakek ji weha: “Keçýk dýkare býxwine û býnývise”. Dý vê
tevokê da ji kýrara “dýkare”yê “keçýk”ê, ku navek e, bý kýrarên
“býxwine”yê û “býnývise”yê ve bend dýke, gýrêdýde û dýde
zanin ku hêgýniya keçýkê, qabýliyeta keçýkê jýbo xwendýnê
û nývisinê bes e, qim dýke.
Em du minakan ji dý heqê lawýran da býnývisýn. Minakek ev:
“Hêstýr dýkare vi bari býguhêze û býbe sûkê” yani hêz û tawana
hêstýrê jý guhastýn û býrýna vi bari ra bes e, qim dýke.
Minaka di ji weha: “Rovi dýker lý lawýrên di býpê û wan nêçir
býke” yani hêgýni û qabýliyeta rovi jýbo payýna lý lawýrên
di û jýbo nêçýrkýrýna wen bes e, qim dýke. Vê kýrarê dý edebiyata
Kurdi ya klasik û folklora Kurdi da ji gelek ci gýrtiye.
Mesela, Melayê Cýziri dý helbesteka xwe da deng lý yara xwe
kýriye û weha ci daye vê kýrarê:
“Tu, narê firqetê, zani, dýkarým ez tehemmul kým
Diyarê kûhê Qendil ým, meger fil ým dý ýþqê da”.
“Kûh” Farýsi ye, yani çiya. Ev her du malýk bý Kurdiya xwerû
weha ne:
“Tu dýzani ku ez dýkarým tehemmula agýrê cudayiyê býkým
Ez diyarê çiyayê Qendil ým û dý evinê da fil ým”.
Mexsed jý “cudayi”yê, cudayiya jý yarê ye. Wek ku dýxuye,
Melê lý výr xwe þýbandiye serê çiyayê Qendil, ku çiyayeki
Kurdýstanê ye; her weha, daye zanin ku di evinê da ji fil
e. Lý výr týþtê ku jý me ra pêwist e ev e ku Melê gotiye
“ez dýkarým tehemmul býkým” yani hêza mýn jý wê tehemmulkýrýnê
ra bes e, qim dýke, têr dýke.
|