SAL: 6
HEJMAR: 157
13 Haziran 2006
ANASAYFA
YORUMLAR
KÜLTÜR
YAZARLAR
DENG YAYINLARI
DENG DERGÝSÝ
Dema Nû Arþiv
Roja Teze Arþiv

Ji bo nivisên CASÝM RÊNAS bitikinin!

Sala nû, hêviyê xurt

Mizgîniya Xêrê...

Baxçê Gulan

Xortên Kurd, guhê xwe nedine Karayilan!..

Þerên Baxdadê

Rexne, Lê Çawa?..

Du Nûçeyên Balkêþ..

Rexne Li Xwe Kirin-I

Hêyveka Taybet

Armancên Tirkiyê Yên Kîrêt

Newroz

Li ser Konferansek

Bûyerên Amedê û Erkên Me

Þehîd Û Roja Þehîdan-1

Ne hêsan e, Lê...

Gelo?...

Þehîd û Roja Þehîdan-2

Serdemeka Nû, Nîgeraniyeka Nû

Kurt Û Hêsan!

Gelo Tenê Bo Kurdan Sûc e?

Rexne Li Xwe Kirin-2

Gelo Tevgera Kurd Li Surî Divê Bibe Sergovend?

 
CASÝM RÊNAS................................................ / Kurdayetî
 
Rustemê Zal Kurd e, Lê Gelo Kurd Rustemê Zal e?

Tê zanin, Rustemê Zal pelewanekî bi nav û deng e, sembola hêz, gernasî û þerkerî ye.

Li ser nasnameya wî gengeþiyekê mezin heye di nava gelên Rojhilata Navîn da.

Tirk wekî her carê û ji bo her gernas û mêrxasên navçeyê, dibêjin Rustemê Zal Tirk e.

Hinek Ecem dibêjin Rustemê Zal Faris e

Lê, her wekî Þahnameya Firdevsî jî destniþan kiriye, Rustemê Zal Kurd e û di Þahnameyê da wekî “Rustemê Kurd” tê bi nav kirinê.

Tiþtekî eþkere ye, Rustemê Zal ne Tirk e, ne jî Ereb.

Rustemê kurê Zal Kurd e.

Lê em Kurd îro ne Rustemê Zal in.

Min di hêjmara çûyî da nivisî bû, ku hinek kes dixwazin Kurdên Kurdistana Suriyê bibin Rustemê Zal.

Li Tirkiyê jî kesên usa hebûn, ku dixwastin Kurdên Baþûr bibin Rustemê Zal.

Ýro jî hene..

PKK jî xwe wekî Rustemê Zal hesab dikir. Dixwast ne tenê gelên Rojhihlata Navîn, hemu dinyayê rizgar bike. Digotin “PKK tevgera rizgariya mirovatiyê ye.”

Her wekî tê zanîn çepên Tirk yên dostê PKK wekî Dogu Perinçek, Yalçin Kucuk, Mihri Belli û hwd jî di vî warî da alîkariya PKKê dikirin!..

Çend roj berê, Serokê berê yê Partiya Komunista Zahmetkêþ Teslîm Tore, derketibû Roj TV û nesîhet û amojgariya Kurd û PKKê dikir.

Û digot divê Kurd siyaseta netewî û heremî nekin, beþdarê xebata demokrasiya Tirkiyê bibin.

Divê PKK serkêþiya xebata demokrasiya Tirkiyê bike.

Divê Kurda projeyên navnetewî amade bikin.

Ku, ev yeka ne karê Barzanî û Talabanî ye. Tenê PKK dikarê vê karê bike û hwd..

Teslîm Tore jî wekî Yalçin Kucuk, Mihri Belli û yên din pêþniyar dike, ku bizava Kurd li Bakur, bibe Rustemê Zal yê tevgera navnetewî. Û dibêje PKK þayanê vê yekê ye.

Pêwist nine, ku Teslîm Tore amojgariya Kurdan bike û bibêje ku li Tirkiyê divê beþdarê xebata demokrasiyê bin. Ji xwe Kurd her tim beþekê vê xebatê bûne û di vê xebatê da gelek qurban daye, fidekarî kiriye. Teslîm Tore jî vê rastiyê dizane, lê dîsa jî dibêje. Çima?

Li Baþûr Federasyon û Hikumeta Heremî herku diçe cîgirtir dibe.

Li Bakur, di nava Kurdan da kar û xebateka xurt û baþ heye bona pêkanîna bedîlekê (alternatîfekê) netewî.

Bi kurtî bîr û hizra netewî li seranserê Kurdistanê belav û bi hêz dibe.

Di hel û mercên weha da Teslîm Tore jî dibêje, “dev ji siyaseta netewî û herêmî berdin, serê xwe bi pirsgirêkên navnetewî ve biêþinin, bi projeyên navnetewî ve mujil bin û hwd..”

Em Kurd carna dibêjin “dostê wekî te hebe, dijmin bo çi ye?”

Ango, dost carna tiþtek dibêje, ku dijmin nabêje, karek usa dike, ku dijmin nake.

Piraniya rêxistinên Kurd, pêþniyarên “dostan” wekî Dogu Perinçek, Yalçin Kuçuk, Mihri Belli, Teslim Tore nepejirandin û nebûne Rustemê Zal.

Lê PKKê usa nekir. Hem bû Rustemê Zal û hem jî bi dilê dostên xwe kir û tîrê xwe li hêzên Kurdistanê berda û gurzê xwe li me weþand..

Her çende zahmet e jî, dilê min dixwaze PKK vê carê usa neke, rastiya welat û navçeyê li ber çav bigre û ji dostên xwe ra bêje:

“Na, spas.”

 
Geri Dön Baþa Dön Yazýcýya Ver