SAL: 6
HEJMAR: 144
13 Adar 2006
ANASAYFA
YORUMLAR
KÜLTÜR
YAZARLAR
DENG YAYINLARI
DENG DERGÝSÝ
Dema Nû Arþiv
Roja Teze Arþiv

Ji bo nivîsên M. Emin BOZARSLAN bitikinin

“Ý”, NE “E” - II

“Ý”, NE “E” - III

“ÝRO”, NE “ÝROJ” - I

“ÝRO”, NE “ÝROJ” II

”JAR”, NE ”HEJAR”-I

”JAR”, NE ”HEJAR”-II

“JAR”, NE “HEJAR”-III
“JI” Û “LI”-I

“JI” Û “LI”-II

“JI” Û “LI”-III

M. EMÝN BOZARSLAN .......................................... / Kuncê Zýmên
 

“JI” Û “LI”-IV

”Roja ku bûyine em ji Adem bûn derxurê ateþê cehennem”.

”Derxur” yani liyaq; ”ateþ” yani agir; her du peyvik ji Farisi ne.

Pêþbendikê bi vê maneyê di peyveka pêþiyan a Kurdi da ji weha ci girtiye: ”Ji darek hezar þax vediqetin”. Di peyveka pêþiyan a di da ji weha: ”Ji weliyan peli, ji peliyan weli”. Mexsed ji ”peliyan”, kesên xirab in; yani carna ji weliyan peli tên dinyayê, carna ji ji peliyan weli tên dinyayê.

*

Kareki di yê sereke yê vê pêþbendikê ji, niþandana despêka demên bûyeran û tiþtan e. Pêþbendik di vê rewþê da beri navên deman yan þûnnavên iþarki yên deman tê karanin û niþan dide ku ew dem despêka hin bûyeran yan hin tiþtan in.

Melayê Ciziri di helbesteka xwe da pêþbendik bi vê maneyê weha bi kar aniye:

”Hebibê, bê xeta kuþtim bi derba firqetê, axir

Ji wê rojê dizani min ku yar ew tir li cergê da”.

”Hebib” Erebi ye, yani yar; ”firqet” ji Erebi ye, yani cudayi; mexsed cudayiya ji yarê ye. Tiþtê pêwist ev e ku pêþbendika ”ji”yê li vir dema despêka zanina Melê niþan dide; yani Melê zaniye ku yara wi ew tir li cerga wi daye, despêka dema zanina wi ji ew roj bûye.

Pêþbendikê bi vê maneyê di strana ”Mala Nasir” da ji weha ci girtiye:

”Mihemed Eli, bavê xezebê, gamêþê dehlê li milê
rastê ziviri, bi sê dengan gazi kiri goti: Heseno,
lo bira, hayê, lo, sê caran bi mi hayê

Tu bûyi sebeb, te serê me xist vê qezayê, vê belayê

Ma tu nizani, ji berê ve wesyet wesyeta kalikê me
yê di Nasir e, ji roja sêþemê heta bigije çarþemê,
þer li mala me nayê!”

Li vir ji despêka dema nehatina þer li mala wan, roja sêþemê ye; ew despêk ji bi pêþbendika ”ji”yê hatiye numandin, hatiye niþandan, hatiye diyarkirin.

*

Kareki vê pêþbendikê ji numandina semed e, niþandana semed e. Beri peyvika ”ber”ê tê karanin û semedê bûyerek, tiþtek dinumine, niþan dide. Mesela, kesek dibêje ”Ji ber nexweþiyê min nekari ez biçim seminerê”. Li vir semedê nekarina çûyina seminerê, nexweþi ye; ew ji bi ”ji”yê û ”ber”ê hatiye niþandan.

Melayê Ciziri di helbesteka xwe da deng li yara xwe kiriye û pêþbendik bi vê maneyê weha bi kar aniye:

”Ma ji ber derb û firaqa te sukûnek me heye!

Cerg û dil her du binalin e, weki çeng û jihê”.

”Firaq” Erebi ye, yani cudayi; ”çeng” navê sazek e; ”jih” yani ji, jiya kevanan. Tiþtê pêwist ev e ku ”ji” û ”ber”, semedê wê rewþa Melê niþan didin; ew semed derb û cudayiya ji yarê ye.

Melê di helbesteka xwe ya di da ji disa deng li yara xwe kiriye û bi vê maneyê weha ci daye vê pêþbendikê û peyvika ”ber”ê:

”Ji ber hubba te lal im ez
zeif im, wek hilal im ez”.

”Hubb” Erebi ye, yani evin. Li vir ji tiþtê ji me ra pêwist ev e ku ”ji” û ”ber” bi hev ra, semedê laliya Melê niþan didin; ew semed evina yarê ye.

*

Yek ji karên sereke yên pêþbendika ”ji”yê ji, veqetandina kesek yan kesna ye ji hin kesên di yan veqetandina tiþtek yan tiþtna ye ji hin tiþtên di. Pêþbendik di vê rewþê da beri peyvika ”bil”ê tê karanin. Mesela, tê gotin ”Ji bil Xebat, hemi heval hatin seminerê”. Wek ku diyar e, di vê peyvê da ”ji”yê û ”bil”ê, di hatina semineê da Xebat ji hemi hevalan veqetandine.

”Ji”yê û ”bil”ê bi hev ra û bi mana diyarkiri, di edebiyata Kurdi ya klasik da ji ci girtine. Mesela, Mela Xelilê Sêrti di ”Nehculenam”ê da dema qala mi’raca Pêxember kiriye û daye zanin ku wi di mi’racê da Xwedê ditiye, weha bi hev ra ci daye vê pêþbedikê û ”bil”ê:

”Di dinyayê kes di ji bil wi nedi

Di uqbayê mu’min dibêjin me di”.

”Uqba” yani axret, wê dinê. Li vir tiþtê ji me ra pêwist ev e ku hatiye gotin ”ji bil”.

Melayê Ciziri ji di helbesteka xwe da dema qala derdê cudayiya ji yara xwe kiriye, ku ji wê cudayiyê ra gotiye ”firqet” û ”hicran”, ev pêþbedik û ”bil” pêkve weha bi kar anine:

 
Geri Dön Baþa Dön Yazýcýya Ver