”Teskin diket ev nigin, dilê jar
dem dem ku didim bi çeþmê xwinbar”.
”Nigin” yani gustil; ”çeþm” yani çav. Her du ji Farisi ne.
Xani di beþê 35’an da ji daye zanin ku Memê ji ber evina Zinê bi dilê xwe ra têkoþin kiriye. Hozên di serê wi beþi da di heqê di lê Memê da bi vê maneyê weha ci daye vê peyvikê:
”Geh ceng-i dikir digel dilê jar
K’Ey xainê þermesar ê xeddar”.
Siyahpoþ ji di heqê dilê xwe da peyvik bi vê maneyê weha bi kar aniye:
”Sohti dilê jarê ma
dilber û dildarê ma”
”Dilê jarê ma” yani dilê me yê jar; yani dilber û dildara me, dilê me yê jar sot, þewitand.
Pertewê Hekari ji di heqê dilê xwe da bi vê maneyê weha ci daye vê peyvikê:
”Saqi, demekê min bike bêhoþ ji bade
rahet bibitin belki dilê jar ê birindar”.
”Saqi” Erebi ye, yani meygêr. ”Hoþ” Farisi ye, yani hiþ. ”Bade” Kurdi ye, yani mey.
Her du maneyên di yên peyvikê ji têwkiri(mecazi) ne. Yek ji wan maneyên têwkiri weha ye: Kesê reben û periþan, bêhêz, bêhavil û bêçare yê ku li pêþberê þolan û bûyeran neþê tiþtek bike yan ji wan ra havilek bibine.
Feqiyê Teyran ne ku tenê hozaneki mezin bûye, lê her wisa, birewereki lêger bûye ji. Li ser semedên bûyeran, tiþtan fikiriye û nivisiye. Mesela, helbesteka xweþ û hêja li ser avê nivisiye û tê da pirsiye ku av ji kêderê tê û diçe kêderê, çima weha tim û tim diherike û qet nasekine. Di ciyeki helbesta xwe ya bi navê ”Dilo, rabe” da ji pirsiye ku çima dengek ji miriyan nayê; hingê di heqê xwe da bi vê maneyê weha ci daye vê peyvikê:
”Di xamûþ in di razayê
Di mehcûr in ji dinyayê
Çima dengek ji wan nayê?
Ji van fikran Feqi jar e”.
”Xamûþ” Farisi ye, yani vemirandi, bêdeng. ”Mehcûr” Erebi ye, yani terkkiri. ”Razayê”ya di paþiya malika pêþn da, bi eslê xwe ”razayi” ye; jibo ku qafiya wê malikê li qafiya malikên di bê, ”razayê” hatiye nivisin,
Ehmedê Xani di beþê 24’an ê ”Mem û Zin”ê da, dema qal kiriye ku Tacdin çûye koþka xwe, da ku here cem bûkê, cem Sitiyê, daye zanin ku Mem ji pê ra heta ber derê koþkê çûye. Hozên hingê di heqê Memê da bi vê maneyê weha ci daye vê peyvikê:
”Yarê xem û þahiyan Memê jar vê ra bûye sahib û silehdar”.
”Yar” yani heval; mana peyvikê li vir ev e.”Sahib” Erebi ye, yani heval.
Xani di beþê 60’i yê ”Mem û Zin”ê da ji, ku beþê paþin e, bi qelema xwe ra peyiviye, paþê xwe þibandiye qelemê û deng li Xwedê kiriye, di heqê xwe da ev peyvik bi vê maneyê weha bi kar aniye:
”Ya Reb, tu dizani, Xaniyê jar
teþbihê bi xameya giriftar”.
”Teþbih” Erebi ye, yani wek. ”Xame” Farisi ye, yani qelem.
Pertewê Hekari ji di helbesteka xwe da di heqê xwe da bi vê maneyê weha ci daye vê peyvikê:
”Weki min qet kesek jar û periþan her nebit, ya Reb esir û derdedarê daxê hicran her nebit, ya Reb”.
”Hicran” Erebi ye, yani cudayi; mexsed cudayiya ji yarê ye.
Evdirehim Rehmi di helbesteka xwe da li ser rewþa Kurdistanê ya dema Þerê Pêþin, peyvik bi vê maneyê weha bi kar aniye:
”Ji birinan xwin dirijit weki cûbaran
Bûye selxane welatê min, ji xwina jaran”.
”Selxane” yani qesabxane.
Peyvikê bi vê maneyê di peyveka pêþiyan da ji weha ci girtiye: ”Gur hat nava waran, wey li halê jaran”. Di peyveka pêþiyan a di da ji weha: ”Mêr ku tenê diminin, jar dibin; jin ku tenê diminin, har dibin”.
Mana têwkiri ya di ya peyvikê ji weha ye: Kesê xizan û bêmal û bêpar; kesê ku ji aliyê abûri ve di rewþeka zor û dijwar da ye.
Ehmedê Xani di despêka beþê 18’an ê ”Mem û Zin”ê da dema daye zanin ku dayeya Sitiyê û Zinê çûye nik falavêj, da ku bizane evindarên her du xuþkan ki ne, ji devê wê, peyvik bi vê maneyê weha bi kar aniye:
”Go min du kurik heyin di me’sûm bêbab û yetim û jar û mehrûm”.
Siyahpoþ ji di ciyeki pirtûka xwe ya bi navê ”Seyfulmulûk” da bi vê maneyê weha ci daye vê peyvikê:
|