Li gor nuçeyan, Serdozgerê (mudeyî umumî, savci) Amadê,
dosyayê Serokê Þardariya Amedê Osman Baydemir temam kiriye.
Di rojên pêþ me da, Osman Baydemir wê derkeve li ber dadigehê.
Her usa li gor nûçeyan, serdozger daxwaz dike, ku Baydemir
10 sal bê zindankirin.
Wek tê zanîn, çend meh berê, di heyama Bûyerên Diyarbekirê
da, Osman Baydemir gelek hewl dabû, ku rewþa bajêr aram be,
þer û pevçûn nemîne. Hingê jî hinek nivîskar û rojnamevan
nivisî bûn, ku “Baydemir pesna PKKê û çalakiyên terorîstî
daye” û hwd...
Û dîsa tê bîra me, ku du muraqibên (mifetiþ) Wezereta Navxweyî
ya Tirkiyê, derbareyê hewl û gotina Osman Baydemir de, di
dema bûyerên Diyarbekîrê da, lêkolin çêkiribûn.
Her wekî eþkere ye, Serdozgerê Amedê, dosyayê Osman Baydemir,
li ser rapora muraqibên Wezareta Naxweyî amade kiriye.
Bi gotineka din, bi destûra wezerata navxweyî, ango bi destura
Hikumeta Tirkiyê dosyaya Serokê Þardariya Diyarbekirê hatiyê
amadekirin.
Ev yêka carekê din jî niþan dide, ku dewleta Tirkiyê nexwaze
tevgera netewiya Kurd li Kurdistana Bakur, di kanalên eþkere,
demokratîk û aþitîxwaziyê da biçite pêþ.
Tê zanin, dewleta Tirk, heta îro bersiva daxwazên netewî
û demokratîkên Kurd, tenê bi zilm û zordarî daye, her usa
pêþiya xebata siyasî yê eþkere û aþitixwaz, kar û çalakiyên
çandî û rewþenbîriyê girtiye. Daxistina komelan û partiyên
siyasî weku HEP, DEP, DDP û hwd. niþana vê yekê ne.
Dewleta Tirk, bona ku serokên þardariyên Kurd, yên ku endamê
partiyên Kurd in, di kar û barên xwe da serkevtî nebin, gelek
astengên îdarî û malî derdixe pêþiya wan, hencet digere,
ku wan ji serokatiyê dûr bêxe, bide dadigehê û bike zindanê.
Proseya Osman Baydemir jî, berdewamiya siyaseta hanê ya
dewleta dagirker e.
Li Tirkiyê, rojname û televîzyonên Tirk derbareya dizî û
bertilxwarinê de, di gelek þardariyan da, nûçe belav kirin
û dikin. Serokên þardariyên, ku derheqa wan da nûçeyên hanê
hatine belavkirinê, li ser kar û postê xwe ne. Lê belê serokên
þardariyên Kurd, ji ber ku behsa maf û azadiyên Kurdan kirine,
nexwastine, ku ROJ TV were girtin û piþtgiriya ROJ TV kirine,
têne dadigehkirin.
Divê ji bîr nekin, ku dewleta Tirk her tim xwastiye û dixwaze
berê Kurdan bide çiya. Ji bona vê yekê jî, pêþiya bizava
siyasiya legal, xebata çand û roþenbîriyê girtiye û digre.
Girtin û dadigehkirina serokên þardariyên Kurd jî, ji bona
vê armancê qirêj e.
Bona pûçkirina sîyaseta hanê ya dewleta dagirker, pêwist
e bizava azadiya Kurdistan, li ber astengên dewletê li berxwe
bide, li ser rêya legalî, xebata çandî û roþenbîriyê pêgir
be.
Divê ji bîra me neçe, ku parastina þardariyên Kurd û xweyî
derketin li wan, him erkekê netewî û giring e û him jî rêz
girtin e li îrade û dengê gel.
Ji bona vê yekê îdeolojî, bîr û baweriya Osman Baydemir
çi dibe bila be, ew endamê kîjan parti dibe bila be, divê
hemu rexistinên siyasî li hemberê êriþa dewleta dagirker,
piþtgiriya Osman Baydemir û sorekên þardariyên dîn bikin
û bona vê armancê destê xwe bidine hevudu.
|