Di hevditinên dawî ya Ocalan û parêzerên xwe da hinek xalên
balkêþ hene, ku divê meriv du sê hevok li ser xalên hanê
binivîse.
Ocalan balê dikþine li ser rewþa Tirkiyê û ji bona çareserkirina
pirsgirêkên vê welatî pêþniyar dike, ku “koalîsyona (hevkarî)
demokratîk” bê damezrandin.
Ocalan her usa partiyên, ku divê di koalîsyona hanê da beþdar
bin, destniþan dike: Partiya Civata Demokratîk (DTP), hinek
partiyên çepên Tirk û kemalîst û partiyên ku di bin bandora
kemalîzmê da ne..
Ocalan di berdewamiya axaftina xwe da dibêje, ku “partiyên
hanê dikarin di bin banê partiyek da beþdarê hilbijartinê
bin”.
Herwekî tê zanîn, pêþniyara “koalîsyona demokratîk” ne nû
ye.
Di sala 2002’an da jî, dîsa bî pêþniyara Ocalan HADEP û
hinek partiyên çepên Tirk û kemalîst bi hevra bêþdarê hilbijartinê
bûbûn.
Lê belê, serneketî bûn.
Baþ e, Ocalan bo çi “koalîsyona demokratîk”, ku eþkere bûye
serneketiye û çu caran sernakeve, pêþniyar dike?
Sedemên vê yêkê gelek in.
Herwekî dizanin Ocalan evîndarê kemalîzmê ye.
Sedêmek ji sedêman, evîndariya hanê ye.
Sedemek din jî “projeya komara demokratîk” e.
Bê guman rewþa Kurdistana Bakur û “koalîsyona demokratîk”
li hev nayên.
Lê bêle þik û guman têda nine, ku “koalîsyona demokratîk”
û “projeya komara demokratîk” a Ocalan li hev tên!..
Gelo hewce ye, meriv bêje, “projeya komara demokratîk” pirsgirêka
Kurd ya li Bakur çareser nake û pînekirina siyaseta resmî
ya dewleta dagirker e?..
Di wan rojên dawiyê da, li ser babeteka girîng gengeþiyek
heye.
Hinek hêz û grubên welatparêzên Bakur pêþniyar dikin, ku
hemu Kurd bi yekdeng û yekdest beþdarê hilbijartinê bin,
ku di payiza sala 2007’an da wê bê çêkirinê.
Meriv dikare bêje, pêþniyara Ocalan her usa pêþî lê girtina
gengeþiya hanê ye.
Ocalan di pêþniyarên xwe da, ne tenê ci nade HAK-PAR, KADEP
û grubên dinê.
Her usa êrîþê wan dike, ji ber ku ew daxwaza federasyonê
dikin.
Ocalan usa dibêje: “Terefên din jî hene, daxwaza federasyonê
dikin. (Þerefeddîn) Elçi partiyek damezrandiye. (Sertaç)
Bucak heye, ku piþta xwe daye dewleta Alman. Hinek kesên
din yên wek wan hene. Kî, li kû û ji kijan dewletê dirav
digrin, ez baþ dizanim. (...) Derweþê Sado jî heye. Xwesteka
wan federasyon e, ew alîgirên federasyon nin. Berê federasyonê,
ber bi dewleta serbixwe ye. Ez jî dibêjim federasyon nikare
pirsgirêkan çareser bike.”
Gotina Ocalan weki roj eþkere ye, lê ne nû ye.
Berê jî Ocalan daxwaza federasyonê wekî “xeterek li ser
yekitiya Tirkiyê”, daxwazên kevneperest û nasyonalîst destniþan
kiribû.
Ocalan carna behsa nirxên serdema nû dike.
Þefafiyet jî nirxeka serdema nû ye.
Ji ber vê jî Ocalan divê eþkere bike, kîjan serokên partî
û kesên welatparêz, ji kîjan dewletê pere stendiye û distîne.
Eger Ocalan usa neke hingê dibe mufterî û gotina wî ya jorî
jî dibite buxtaneka bê endaze..
Xaleka din a giring di axaftina Ocalan da heye.
Ew dibêje, “êdî dewleta netewî ya Kurdan heye, ku Kurdan
dikarin sitara xwe bibine dewleta hanê.”
Ocalan bi îcbarî hebûna dewleteka netewî li Baþûrê Kurdistanê
îtîraf dike.
Ku, ev yêka ne bi dilxwaziya wî be jî, nû ye û giring e.
Ji ber ku Ocalan heta niha digot, “Ezmuna Kurdistana Baþûr,
ango hikumet û Perlamantoya Kurd, li piþta cihana Ereb xençer
e” û “li ser berjewendiya Tirkiyê xeter e”..
Dil dixwaze Ocalan dev ji neyartiya Ezmuna Kurdistana Baþûr
berde, êdî dijminatî li Hikumet û Parlamentoya Kurdistanê
neke.
Her çend ev yêka zexmet e jî...
Û Ocalan divê bizane, ku dewleta netewiya Kurd, ku îro bûye
stargeha Kurdan, berhema yekitiya hêzên Kurdan e.
Serok û rêvabirên Kurdistana Baþûr dijî daxwazên otonomî,
federasyon û dewleta serbixwe derneketin. Bi xemlandin û
þirovekirina Saddamizm û îdeolojiya BAAS ve mijul nebûn.
Þuna wan karan, bona pêkanina bereyekî netewî hewl dan.
Ocalan di dawiya axaftina xwe da dibêje, ku “Kurd dikarin
li ser alternatîfa dinê jî biryar bidin.”
Sedemên gotina hanê çi dibin, bila bin, Ocalan bi vê gotina
xwe bilî ji “koalîsyona demokratik”, deriyekî dinê li ber
Koma Komelên Kurdistan (KKK) û aligîrên xwe vedike.
KKK û DTP, ku di wan rojên dawiyê behsa yekitiya hezên welatparêzan
dikin, divê guhê xwe nedine pêþniyara Ocalan a “koalîsyona
demokratîk.”
Baþtir e, ku KKK û DTP guhê bidine peþniyarên dinê, bona
pêkanina hevkarî û hevxebata hezên welatparêz li Bakurê Kurdistanê
kar û xebatê bikin..
|