Kareki vê “ku”yê, fonqsiyoneka wê ji ew e ku peyvýka beri
xwe ya ku navê kesek, lawýrek yan týþtek e, bý þaxtevoka
pey xwe ve bend dýke, gýrêdýde û wê þaxtevokê jý wê peyvýkê
ra dýke salýx; yani bý wê þaxtevokê, salýxê wê peyvýka beri
xwe dýde. Mesela, kesek dýbêje, “Ew pýrtûka ku mýn xwend,
pýrtûkeka kurteçirokan bû”. Lý výr “ku”yê, “pýrtûk” bý þaxtevoka
“mýn xwend” ve bend kýriye û ew þaxtevok jê ra kýriye salýx,
bý wê þaxtevokê salýxê pýrtûkê daye. Yani kijan pýrtûk? Pýrtûka
ku mýn xwend.
Siyahpoþ dý ciyeki ”Seyfulmulûk”ê da “ku”bý vê maneyê weha
bý kar aniye:
“Duaya ku dýkým, ya Reb, neki red
Tu Xeffar i û Rehman û Rehim i”.
“Xeffar” navek jý navên Xwedê ye, yani yê ku gunehan dýpoþe
û dýbexþine. “Rehman” û “Rehim” ji du navên Xwedê ne, yani
yê xwedirehm. Lý výr “ku”yê ”dua” bý kýrara ”dýkým”ê ve bend
kýriye, ku dý eslê xwe da “ez dýkým” e û dý eynê demê da
þaxtevokek e. Yani kijan dua? Duaya ku ez dýkým.
Selimi ji dý ciyeki “Yûsuf û Zuleyxa”ê da bý vê maneyê weha
ci daye “ku”yê:
“Çerxa felekê çý bêwefa bû!
Týþtê ku me di jý wê, cefa bû”.
Pertewê Hekari ji dý helbesteka xwe da “ku” bý vê maneyê
weha bý kar aniye:
“Wê jý xemzan ku me ditýn, þubhetê koma
Tetar
fýtne peyda bûn, jý her yek goþeyê sê sed hezar”.
“Wê jý xemzan” yani jý awýrên wê, jý awýrên yarê. “Þubhet”
Erebi ye, yani wek, mina. Hozên dý van her du malýkan da
awýrên yara xwe þýbandýne koma Tatarên ku dý demên berê da
êriþê gelek ciyan kýrýne û ew ci wêran kýrýne û jý ber êriþên
wan, jý her goþeyek sê sed hezar fýtne peyda bûne.
Lý výr mýn dývê ez beþek jý strana “Domamê” ji, ku “ku”yê
hem bý vê maneyê, hem ji bý mana “eger”ê tê da ci gýrtiye,
jý xwendevanên hêja ra pêþkêþ býkým. Ew stran jý devê xortek
hatiye gotýn ku bûye evindarê dotmama xwe; lê dýlê dotmama
wi jê ra tunebûye. Bý wi awayi xýyalþýkesti bûye û dý ciyeki
stranê da salýxê wê xýyalþýkestýna xwe weha daye:
“Xwedê zane, ku mýrov bý destên vala jý
cem domama, lê, xwe vegere
mýrov dýbe mina heciyê ku perê
xwe bavêje paþýla xwe û berê xwe býde
Mek û Medina, domam, lê, mýnawere
wele bile, beri gýrê Erefê, lý ber kevýrê
Hecer’eswedê, lê, dý xew ra here
jý heval û hogýrên xwe býmine,
heca mýrov qebûl nebe, mýrov disa berê
xwe býde malê û kor-poþman, domam, lê, jý wýr vegere”.
Çý salýxdaneka balkêþ e, ne wýsa? Folklora Kurdi mina xýzneyek
e, gelek týþtên weha xweþ û balkêþ ji tê da hene. Wek ku
diyar e, lý výr “ku”ya dý malýka pêþin da, mana “eger”ê dýde;
“ku”ya dý malýka 2’yan da ji tevayiya þaxtevokên pey xwe
jý “heci”yê beri xwe ra dýke salýx. Yani kesê ku dý evina
xwe da xýyalþýkesti býbe, gelo dýbe mina heciyeki çawa? Dýbe
mina heciyeki ku salýxê wi lý pey “ku”yê hatiye dayýn.
*
Yek jý kar û fonqsiyonên “ku”yê ji ew e ku þaxtevoka pey
xwe bý kýrara beri xwe ve bend dýke, gýrêdýde û jý wê kýrarê
ra dýxe rewþa lêkýri, dýde zanin ku kýrara beri wê lý þaxtevoka
pey wê hatiye kýrýn. Mesela, kesek dýbêje “Mýn dýzani ku
seminer dê bê dayýn”. Wek ku diyar e, lý výr “ku”yê, þaxtevoka
“seminer dê bê dayýn”, bý kýrara “dýzani”yê ve bend kýriye
û jê ra xýstiye rewþa lêkýri. Yani týþtê ku hatiye zanin,
dayýna seminerê bûye; kýrara “dýzani”yê lý wê þaxtevokê hatiye
kýrýn.
Ehmedê Xani dý despêka beþê 48’an ê “Mem û Zin”ê da, dema
daye zanin ku Bekýr jý hêrsbûna Tacdin û býrayên wi týrsaye,
dý heqê wi da ”ku” bý vê maneyê weha bý kar aniye:
“Zani ku jýbo wi ra xýrab e
Go efw-ý jýbo memê sewab e”.
|