Herwekî dihat hêvî kirinê, PKKê carekê din agirbesek yek
alî ragihand.
Niha li ser sedemên agirbesa dawiyê gengeþiyeka kûr û mezin
heye.
Xwendevan dizanin, di vê kuncikê da, li ser PKKê û þerê
dawî gelek maqale hatiye belav kirinê. Ne hewce ye ku dur
û dirêj behsa maqalayên hanê bikim.
Bi kurtî min nivisî, ku þerê dawiyê ne jibo berjewendiya
gelê Kurd e.
Þerê dawîyê bo berjewendiya leþkerên Tirk, hêzên dij-Yekitiya
Ewropa (YE) bûn û bi daxwaza hezên hanê destpêkiri bû.
Û tû daxwaz û armancên netewî ya þerên dawî tune bûn, ku
þayanê xebata çekdarî bin, xortên Kurd ji bona armancên hanê
þer bikin, bikujin û bêne kuþtin.
Divê ji bîr nekin, di demên dawiyê da gelek hêzên navxweyî
û derwayî dixwastin, ku þer bê sekinandinê.
Partiyên siyasî yên Kurdistana Bakur dijî þerê dawî ya bê
armancên netewi derdiketin û dixwastin, ku PKK dev ji vê
þerê berde.
Rêxistinên sivil, pîþeyî û demokratîkên Kurdistana Bakur
gelek caran û bi eþkere daxwaz kirin, ku PKK agirbes îlan
bike.
Daxwaza hinek ronakbîr û aþitixwazên Tirk jî, rawestandina
þer bû.
Serokatiya Siyasiya Kurdistana Baþûr jî ev yêka dixwast.
YE û Dewleta Yekbûyî ya Amerîka (DYA) dixwastin PKK ne tenê
agirbes îlan bike, her usa divê PKK çekê xwe jî dayne.
Her usa xuya ye, yên ku agirbesê her timî dixwazin, dûr
an nêzik, di pirsa Kurdî da teref in..
Ji bona vê yekê jî sedem çi dibin bila bin, agirbesa dawî
ya PKK tiþtekê baþ e. Qe nebe, ji þerê bê armancên netewî
baþtir e.
Helwesta karbidestên dewleta Tirk, derbareyê agirbesa dawiyê
herwekî caran bû.
General û fermanderên leþkerê Tirk dibêjin, “heya kuþtina
axirin ‘terorist’ emê þer bikin..”
Ango genaralên Tirk nexwazin agirbes hebe.
Ji ber ku þer hencetek bû di destê wan da, daku desthilatdariya
xwe bi hêztir bikin, pêþiya demokratize kirina Tirkiyê û
pêvajoya YE bigrin.
Halwesta hikumeta Erdogan jî negoriye.
Erdoðan berê jî gotibû û niha jî dibêje, “bila çekê xwe
daynin, werin teslim bin, hingê emê hinek gavan bavêjin.”
Halwesta partiyên din yên Tirk, ango opozisyona Tirkiyê
wekî ya generalên Tirk in, wekî wan difikirin.
Fermanderên leþkerî þûna wan jî diaxivin.
Bûyer û pêþhatiyên dawî jî niþan didin, li pêþiya hêzên
siyasiyên Tirkiyê, bi taybetî li pêþiya hêzên Kurdistana
Bakur pêvajoyeka siyasî ya tevlihev û giring heye.
Gelo agirbesa dawiyê ji bona çareser kirina pirsa Kurd bi
rêka aþitîxwaz û demokratik, wê bibe destpekek, an na?
Gelo vê carê jî generalên Tirk û nokerên wan wê serkevin,
an hêzên aþitixwaz û demokratîk?
Bona serketina hêzên aþitixwaz û demokratîk, mercê serekî
hevxebat û hevkariya hêzên aþitîxwaz û demokratîkên Tirk
û azadîxwazên Kurd e.
Ji bona ku hêzên azadîxwazên Kurdistana Bakur, di pêvajoyê
da rola xwe bileyzin û pêþîya plana hêzên mîlitarist, þoven
û kevneperestên Tirk bigrin, divê li ser bingeha netewî yekitiyeka
rêk û pêk bînin.
|