Xwendevanên berrêz, beri ku em dest bi babetê xwe yê vi
beþi bikin, me divê em bidin zanin ku di ”Kuncê Zimên” da
em disa hatin gihan babeteki nazik. Ew babet ji awayê karanina
peyvika ”jimar”ê ye. Çima em ji vi babeti ra dibêjin ”babeteki
nazik”? Lewra di gelek weþanên Kurdiya jorin da, ev peyvik
bi awayê ”hejmar” tê karanin. Tewr mirov diþê bêje ku hema
hema di hemi weþanên Kurdiya jorin da wisa ye.
Wek ku tê zanin, Celadet Bedirxanê rehmeti ji ev peyvik
bi awayê ”hejmar” bi kar aniye û di kovarên xwe da ew wisa
nivisiye. Belki ji ber wi semedi, yani ji ber ku wi wisa
bi kar aniye, piraniya weþanên bi Kurdiya jorin ji peyvikê
wisa bi kar tinin.
Lê belê, wek ku di madda ”hewar”ê da me bi dileki vekiri
gotibû xwezi ku Celadet Bedirxan ew peyvik neguharta û nekira
”hawar”, li vir ji li ser peyvika ”jimar”ê me divê em bi
dileki vekiri bêjin ku xwezi ku wi ”jimar” neguharta û nekira
”hejmar”.
Lewra awayê rast ê vê peyvikê, ”jimar” e, ne ”hejmar” e.
Em hêvidar in ku xwendevanên hêja vê peyva me ecêb nebinin
û nefikirin ku, madem Celadet Bedirxan peyvik wisa bi kar
aniye, wisa rast e.
Em’ê di vi beþê ”Kuncê Zimên” da hêz bidin xwe ku awayê
rast ê vê peyvikê bi xwendevanên berrêz bidin zanin û zelal
bikin. Weha:
Ev peyvik ji wek gelek peyvikên me, peyvikeka Ýrani ye û
hem di Kurdi da, hem ji di Farisi da heye. Peyvik bi eslê
xwe peyvikeka Pehlewi ye; ji wi zimani ketiye Kurdi û Farisi
tev. Peyvik di zimanê Pehlewi da ”þomar” bûye, di Farisi
da ji wisa yani bi awayê ”þomar” maye; lê di Kurdi da piçek
guheriye û bûye ”jimar”.
Wek ku dixuye, di koka peyvikê ya bi zimanê Pehlewi da ji
heceya ”he”yê tune; di Kurdi da ji heceyeka wisa lê zêde
nebûye. Tenê li herêmên Botan û Badinan heceya ”he”yê li
serê peyvikê tê zêdekirin, tipa ”i”yê ji jê tê avêtin, bi
wi awayi peyvik bi awayê ”hejmar” tê karanin. Lê li derê
wan her du herêman, Kurdên her derê Kurdistanê peyvikê bi
awayê ”jimar” bi kar tinin.
Wek ku berê ji me di ”Kuncê Zimên” da bi hin munasebetan
dabû zanin, di nivisina peyvikan da ji, di hemi tevgerên
xwe da ji divê ku em tim Kurdistani bifikirin û Kurdistani
tevgerin, qet û qet herêmi nefikirin û herêmi tevnegerin.
Mesela, li hin hêlên Kurdistanê, li serê þûnnava kesê 2’yan
a piraniyê ”we”yê, heceya ”he”yê tê zêdekirin û ew þûnnav
bi awayê ”hewe” tê gotin; li hin hêlan tipa ”h”yê li nivê
peyvika ”bawer”ê tê zêdekirin û ew peyvik bi awayê ”bahwer”
tê karanin; li hin hêlan ji ”kani” bi awayê ”kahni” tê gotin.
Ew hemi, awayên herêmi ne, ne awayên Kurdistani ne; nabe
ku mirov di nivisinê da wan awayan bi kar bine; di nivisinê
da divê ku awayên ”we”, ”bawer” û ”kani” bên karanin.
*
Piþtê niþandana van minakan, vêca em vegerin ser peyvika
”jimar”ê, ku li vir babetê me ye. ”Jimar” ji gerçi li herêmên
Botan û Badinan bi awayê ”hejmar” tê gotin, lê ew awa awayeki
herêmi ye. Ji ber ku piraniya Kurdan peyvikê bi awayê ”jimar”
bi kar tinin, divê mirov di nivisinê da wi awayi bi kar bine
û ”jimar” binivise, ne ”hejmar”.
Ev peyvik naveki xweber e. Ji vi navi kirdara(fi’l)“jimartin”ê
ya bêdem ji hatiye çêkirin. Ev kirdar ji li herêmên Botan
û badinan bi awayê ”hejmartin” tê gotin; lê Kurdên li derê
wan her du herêman dibêjin ”jimartin”, nabêjin ”hejmartin”.
Wek peyvika ”jimar”ê, koka kirdara ”jimartin”ê ji digije
zimanê Pehlewi. Awayê bêdem ê kirdarê di zimanê Pehlewi da
”þomarten” bûye, di Kurdi da bûye ”jimartin”, di Farisi da
ji bûye ”þimorden”.
”Jimartin”, awayê kirdarê yê bêdem e; awayên wê yên demdar
ji weha ne: Mêjedema nêzik ”jimart”, mêjedema dûr ”jimartiye”,
nûdem ”dijmêre”, pêþedem ”dê bijmêre” , fermana yekser ”bijmêre”,
fermana neyekser ji ”bila bijmêre”.
Wek ku dixuye, tenê di her du awayên mêjedemê da tipa ”i”yê
tê gotin, lê di demdarên di da ew tip dikeve û ”j” bi pêþeka
”di”yê yan ”bi”yê ve dizeliqe. Di hin kirdarên me yên di
da ji ev awa tê ditin. Mesela, kirdara ”girtin”ê ji di wan
forman da dikeve wê rewþê û bi awayê ”digre”, ”dê bigre”,
”bigre” û ”bila bigre” tê karanin.
|