Wek ku berê ji dý “Kuncê Zýmên” da bý hýn munasebetan me
dabû zanin, carna tê ditýn ku dý Kurdiya Bakur da hýn peyvýk,
bý awayê Kurdiya Baþur bý kar tên anin. Yek jý wan peyvýkan
ji “Kurditi” ye. Carna mýrov dýbine ku ev peyvýk bý awayê
“Kurdayeti” tê gotýn û tê nývisin. Jý ber ku peyvýk dý Kurdiya
Baþur da bý awayê “Kurdayeti” bý kar tê anin, tê zanin ku
hýn Kurdên Bakur dýbêjýn qey ew awa rast e û dý Kurdiya Bakur
da ji wýsa bý kar tinýn.
Berê dývê em vê yekê bdýn zanin ku dý Kurdiya Baþur da ne
tenê ev peyvýk, lê gelek peyvýkên di ji bý wi awayi bý kar
tên anin. Mesela, dý Kurdiya Baþur da ”býrati” bý awayê ”býrayeti”,
”dostani” bý awayê “dostayeti”, “kesiti” bý awayê “kesayeti”,
“xýzmiti” bý awayê “xýzmayeti” û wd bý kar tên anin. Yani
dý wi zarê Kurdi da ew awa bûye awayê sazkýrýna navên neberçav.
Bý peyveka di, dý Kurdiya Baþur da “ayeti”, wek pêvekek
bý dûwayiya hýn navên berçav yan hýn salýxnavan (sifetan)
ve tê kýrýn û wan navan yan wan salýxnavan dýke navên neberçav,
mana “rewþa kesan” yan “rewþa týþtan” dýde wan.
Lê belê karanina wi awayi dý Kurdiya Bakur da þaþi ye. Lewra
ew awa lý Kurdiya Bakur nayê. Weha:
Dý Kurdiya Bakur da pêveka navên sazber ên neberçav, tenê
tipa “i”yê ye. Ew tip tê dûwayiya nav yan salýxnavên xweber
yan sazber û dýgel wan, navên sazber ên neberçav saz dýke,
pêktine.
Eger tipa dûwayiya navek yan salýxnavek tipeka bêdeng be,
“i”ya pêvek yekser tê dûwayiya wi navi yan wi salýxnavi û
wi dýke naveki sazber ê neberçav. Wek “karker+i=karkeri”,
“mir+i=miri”, “paqýj+i=paqýji”, “qenc+i=qenci”, “þývan+i=þývani”,
“xýrab+i=xýrabi”, “xýzan+i=xýzani”, “hevwelat+i=hevwelati”
û wd.
Dý edebiyata Kurdi ya klasik û folklora Kurdi da ji vi awayi
ci gýrtite. Mesela, hozanê gewre Melayê Cýziri dý helbesteka
xwe da daye zanin ku ew rûmet nade rutbeyên býlýnd û dý peyvýkên
“miri” û “padiþahi”yê da ev awa weha bý kar aniye:
“Miri û padiþahi, mûyek lý nýk Melayi
Nadým bý mýlkê alem yek zerreyek inayet”.
“_nayet” Erebi ye, yani bal, bala ku kesek dýde keseki di
yan dýde týþtek. Lý výr mexseda Melê, bala yara wi ye.
Mamostayê mezýn Ehmedê Xaniyê nemýr, dý beþê 57’an ê “Mem
û Zin”ê da dema þiret kýriye ku mýrov býbe dostê kesên qenc,
weha ci daye peyvýka “qenci”yê:
“Ew qenc ýn û qenciyê dýzanýn
Ew xeyr-ý jý qenciyê nýzanýn”.
Siyahpoþ ji dý ciyeki “Seyfulmulûk”ê da þireteka wek þireta
Xani kýriye û “qenci” weha bý kar aniye:
“Eger tu arýf i, ya qenc býçine
jý xeyrê qenciyê týþtek mebine”.
Mela Xelilê Sêrti ji dý “Nehcul’enam”ê da weha ci daye “qenci”yê
û “xýrabi”yê:
“Ku qenci kete qelbê te, lez býke
Xýrabi jý þeytani ye, wê meke”.
Me bý munasebeta peyvýka “kani”yê qala strana “Zeriyê” kýrýbû
û parçeyek jê niþan dabû. Xortê ku bûye evindarê Zeriyê,
dý ciyeki stranê da nýfýr lý bavê keçýkê kýriye û hýngê “xýzani”
û “gavani” weha bý kar anine:
“Ez’ê duayek jý Rebê alemê býkým, hun bêjýn amin; xýzani
zehmet e,
býla janek têkeve nava pezê bavê wê Zeriyê
Býla bavê Zeriyê heft sal býke gavaniyê”.
Dý hýn peyvên me yên pêþiyan da ji vi awayi ci gýrtiye.
Mesela, dý peyveka pêþiyan da weha tê gotýn: “Ku tu qenci
neki, xýrabi ji meke”. Dý peyveka pêþiyan a di da ji weha:
“Du parên xýzaniyê nezani ye”. Peyveka pêþiyan ji weha ye:
“Heqi jý destê neheqiyê zare-zar e”. Ev ji peyveka pêþiyan
a di ye: “Çer dý þiriyê da, wer dý piriyê da”. Peyveka pêþiyan
ji ev e: “Xwiyê þiri, heta piri”.
Eger navek yan salýxnavek yekhece be, hýngê, carna tipa
“t”yê wek gihinekek dýkeve navbera wi navê yekhece yan wi
salýxnavê yekhece û vê “i”ya pêvek; hýngê “i”yeka di ji wek
gihinekek dýkeve navbera wi navi yan salýxnavi û wê “t”yê.
Bý wi awayi, navê sazber ê neberçav jý wan her siyan tê sazkýrýn,
pêktê. Wek “berx+i+t+i=berxiti”, “bûk+i+t+i=bûkiti”, “din+i+t+i=diniti”,“genc+i+t+i=genciti”,
“jýn+i+t+i=jýniti”, “mêr+i+t+i=mêriti”, “ter+i+t+i=teriti”
û wd.
|