SAL: 6
HEJMAR: 177
9 Kasým 2006
ANASAYFA
YORUMLAR
KÜLTÜR
YAZARLAR
DENG YAYINLARI
DENG DERGÝSÝ
Dema Nû Arþiv
Roja Teze Arþiv

Ji bo nivisên CASÝM RÊNAS bitikinin!

 

Gelo Tenê Bo Kurdan Sûc e?

Rexne Li Xwe Kirin-2

Gelo Tevgera Kurd Li Surî Divê Bibe Sergovend?

Rustemê Zal Kurd e, Lê Gelo Kurd Rustemê Zal e?

Dîsa Li Ser Kerkukê

Jêborin..

Faik Bucak (*)

Osman Baydemir

Zarokên Kuçe

Durûyî

Neviyên Selahadînê Mezin

Enfala Barzaniyan û bêdengî

Gelo rêxistin, çep û sosyalîst asteng in?

Qendîl, Kerkuk û hwd!...

Dîsa li ser yekîtiyê

Ocalan û KKK Çi Dibêjin?

Wexta aramî û serwextiyê ye

Destûra Kurdistanê

Dijminahiya bêperde..

Agirbes

“Þer ji betaliyê çêtir e”?

Paþayên Sivîl

 
CASÝM RÊNAS................................................ / Kurdayetî
 
Gef Xwarin

Wezirê Kar û Barê Derva yê Tirkiyê Abdulah Gul, di wan rojên dawiyê da, careke din buxtan li serokên Kurdistana Baþûr kir û gefa li gelê me yê vê beþê xwar.

Abdullah Gul, dibêje, ku “bila Barzanî û Talabanî piþta xwe bi Dewleta Yekbûyî ya Amerîka (DYA) girênedin; dewleta Kurd xewn e, bila xewnê usa nebînin, yekitiya Iraqê biparêzin û bila xwe nezikê Kerkukê nekin, DYA îro li navçe ye, sibê wê here, em xwe bi xwe bimînin” û hwd..

Fermayiþ û desturên Abdula Gul jî, wekî hevpiþeyên xwe yên berê ne.

Bi gotineka din, Abdullah Gul siyaseta resmî ya dewleta Tirk, ya derheqê pirsa Kurd dubare kiriye.

Abdulah Gul derheqê DYA hiþyarî dide serokên Kurdistana Baþûr.

Lê belê, ji bîra Gul çûye, ku Tirkiye di hemêza DYA da mezin bûye; îro jî bona ku pêyvendiyên xwe ligel DYA baþ bike, gelek hewl dide.

Abdulla Gul ji bîr kiriye, ku DYA her tim di warên sîyasî, askerî û aboriyê da, alîkar û piþtgirê dewleta dagirkerê Tirk bûye, qasê berê nebe jî, îro jî usa ye..

Abdula Gul jî dizane, ku pêyvendiya Kurdên Baþûr ligel DYA, bi þerê Kendavê ve destpê nekiriye.

Û Abdula Gul divê bizane, ji bîra Kurdan neçûye, ku DYA bo Kurdan du caran bûye hevalê nîverê; carekê di sala 1975’an da, carekî din jî di sala 1991’an da.

Digel vê yekê, divê Abdula Gul bizane, Serokatiya Kurdistana Baþûr dizane, ku berjewendiya Kurd û DYA û dewletên Rojava li navçe, eger yek nebe jî, gelek nêzikê hev in.

Û serokên Kurdên Baþûr nexwazin firsendê hanê ya dîrokî ji dest bidin.

Ji bona vê yekê jî giringiyeka taybet didine pêyvendiya xwe ya ligel DYA û dewletên Rojavayê. Dixwazin pêyvendiyên xwe ligel dewletên hanê xurttir û baþtir bikin; wekî Tirkiyê!..

Divê Abdula Gul bersiv bide, gelo tiþtek, ku ji bo Tirkiyê helal û reva ye, çima ji bona Kurdistana Baþûr heram û nereva ye?

Ma bîlî ji dijminahiya azadiya Kurd û Kurdistanê, bersiveka dinê ya Gul heye?

Tiþtekê veþartî nîne, ne tenê Abdula Gul, hemu karbidestên dewletên dagirkerên Kurdistanê, hertim gefa li Kurdan xwarine, dixwin.

Ew dixwazin bi gef xwarinê ve me bitirsînin, ji kar û xebata azadiyê dûr bêxin.

Lê belê bûyer û rûdavên Kurdistanê, qonaxa, ku xebata azadiya Kurdistanê têda ye û deskevtiyên Baþûr niþan didin, ku gef xwarina dagirkeran badilhewa û bê sud bûye.

Kurdan guhê xwe nedane û nadin gef û gurên dagirkeran.

Bona vê yekê jî, baþtir e Abdula Gul û kesên wek wî, dev ji buxtan kirin û gef xwarinê berdin.

Rêza îrade û xwestekên Kurdên Bakur û gelên Iraqê bigrin.

Astengan li ber cî be cî kirina Destura Iraqê dernexin. Bi taybetî cî be cî kirina xala 140’ê ya Destura Iraqê, ku derheqê Kerkuk û navçeyên din de ne, ku bûne armanca sîyaseta erebkirinê.

Serokatiya Siyasiya Kurdistana Baþûr gelek caran eþkere kiriye, ku dixwaze ligel dewletên cîran li ser bingeha wekhevî bijîn.

Bona vê armancê jî destê xwe dirêjî ciranên xwe kirine.

Baþtir e, ku dewleta Tirk destê dostaniyê, ku Hikumeta Herêma Kurdistanê dirêj kiriye, bigre, teniþta pêyvendiyên aboriyê, pêyvendiyên sîyasî û civakî jî bigre.

Ev yeka ji gef xwarinê çêtir e, ne tenê xizmetek e bona aramiya navçe, her usa berjewendiya dewleta Tirk jî di pêyvendiyên baþ da ye..

 
Geri Dön Baþa Dön Yazýcýya Ver