SAL: 7
HEJMAR: 193
9 Mart 2007
ANASAYFA
YORUMLAR
KÜLTÜR
YAZARLAR
DENG YAYINLARI
DENG DERGÝSÝ
Dema Nû Arþiv
Roja Teze Arþiv

Ji bo nivîsên M. Emin BOZARSLAN bitikinin

“ME”YA FERMANA NEYÝN -I

“MAMOSTA”, NE “MAMOSTE”-II

“MAMOSTA”, NE “MAMOSTE”-I

“LI” Û “DI ..... DA” - IV

“LI” Û “DI ..... DA” -III

“LI” Û “DI ..... DA” -II

“LÊGERÝN”, NE “LÊKOLÝN” -III

M. EMÝN BOZARSLAN .......................................... / Kuncê Zýmên
 

“ME”YA FERMANA NEYÝN -II

Xaniyê mezýn dý hýn beþên “Mem û Zin”ê da hýn þiretên pýrr hêja û gýranbuha ji nývisine û jý me ra miras hiþtýne. Yek jý wan þiretên wi dý beþê 57’an da ye. Mamostayê gewre, dý wi beþi da þiret kýriye ku mýrov xwe dûrê kesên xýrab býde û weha gotiye:

“Zinhar-ý, mebe muhýb xýraban
ne dost-ý, ne dýjmýnê kilaban

“Ger dost-ý bi, dê býkýn te murdar

W’er dýjmýn i, dê býkýn býrindar”.

Ev her çar malýk bý Kurdiya xwerû weha ne:

“Lê herçi kesên xýrab, zinhar mebe dostê wan

Ne býbe dost, ne býbe dýjmýnê kûçýkan, san

“Eger tu dostê san bi, dê te býlewýtinýn, býkýn murdar

Eger tu dýjmýnê wan bi, hýngê ji dê te býkýn býrindar”.

Çý þireteka gýranbuha ye, ne wýsa!

Feqiyê Teyran ji dý serê helbesta xwe ya meþhûr a bý navê “Dýlo, rabe” da deng lý dýlê xwe kýriye û jê ra weha gotiye:

“Dýlo, rabe, dýlo, rabe

Veke çavan ku êvar e

Nezano, bes dý xew da be

Bý newmê ra mebe yare”.

“Newm” Erebi ye, yani xew.

Feqi dý ciyeki wê helbestê da ji dema jý dýlê xwe daxwaz kýriye ku nebe wek keroþkeka ku dý nava dehlek da radýzê, jê ra weha gotiye:

“Seyad dê bên û te rakýn

Mebêj nayên, mebêj nakýn

Mecal e, dê bý xewxa kýn

Býnêr carek çý hewar e”.

“Seyad” Erebi ye, yani nêçirvan. Peyvýk dý Erebi da “seyyad” e; lý výr, jýbo ku tipek zêde nebe û piveka vê malýka helbestê neþýke, “y”yek jê hatiye avêtýn; “xewxa” ji Erebi ye, yani pevçûn.

Feqi dý wê helbesta xwe da dýnya þýbandiye pirejýnek û jý dýlê xwe daxwaz kýriye ku nebe evindarê wê pirê û jê ra weha gotiye:

“Dýlo, ya pir bý kêr nayê

Eger aqýl i, were rayê

Mebe aþýq lý dýnyayê

Ne ma’þûqek wefadar e”.

“Hatýna rayê”, dý zýmanê Kurdi da idyomek e; mana wê weha ye: Amoþbûn û ketýna býnê qontrolê û xwarkýrýna stûyê xwe jý rastiyê ra; ku kesek amoþ býbe, sakýn býbe û têkeve býnê qontrolê, rastiyê qebûl býke û stûyê xwe jý rastiyê ra xwar býke. “Ma’þûq” Erebi ye, yani yar, evandi.

Wek ku berê ji me dabû zanin, Feqi lý ser sýrýþtê û týþtên sýrýþti ji hýn helbestên gýranbuha nývisine. Hozên yek jý wan helbestên xweþ ji lý ser býlbýl nývisiye û tê da deng lý býlbýl kýriye û jê ra týþtna gotýne, paþê ji bersiva býlbýl a jý xwe ra nývisiye. Feqi dý serê wê helbestê da jý býlbýl ra weha gotiye:

“Býlbýl mebêj awazan, xýrab carek xuya kýr

Bes bêje þi’r û sazan, agýr lý mýn te rakýr

Çendi dýf’ri bý bazan, j’te ra nine çu ragýr”.

“Bý bazan” yani bý baskan; jýbo ku qafiya vê malýka helbestê lý qafiya malýkên beri wê bê, peyvýk weha hatiye nývisin.

Wek ku tê zanin, yek jý hozanên me yên klasik ji Siyahpoþ e. Wi ji dý ciyeki pýrtûka xwe ya bý navê “Seyfulmulûk” da, ev þireta gýranbuha nývisiye:

“Eger tu arýf i, ya qenc býçine

Jý xeyrê qenciyê týþtek mebine”.

Siyahpoþ dý ciyeki di yê wê pýrtûkê da ji weha gotiye:

“Hikayatên dý ýþqê pýrr dýrêj ýn

Emanet, sýrrê ýþqê hun mebêjýn”.

Lý výr “emanet”, peyvýka tenbiyê ye û mana tenbiyê dýde; yani ez lý we tenbi dýkým, tenbiya mýn lý we ye.

 
Geri Dön Baþa Dön Yazýcýya Ver