Li ser axaftina Serokkomarê berê yê Tirkiyê Kenan Evren,
di vê welatî da tofanek rabû.
Her wekî tê zanîn Kenan Evren, pirtir wekî generaleke kudutaçî
tê nasînê.
Wî û hinek generalên Tirk, di 12’ê Ýlona sala 1980’an da
kudutayê eskerî çêkirin.
Kenan Evren û havalên wî, Destura Tirkiyê binpê kirin, deriyê
Parlamentoyê daxistin.
Maf û azadiyên siyasî û ferdî, ji holê rakirin.
Di serdema desthilatiya wan da hemu partiyên siyasî çi çep,
çi rast û çi sosyaldemokrat, hemu sendîkayên karkeran, sazî
û dezgeyên pîþeyî û sivîl hatin girtin, kar û xebata wan
qedexe bû.
Di serdema Evrenê diktator û xwînrij da, Tirkiyê bi taybetî
Kurdistana Bakur ji bona gel û hêzên welatparêz û demokrat
bûbû dozexek.
Di dema 12’ê Îlona faþîst da, nezîkê 2 mîlyon kes wekî gumanbar
hatine tomar kirinê.
230 hezar kes hatine dadigehkirin û ji bona 7 hezar kes
hukmê sêdarê hatine xwastin, ku ji bona 517 kes ji wan hukmê
îdamê derketiye.
Ku hukmê îdamê ya 50 kesan hatine cî becîkirinê.
30 hezar kes bi tawanê “gumanbar” ji karên xwe hatine durxistin.
Rejîma Kenan Evren, mafê hevwelatî yên 14 hezar kes ji destê
wan girt.
30 hezar kes ji ber zilmu û zordariya rejîma eskerî derketine
dervayê Tirkiyê.
171 kes di bin îþkenceyê da mirin.
Diktatoriya faþîst 3 hezar û 854 mamosta û 120 profesor
ji dibistan û zaningehan derxistin.
Çalakiya 23 hezar û 677 komel û saziyên sîvîl hatine qedexe
kirinê.
Ji bona 400 rojnamevan cezayê 3 hezar û 315 salê zîndanê
hatine dayîn, 300 rojnamevan ketin ber êrîþê û 3 rojnamevan
hatin kuþtin.
Rejima diktator û zordar ya Evren, 39 ton rojname û kovar
þewitand.
Di zindanan da 299 kes ji ber zirufên ne mirovî mirin, û
hwd.
Hewce nîn e ku kiryarên dij-însanî ya rejima 12’ê Îlonê
ya faþîst dîrêj bikin.
Lê belê dîvê bê gotin, ku zilm û zordariya rejima Kenan
Evren li Kurdistana Bakur, bi taybetî di zindana Diyarbekîrê
de bê hempa bûn.
Di serdema Evren da qedexekirina zîmanê Kurdî bûye xaleka
Destura Tirkiyê.
Di gundên Kurdên Alevî da, ku nimêj nakin, mizgevt hatine
çêkirinê.
Kenan Evren digot, “Kurd nîne. Tirkên çiya hene, ku wexta
li ser befrê û çiyayê dimeþîn, dengê “kart û kurt” derdixin
û lewma ew ji xwe ra dibêjin Kurd.”
Gava Evren van karên dij-mirovî encam dida, gelên Tirk û
Tirk di bin deshilatiya wî û hevalên wî da dinaliyan, dengê
kes û hêzên kevneperest û nijadperestên Tirk dernediketin;
ew alikariya wan dikirin.
Hezên hanê îro jî sîstem û Destura Tirkiyê diparêzin, ku
berhema serdema Evren e.
Lê belê hezên mîlîtarîst, kevneperest û hinek çepên Tirk
îro bi hevra êrîþê Kenan Evren dikin.
Serî li dadigehê didin, daku Evren li ser gotina xwe bê
dadigeh kirinê.
Baþ e Kenan Evren çi gotibû, ku dost û hevsengerên wî yên
qedîm dîn û har bûne?
Kenan Evren dibêje, di hilbijartinê da rîjeyê sedî da 10
gelek bilind e, divê bê daxistin; Kurdan birayên me ne, eger
mafê wan bidin ew tev me dimînin;
Li Baþûrê Kurdistanê dewleteka Kurdî ava bûye, dîvê vê rastiyê
qebul bikin;
Em nikarin herin Kerkukê dagir bikin;
Êdî Tirkiyê bi sîstema navendeka bi hêz va nayê îdare kirinê,
divê sîstemê eyaletî were damezrandinê, deshilatiya îdarî
ya herêmî bê zêde kirinê..
Herwekî eþkere ye, gotinên hanê maqul in û Kenan Evren ji
ber van gotinan dikeve ber êrîþa mîlîtarîst û nijadperest
û hinek çepên Tirk.
Gava mudeyî umumi (sawci) Sacit Kayasu xwast, ku Kenan Evren
ji ber ku kuduta çêkiriye, Parlamentoya Tirkiyê daxistiyê,
Destura Tirkiyê binpê kiriye, bê dadigeh kirine, him hikumeta
vê demê û him jî hezên hanê êrîþê ser sawciyê hanê kirin.
Sacit Karasu periþan û derbeder bû.
Lê îro gelek sawcî dixwazin ji ber gotinên jorî, Kenan Evren
bê dadigehkirinê.
Bê guman eger gotina Kenan Evren dij-Kurdan û dijî Hikumeta
Herêma Kurdistan bana, wê kevneperest û mîlîtaristên Tirk
pesnê hevsegerên xwe bidana, sawciyên Tirk jî bê deng bimana.
Lê belê ji ber ku Evren derheqa Kurdan da tiþtên maqul dibêje,
bi hemû hêzên xwe êrîþê ser wî dikin.
Ya herî balkêþtir ev e, ku ligel hinek çep, mîlîtarîst û
nosyonalîstên Tirk dibêjin, ku Kenan Evren nokerê Dewleta
Yekbûyî ya Amerîka (DYA) ye, bi daxwaza DYA kuduta çêkir
îro jî dîsa bi daxwaza DYA gotinên hanê dike..
Rast e, ku Evren û hevalên wî nokerê DYA bûn û kudutayê
jî bi daxwaz û piþtgiriya DYA çêkirin.
Lê, rastiya hanê maqul bûn û giringiya axaftina Evren kêm
nake.
Her usa axaftina dawî ya Evren, destê Evren paqij jî nake.
Ku, destên wî û hevalên wî bi xwîna gelê Kurd û Tirk sor
in.
Em Kurd, kar û kiryara Kenan Evrenê diktator û faþîst jibîr
nakin.
Lê divê durutiya “dostên” me jî, ji bîra me neçitin!.
Ku ji me dixwazin dijî axaftina Kenan Evren derkevin, ji
ber ku ev nokerê DYA û bi dustura DYA gotinên hanê dike.
Ki û kijan dewlet dibêjin bila bêjin, ji bo me giring ev
e, ku gotinên hanê rast in an na?
Li zirufên Tirkiyê û daxwazên Kurdan hev tên an na?
“Dost”ên me, þûna, ku li ser xirabiya Evren û DYA bo me
çirokên guran bêjin, hewl bidin, ku ji me fêhm bikin û rewþa
me têbigihin.
Halwesta hanê xizmeta berjewendiya gelê kurd û Tirk dike.
Ne çîrok gotin li ser xirabiya Evren û DYA..
|