SAL: 7
HEJMAR: 189
8 Þubat 2007
ANASAYFA
YORUMLAR
KÜLTÜR
YAZARLAR
DENG YAYINLARI
DENG DERGÝSÝ
Dema Nû Arþiv
Roja Teze Arþiv

Ji bo nivîsên M. Emin BOZARSLAN bitikinin

“LI” Û “DI ..... DA” -III

“LI” Û “DI ..... DA” -II

“LÊGERÝN”, NE “LÊKOLÝN” -III

M. EMÝN BOZARSLAN .......................................... / Kuncê Zýmên
 

“LI” Û “DI ..... DA” - IV

Melayê Cýziri ji dý helbesteka xwe da weha gotiye:

“Jý ber ahên me dýnê agýr û dûd být, ne eceb

Me dý dýl da heye narek ku dýsojýt seqerê”.

Ev her du malýk bý Kurdiya xwerû weha ne:

“Eger jý ber ahên me dýnê býbe agýr û dû, ne ecêb e

Lewra dý dýlê me da agýrek heye ku dojê dýþewýtine”.

Melê lý výr daye zanin ku agýrê dýlê wi agýrê dojê, agýrê canemê dýþewýtine; yani agýrê dojê jý agýrê dýlê wi ra dýbe ardû, dýbe mina êzýngan . Wek ku eþkera ye, ev hunereka wýsa rûmetbýlýnd e ku, mýrov jê ra heyran dýmine. Lý výr týþtê jý me ra pêwist ev e ku Melê “dý .... da” bý kar aniye û gotiye “me dý dýl da, negotiye “me lý dýl da”. .

Melayê Bateyi ji dý helbesteka xwe da dema pesnê yara xwe daye, “dý .... da” weha bý kar aniye:

“Dilberek mýn di dý xew da

Dêm weki bedra þefeq da

Ez kýrým diwane, sewda

Ay gelo derman heye?”.

“Bedr” Erebi ye, yani hiva týji ya tam roni.

Wi hozani dý helbesteka xwe ya di da ji weha gotiye:

“Heta kengê dýminým ez
dý zýndan û dý hebsê da?”

Hozan û nýviskarê welatevin Evdýrehim Rehmiyê Hekari ji dý ciyeki kýtêba xwe ya bý navê “Gaziya Welat” da dema qala rewþa Kurdýstanê û bajarê Bedlisê ya berê kýriye, “dý .... da” weha bý kar aniye:

“Hebû bêhed cýhê ýlm û cýhê irfan, cýhê tedris

Muheqqeq darê irfan bû dý Kurdýstanê da Bedlis”.

“Tedris” yani dersdan, xwendýna dersan; “darê irfan” yani ciyê xwendýn û zaninê û têgihiþtýnê.

Hozên dý ciyeki di yê wê kýtêba xwe da ji dý heqê _erif Paþa û temsilkýrýna wi ya Kurdan dý konferansa Parisê da weha gotiye:

“Cývatek çêkýrýn resmen, Þerif Paþa murexxes bû

Dý Paris da wekilê me jýbo Kurdan-ý ew kes bû”.

“Murexxes” Erebi ye, yani destûrdayi, kesê ku jýbo kýrýna karek destûr jê ra hatiye dayýn.

Wek ku tê zanin, straneka me ya govendê ya pýrr naskýri heye, navê wê “Welleh govend ranabe” ye. Dý ciyeki wê stranê da ji “dý .... da”yê weha ci gýrtiye:

“Ha dý ci da, dý ci da

D’mala Apê Heci da

Ramisanek býde mýn
dý kuncýkê tari da”.

Her wýsa, “dý .... da”yê dý hýn peyvên me yên pêþiyan da ji ci gýrtiye. Yek jý wan peyvên pêþiyan weha ye: “A dýlan dý dýlan da ye”. Dý peyveka pêþiyan a di da ji weha tê gotýn: “Dý çýle da býla xwin býbare, býla baran nebare”. Peyveka pêþiyan ji ev e: “Dý sûka ce da zêr nayê fýrotýn”. Peyveka pêþiyan ji weha ye: “Masi dý golê da nayê bazarkýrýn”.

 
Geri Dön Baþa Dön Yazýcýya Ver