SAL: 6
HEJMAR: 139
9 Sibat 2006
ANASAYFA
YORUMLAR
KÜLTÜR
YAZARLAR
DENG YAYINLARI
DENG DERGÝSÝ
Dema Nû Arþiv
Roja Teze Arþiv

Ji bo nivîsên M. Emin BOZARSLAN bitikinin

“Ý”, NE “E” - II

“Ý”, NE “E” - III

“ÝRO”, NE “ÝROJ” - I

“ÝRO”, NE “ÝROJ” II

M. EMÝN BOZARSLAN .......................................... / Kuncê Zýmên
 

”JAR”, NE ”HEJAR”-I

Yek ji peyvikên me yên ku di Kurdiya Bakur û Baþur da bi du awayên cuda ci girtine, “jar” e. Ev peyvik di Kurdiya Baþur da bi awayê “hejar” tê karanin, di wi zarê Kurdi da wisa ci girtiye.

Wek ku tê zanin, ev peyvik ji hozaneki Kurd ê pirr naskiri û navdar ra ji bûye nasnav.(20) Navê esli yê wi hozani Evdirehman Þerefkendi bû. Lê wi “Hejar” ji xwe ra kiribû nasnav û bi wi nasnavi hatibû naskirin. Di nava Kurdan da her kes bi wi nasnavi qala wi dike û jê ra dibêje “Mamosta Hejar”.

Mirov carna dibine ku hin Kurdên Bakur ji vê peyvikê wisa, bi awayê

“hejar” bi kar tinin. Eþkera ye ku ev karanin, bi te’sira Kurdiya Baþur e. Lê belê peyvik di Kurdiya Bakur da “jar” e; divê ku wisa bê gotin û bê nivisin. Weha:

Ev peyvik ji wek gelek peyvikên me, peyvikeka Ýrani ye û gelek kevn e. Koka wê digije zimanê Pehlewi, ku jêder û serçaviya zimanên Kurdi û Farisi bûye. Peyvik di zimanê Pehlewi da “zar” bûye, di Farisi da ji wisa maye; lê di Kurdi da tipa wê ya pêþin guheriye û bûye “jar”.

Hin peyvikên Pehlewi yên di ji hene ku di Farisi da wisa mane û di Kurdi da piçek guherine, yan di Kurdi da wek xwe mane, di Farisi da piçek guherine. Mesela “xweþ”a Pehlewi di Kurdi da wisa maye, di Farisi da bûye “xoþ”, “zehr”a Pehlewi ji di Farisi da wisa maye, lê di Kurdi da bûye “jehr”.

Aha “zar”a Pehlewi: ji di Kurdi da bûye “jar” û hem di peyvinê da, hem ji di edebiyata Kurdi ya klasik û folklora Kurdi da wisa ci girtiye. Ji ber vi semedi, divê ku di gotinê da ji, di nivisinê da ji wisa bê karanin. Nabe ku mirov bêje “Madem ku di Kurdiya Baþur da wisa ye, nexu ew awa rast e û divê em di Kurdiya Bakur da ji wisa bi kar binin”.

Wek ku berê ji bi hin munasebetan me dabû zanin, divê ku em Kurdiya Bakur wek ronayiya çavê xwe biparêzin û peyvikên ku tê da ci girtine, payvikên ku jê ra bûne mal, em wan li ser rewþa wan bihêlin û neguhêrin. “Jar” ji yek ji wan peyvikan e.

*

Peyvika “jar”ê çar maneyan didêre, çar maneyên wê hene; didu ji wan, maneyên ferhengi ne; yek ji wan maneyên ferhengi, weha ye: Mirov yan lawirê ku ji ber nexweþiyek yan ji ber hin semedên di, ji aliyê bedeni ve goþtê wi daketiye; kes yan lawirê ku ji aliyê bedeni ve lawaz bûye, bêqam bûye. Peyvik bi vê mana xwe, hevmana “awaz” e.

Melayê Ciziri li ser derdê firqetê yani derdê dûriya ji yarê helbestek nivisiye û di serê wê da peyvik bi vê maneyê weha bi kar aniye:

“Vê firqetê ebter kirin
Feryad ji destê firqetê
Jar û zeif û zer kirin
Feryad ji destê firqetê”.

“Ebter kirin” yani em bêbereket kirin.

Ehmedê Xani di beþê 45’an ê “Mem û Zin”ê da qal kiriye ku Zin li ser girtina Memê gelek xemgin bûye û deng li dil û giyanê xwe kiriye, li wan tenbi kiriye ku biçin Memê bibinin û binêrin rewþa wi di girtixanê da çawa ye; hingê bi vê maneyê weha ci daye peyvika “jar”ê:

“Xweþreng û letif e, þubhê sorgul
yan jar û zeif e, mislê bilbil?”

“Þubh” û ”misl” Erebi ne, yani wek.

Xani di beþê 49’an da ji daye zanin ku Bekir li ser rewþa Memê û Zinê bi Mir ra peyiviye û di heqê Memê da peyvik bi vê maneyê weha bi kar aniye:

“Min zaniye Mem ziyade jar e
perwane ye, meqseda wi nar e”.

“Perwane” Farisi ye, yani firfirok. “Nar” Erebi ye, yani agir. Bekir Mem þibandiye firfirokê, ku xwe davêje agir.

Evdirehim Rehmi ji di helbesteka xwe da bi vê maneyê weha ci daye vê peyvikê:

“Guhan zuha bû, dayika birindar
neþiya xwedan ket mindal, biçûkê jar”.

Peyvikê bi vê maneyê di peyveka pêþiyan a Kurdi da ji weha ci girtiye: “Ê ku jar e, havinan ji pê sar e”.

Mana 2’yan a ferhengi ya peyvikê ji weha ye: Lebatê ku ji ber nexweþiyek yan ji ber belayek, derdek û wd nesax ketiye û saxiya wi xira bûye, êdi ne li ser saxiya xwe ye.

Ehmedê Xani di beþê 17’an ê “Mem û Zin”ê da ji devê Zinê di heqê gustila Memê da, peyvik bi vê maneyê weha bi kar aniye:

(20) Nasnav: Navê ku kesek pê tê naskirin; navê ku kesek ji bil navê xwe yê esli li xwe datine yan hin kes lê datinin û ew bi wi navi tê naskirin, ew nav jê ra dibe navê naskirinê. Mesela, navê Feqiyê Teyran ê esli Mihemed bûye. Lê di nava gel da navê ”Feqiyê Teyran” lê hatiye danin û ew bi wi navi hatiye naskirin; yani navê ”Feqiyê Teyran” jê ra bûye nasnav.

 
Geri Dön Baþa Dön Yazýcýya Ver