Wek ku berê ji bý hýn munasebetan me dabû zanin, hýn peyvýkên
me lý hýn hêlên Kurdýstanê bý awayên cure cure bý kar tên
anin. Yek jý wan peyvýkan ji kýrara (fi’l) “ketýn”ê ye. Ev
kýrar lý hýn hêlên welêt, dý formên xwe yên bêdem û mêjedemê
da bý awayê “keftýn”, “keft” û “keftiye” bý kar tê anin.
Dema jý vê kýrarê û hýn peyvýkên di, hýn kýrarên sazber tên
sazkýrýn, dý wan da ji ev awa tê ditýn. Mesela, tê gotýn
“pêþkeftýn”, “serkeftýn” û wd.
Lê belê lý pýraniya Kurdýstanê, ev kýrar bê tipa “f”yê,
bý awayê “ketýn” bý kar tê anin; mesela, “ketýn”, “ket” û
“ketiye” tê gotýn. Her weha, kýrarên sazber ên ku jý wê û
hýn peyvýkên di tên sazkýrýn, dý wan da ji disa ev awa tê
ditýn; mesela, tê gotýn “pêþketýn”, “serketýn” û wd.
Dý edebiyata Kurdi ya klasik da ji bý pýrani awayê ”ketýn”ê
ci gýrtiye. Mesela, Ehmedê Xani dý beþê 3’yan ê “Mem û Zin”ê
da dý heqê Pêxember da dý forma mêjedema nêzik da weha ci
daye vê kýrarê:
“Gava kete sûretê cihani
Pêxemberê axýruzzemani”.
Yani gava ket awayê dýnyayiyan û hat cihanê, bû Pêxemberê
axýrê zeman. Xani dý beþê 23’yan da ji dema qala daweta Sýtiyê
û Tacdin kýriye û daye zanin ku textê bûkê lý ser mýlên gelek
mýrovan jý koþkê hatiye derxýstýn û ber bý mala zavê hatiye
býrýn, dý heqê wê rewþê da disa dý forma mêjedema nêzik da
ev kýrar weha bý kar aniye:
“Ew texterewan weki gemi bû
Behra ku bý ser ket, Ademi bû”.
Melayê Bateyi ji dý “Mewlûd”ê da dema daye zanin ku Cuhûd
jýbo kuþtýna bavê Pêxember Ebdullah çûne derdora bajarê Mekeyê,
dý heqê wan da dý forma mêjedema nêzik da weha ci daye vê
kýrarê:
“Zû gihiþtýn, çûne dora Mekkehê
ket’ne bûsan,
mislê ava býngehê”.
“Bûs” yani veþargeha ku hýn kes tê da xwe lý dýjê keseki
di vedýþêrýn, da ku êriþê wi kesi býkýn.
Mela Xelilê Sêrti ji dý “Nehcul’enam”ê da ev kýrar dý forma
mêjedema nêzik da weha bý kar aniye:
“Ku qenci kete qelbê te, lez býke
Xýrabi jý þeytani ye, wê meke”.
Kýrarê dý folklora Kurdi da ji bê tipa “f”yê, bý awayê “ketýn”ê
ci gýrtiye. Wek ku tê zaninb, beþek jý folklora me ji qeside
ne, ku dý demên berê da jý aliyê derwêþên Kurd ve hatýna
afýrandýn û hatýne gotýn, bý wi awayi dý nava gel da belav
bûne. Hýn jý wan qesideyan jý aliyê huneri ve ji gýrýng û
gýranbuha ne. Yek jý wan qesideyan, dý dema _erê Pêþin ê
Cihanê lý ser dagýrkýrýna Hesenqelê jý aliyê Rûsan ve hatiye
gotýn. Kýrara babetê me “ketýn”ê, dý serê wê qesideyê da
dý forma mêjedema nêzik da weha ci gýrtiye:
“Heylo l’mýn hewar e, delil halê nizamê
Seferek lý me rabû, sefera xas û amê
Kafýr ket Hesenqelê, heyfa dinê _slamê
Heyfa dinê Mýhemed, hati qýra _slamê”.
|