Di 31ê Tîrmeha sala 1983-an da, rejima BAAS ya nijadperest
û kurdkuj, di kampên Quþtepê, Herîr, Bahêrke û Diyana da,
8 hezar mêrên Barzanî, ku emrê wan ji 7 salî hetanê 85 salî
bûn, berhev kir. Bire Baþûrê Iraqê. Û bi destecemî kuþt,
kom-kom kire bin axê. Ango Enfal kir..
Gelek sedemên Enfalkirina Barzaniyan hene, ku giringtirê
wan berxwedana Barzaniyan dijî zilm û zordariya netewî ye.
Beþdarbûna wan di xebata azadiya Kurdistanê de ye.
Serkêþiya wan di xebata netewî û civakî da ye..
Dîroka Kurdistanê niþan dide, ku navçeya Barzan her tim
bûye warê þoreþgerên Kurdistanê.
Xelkê deverê Barzan çû caran serên xwe li ber zilm û zordariya
dagirkerên Kurdistanê netewandine. Þêxen Barzan wekî Þêx
Abdulselam Barzanî û Þêx Ehmed Barzanî, ne tenê pêþengiya
tevgera netewî kirine, her usa bona baþtirkirina jiyana xelkê
jî, kar û xebat kirine.
Bi kurtî meriv dikare bêje, ku herêma Barzan bi xelk, mela
û þexên xwe va her tim bûye dirika çavên dijminê dagirker,
vêca dagirker Osmanî be, an Ýngiliz be, an Iraq be...
Ji bona vê yekê sedema Enfalkirina 8 hezar mêrên Barzanî
ne tenê ev e, ku ew Kurd bûn.
Dewleta dagirker dixwast bi karê hanê yê kîrêt û dij-mirovî,
tola xwe ji Barzaniyan veke, heyfa xwe ji wan hilîne.
Rastiyeka berçav û giring ya Enfalkirina Barzaniyan heye:
ev jî bêdengiya bîr û baweriya giþtî ye, bêdengiya dewletên
rojava û sosyalîst e..
Enfala Barzaniyan di dema þerê sar û þerê Iraq û Îranê da
qewimî. Ji ber vê yêkê hawara dayik, xwiþk, keç û jinên Barzaniyên
Enfalkirî, banga rêxistinên Kurd bi ser dengê tifeng û bombe
neket, di nava dengê tank û top û teyarên Îran û Iraqê da
winda bûn.
Her usa guhên dewletên rojava û sosyalîst xitimî bûn.
Carekê dinê jî xuþa-xuþa neft û xiþa-xiþê dolaran nehiþtin,
ku hawar û nalina Kurdan bêne bihistinê.
Saddamê xwinmij û kurdkuj di televîzyonê da, bi eþkere û
li ber çavê hemu alemê gotibû, ku “min Barzaniyan ber bi
dozexê bi rêkir.”
Lê belê disa tu deng ji dewletên rojava û sosyalîst derneket,
neçûn hewara malbatên Barzaniyên enfalkîrî.
Bi gotina Þehîdê mezin Qasimlo “bi mêranî bê deng man.”
Eger dijî siyaseta kurdkujiya BAASê dengê bîr û baweriya
giþtî û dewletên rojava û rojhilat derketa, gelo pêþiya enfalkirina
Barzaniyan wê bihata girtin, an na?
Kes nizane û nikarê tiþtek bibêje.
Lê belê bêdengiya wan ew kiriye þirikê vê tawanê mirovatiyê.
Bêdengiya wan her usa rê li ber Saddam û rejima wî xweþ
kir, ku vê tawanê dij-insanî dubare bike; di sala 1988-an
da bêtiri ji 182 hezar Kurd, li seranserê Kurdistana Baþûr
enfal bike.
Rast e, qetilê rasteqîn Saddam û rejima wî ne. Lê belê eþkerê
ye, bê dengî jî alîkariya Saddam kiriye, ku tawanê hanê bi
hêsanî encam bide.
Bê guman dewletên rojava û sosyalîstên berê jî, ji enfala
Kurdan berpirs in. Ango deyndarê gelê Kurd, bi taybetî Kurdên
Baþûr in. Divê karbidestên dewletên hanê deynê xwe bidin.
Helbet beþdarbûn û axaftina nûnerên dewletên hanê di merasimên
Enfalan da gaveke baþ e.
Lê belê ne bes e.
Baþtirin rê ji bona dewletên hanê, daku deynê xwe bidin,
parastin û alîkariya ezmuna Kurdistana Baþûr e, piþtgiriya
xebata netewî ya gelê Kurd e li seranserê kurdistanê.
Bi vê rêkê va dewletên hanê him deynê xwe didin, him jî
rê li ber dubare, sêbare bûna Enfalan digrin.
Bê guman di dema Enfalkirina Barzaniyan da dengê rêxistinên
Kurd jî bi xurtî û qasê pêwîst derneket.
Helbet gelek sedemên vê yêkê hene, ku divê bêne behs kirinê.
Lê ew, babeta niviseka dinê ye.
|