”Qulzem” navê deryaya Sor e.
Ji bil ”dehan”, jimarên moviki yên di dema dibin jimarên
rêzê, giþt pêveka ”i”yê digirin. Jimara ku tipa paþiya wê
bêdeng be, ”i” yekser tê paþiya wê û pê ve dizeliqe. Wek
”bist+i=bisti”, ”çil+i=çili”, ”þêst+i=þêsti” û ”not+i=noti”.
Mesela, tê gotin ”Gelê Kurd di sera-serê sedsala bisti da
jibo azadi û rizgariya xwe têkoþin kiriye”.
Mela Xelilê Sêri di ”Nehculenam”ê da di heqê Pêxember da
jimara ”çili” ya rêzê weha bi kar aniye:
”Ji nesla Qureyþ e, ji toxmê Ereb
Nubuwwet di sala çili daye, Reb”.
”Toxm” Farisi ye, yani tov. ”Nubuwwet” Erebi ye, yani pêxemberi.
Yani Xwedê di sala çili ya umrê wi da pêxemberi daye wi.
Jimarên moviki yên ku tipên paþiya wan dengdar in, ew ji
dema dibin jimarên rêzê, ”y”ya gihinek dikeve navbera wan
û ”i”ya pêvek. Wek ”si+y+i=siyi, ”pên ce+y+i=pênceyi”, ”heftê+y+i=heftêyi”
û ”heþtê+y+i=heþtêyi”. Mesela, mirov diþê bêje ”Rejima dagirker
a nejadperest di sala 1980’yi da bi hezaran welatevinên Kurd
girtin û avêtin girtixanan”.
Wek ku ji vê minakê ji kifþ dibe û tê zanin, jimarên moviki
yên rêzê ji dema bi jimarniþanan bên nivisin, divê ku di
navbera wan û ”i”ya pêvek da qetinekek bê nivisin. Wek ”roja
20’i”, ”sala 40’i”, ”sala 80’yi” û wd.
Her du jimarên mezin ”sed” û ”hezar” ji dema dibin jimarên
rêzê, wek jimarên moviki ”i” tê paþiya wan; wek ”sed+i=sedi”
û ”hezar+i=hezari”. Mesela, kesek dibêje ”Min not û neh rûpelên
wê kitêbê xwendin, di rûpela sedi da xewa min hat û ez razam”.
Em bawer dikin ku bi van izahkirin û minakên li jor diyarkiri,
awayê gotin û nivisina jimarên rêzê baþ hat kifþkirin û hat
zelalkirin. Gelê Kurd di Kurdiya jorin da van jimaran weha
bi kar tine. Ji ber vi semedi, divê ku di nivisinê da ji
ev awa bê karanin.
Wek ku berê ji bi hin munasebetan me dabû zanin, bi ditina
me, her tiþtê ku di Kurdiya jêrin da heye, nabe ku mirov
wek qalibeki hazir bigire û di Kurdiya jorin da bi kar bine.
Eger wisa bê kirin, hingê Kurdiya jorin dê ji qalibê xwe
yê orijinal û kirasê xwe yê esli derkeve û têkeve kiraseki
xerib û ecêb.
|