SAL / YIL          : 7
HEJMAR / SAYI : 219
TARÎX / TARiH  : 06.09. 2007
 
CASIM RÊNAS
Xweşbînî, reşbînî û rastbînî


Di seranserê Kurdistanê da, paş serketina Partiya Dadî û Pêşveçûnê (AKP) di hilbijartinê da û hilbijartina Abdullah Gul bo postê Serokkomariyê, xweşbîniyek pêkhat.
Bi gor gelek kesan, li Tirkiyê serdemeka nû dest pê kiriye, hikumet ya AKP ye, serokatiya komar û meclîs jî..
Êdî tu asteng li ber AKPê nemaye..
AKP dikare bernameyê xwe cî be cî bike, welat berbi demokrasiyê ve bibe, kêşeyê Kurd çaraser bike û hwd..
Bi baweriya min di bîr kirin û gotinên hanê da, mubalaxa hene.
Hinek pêşhatî û bûyer hatine mezin kirinê.
Rast e, di hilbijartinê da AKP serketineka mezin bi destxist.
Û AKP wekî partiyên din yên sîstemê nîn e.
Hinek ferq û cudayî di navbera AKPê û partiyên din da hene.
AKP partiyeka ne kemalîst e, ji pêvajoya dewletperestiyê nayê.
AKP berdewamiya pêvajoya tevgera îslamî ye.
Her çendî em nizanin di bîr û hizra bi rêvabirên AKP’ê da çî heye?
Lê axaftina wan, kar û kiryarên hikumeta AKPê nîşan didin, ku armanca wan, ne damezrandina dewleteke îslamî ye.
Guhartin bi ser AKP da hatiye.
AKP, dema hikumeta xwe da, bi reforman ve, ku Yekitiya Ewropa (YE) jê dixwastin, li Tirkiyê hinek guhartin çêkir.
Hikumdarî jî guhartineka mezin di AKP’ê da pêkanî.
Bi gotineka dinê, AKPê ji ber xatirê pêvajoya YE him guhartin çêkir û him jî ew bi xwe hat guhartinê..
Rast e, ku di encema hilbijartinê da Ordiya Tirkiyê, ku têda teref bû, ligel kemalîst û mîlîtarîstên dinê şikiyan.
Lê belê ne ordiya Tirk, ne kemalîst û ne jî mîlîtarîstan meydanê bi cî nehiştine; zû bi zû jî bi ci nahêlin.
Hêzên hanê bi hêsanî dev ji berjevendiyên xwe bernadin; terkê sengerên xwe nakin.
AKP eger bixwaze jî, nikare bi hêsanî koka wan biqeline.
Ji ber ku rîş û ricala wan di kurahiya dewletê da ne; di bîr û hizra gelê Tirk da ye.
Li ba Tirkan “Ordiya Tirk ocaxa pêxember e, pîroz e”..
Meriv dikare bêje, di nava civata Tirkan da ordîparêzî bûye kulturek, ayinek, bîr û baweriyek.

Ligel rastiyên hanê, divê ji bîr nekîn, di nava dewleta Tirkiyê da dewleta din heye, jêra dibêjin “dewleta kûr”.
Kakila dewleta kûr, ji generalên kemalîst, mîlîtarîstên sîvîl û esker pêktê.
Û hêzên hanê xwe xudanê dewleta Tirk dizanin û dibêjin “me Komara Tirkiyê damezrandiye û parastina Komarê jî erk û karê me ye..”
Hinek bûyer û pêşhatiyan, ku paş hilbijartinên Meclis û Serokkomariyê qewimine û helwesta generalên Tirk derbareyê Abdulah Gul Serokkomar û Erdoxana Serokwezîr de nîşan didin, ku kemalîst û mîlîtarîstan, ango kakila dewleta kûr mijulê qehîm kirina sengerên xwe ne.
Bi gotineka din, pêvajoyeka siyasî ya aloz û tevlihev, li pêşiya Tirkiyê ye.
Hêzên alîgirê YE, demokrat, aşitixwaz, azadixwaz li alîkî ne, hêzên dij YE, mîlîtarîst û kemalîst jî li alîkê din in.
Devjenî, şer û pêvçun di nava herdu aliyê da wê berdewam bin.
Encama devjenî, şer û pevçûnên hanê wê çi be?
Kes nikare di heqê vê yekê da tiştek bêje.
Helwest û ciyê Abdula Gul û hikumeta Erdoxan di vê şer û pevçûnê da çi ye û divê çawa be?..
Ev yêka, babeta nivîsarekê din e.

Ewên hanê, ku min li jorê behsa wan kir, rastiyên Tirkiyê ne.
Û nîşan didin, ku bona xweşbînî hêj zû ye.
Xweşbînî û rastbînî, du diyardeyên (fenomenen) civakî û siyasî ne.
Bê guman tekoşerek, xebatkarek divê derheqa duweroja gelê xwe de xweşbîn be.
Reşbînî karê şoreşger û tekoşer û xebatkaran nîn e.
Lê belê divê em rastbîn jî bin.
Rastiyên welatê me her tim li ber çavên me bin.
Bi gor rastiyên welatê xwe kar û xebatê bikin.
Di nava xweşbînî û reşbîniyê da tixubeka gelek zirav heye.
Yên ku parsenga rastbînî û xweşbîniyê xirab dikin, xeyalşikeştî dibin.
Xeyalşikeştî jî dibite alîkarê vê yêkê ku, reşbînî şuna xweşbîniyê dagire.

NIVÎSÊN CASIM RÊNAS YÊN BERÊ
CASIM RÊNAS'IN ESKİ YAZILARI
 
    Yönetim Yeri ve Yazışma Adresi : Kurt İsmail Paşa 5. Sok. Fırat 5 Apt Kat:1 No: 2 Ofis/DİYARBAKIR   Tel: 0.412 223 89 23
    Yurtdışı Temsilciliği : Postfach: 131931, 42045 - Wuppertal/Almanya  Tel: 00 49 202 283 23 39 - Fax: 00 49 202 758 34 79