Wek ku me lý jor da zanin, peyvýka “kani”yê maneyeka têwkýri
(mecazi) ji dýdêre, maneyeka wê ya têwkýri ji heye; ew mana
têwkýri ji weha ye: Jêder û serçaviya malhebûnek, týþtek,
rewþek; ciyê ku malhebûnek, rewþek yan týþteki di jê dertê,
jê peyda dýbe.
Peyvýkê bý vê mana xwe ya têwkýri ji dý edebiyata klasik
û folklorê da bý awayê “kani” ci gýrtiye. Mesela, Evdýrehim
Rehmi, dý helbesteka xwe da bý vê maneyê weha ci daye peyvýkê:
“Kaniya derdan ku derbû, cû, cûbar ket’ne rû
Rengê simayê mulewwen geh sýpi, geh zer dýbû”
“Simayê mulewwen” yani rûyê rengin. Wek ku diyar e, hozên
lý výr “kani”, bý mana “serçaviya derdan” bý kar aniye, ku
maneyeka têwkýri ye.
Çivanokeka me ya geli ya pýrr dýrêj û xweþ heye, ku dý dema
kutana dan û savarê da tê gotýn. Kesên ku dý cýrnan da dan
bý coniyan (desticýrnan) dýkutýn, yek jý wan wê çivanokê
malýk bý malýk dýbêje, yê di ji wan malýkan yek bý yek tekrar
dýke û lê vedýgerine. Peyvýka ”kani”yê dý ciyeki wê çivanokê
da, bý her du maneyên xwe weha ci gýrtiye:
“Ew keçýka cer lý mýlan
wa ye dýçe kaniya cýlan
Çav’i reþ ýn j’kaniya kýlan
Agýr dýxe nava dýlan”.
Wek ku diyar e, lý výr “kani”ya dý malýka 2’yan da bý mana
rastin e, bý mana ferhengi ye; lê “kani”ya dý malýka 3’yan
da bý mana têwkýri ye, bý mana mecazi ye.
Peyvýkê bý mana xwe ya têwkýri, dý peyveka pêþiyan a Kurdi
da ji weha ci gýrtiye: “Mêr kani ye, jýn berm e”.
“Berm”a dý vê peyva pêþiyan da, ciyê cývina avê ye. Jý “berm”ê
ra lý hýn hêlên Kurdýstanê “liç”, lý hýn hêlan ji ”býrk”
tê gotýn. Ev peyvýk dý zýmanê Pehlewi da “werm” bûye, dý
Kurdi da bûye ”berm”. Peyvýk hevmana “hewz”a Erebi ye. Dý
Týrki da peyvýkeka bý vê maneyê tune; jý ber wi semedi, dý
wi zýmani da “hewz”a Erebi bý kar tê anin. Dý peyva pêþiyan
a jorin da mêr bý kaniyek, jýn ji bý bermek, bý hewzek hatiye
þýbandýn. Yani mêr týþtan jý mala xwe ra dýbe, jýn ji wan
týþtan dýcývine û lý wan xwediti dýke.
|