Zexta (fiþara) navnetewî li ser Suriyê, paþ kuþtina serokwezirê
berê yê Lubnanê Refîk Herîrî, zêdetir bû.
Rêvabir û gire-girên rejima BAASê, ji kuþtina Herîrî hatin
tawanbarkirinê.
Suriye, ji ber zexta navnetewî mecbûr ma, ku leþkerê xwe
ji Lubnanê bikêþe.
Fiþara navnetewî bandora xwe li ser xebata demokrasiyê ya
li Surîyê jî danî. Dengê azadixwazan û xabatkarên mafê mirovan
û demokrasî bi hêztir û bilindtir bû; dibe.
Ligel zexta navnetewî û guhartinan, pirs û tevgera netewiya
Kurd li Surîyê jî kete rojevê. Partî, rêxistinên sîyasî û
kesên welatparêz him li welat û him jî li dervayê welat,
bi taybetî li Ewropa hin çalaktir bûn; tevgera Kurd pêþve
çû, bi hêz bû. Çêkirina konferansan li ser kêþeya Kurd, li
Suriyê, di hinek parlamentoya welatên Ewropî da û konferansên
dawî, yên ku li Dewleta Yekbûyî ya Amerika (DYA) û Bruksela
paytaxta Belçika hatine çêkirinê, niþana vê yêkê ne.
Usa xuya ye, ku ligel destpêkirina pêvajoya nû, ku bi kuþtina
Herîrî destpêkiriye, pêyvendiya tevgera Kurd û hezên demokrat
û azadixwazên Ereb li Surîyê, bi hêztir, rêk û pêktir bû
û dibe. “Ýlama Demeþq” (Daxuyaniya Þamê) berhema peyvendîyên
hanê ye.
Hevbendiya Demokrata Kurd Li Suriyê-HEVBENDÝ, Bereya Demokrata
Kurd Li Suriyê-BERE, hinek partî û rêxistinên welatparêz,
demokrat û azadîxwazên Ereb, kesên aþitîxwaz, demokrat û
peþverûyên bi nav û deng, Afqanên Muslîmîn (Birayên Misilman)
bi hevra bi navê “Ýlama Demeþq”, daxuyaniyek derxistin.
Li gor vê daxuyaniyê, hêzên hanê bona guhartina rejîma Suriyê
bi rêka aþitî û demokratî, damezrandina sîstemeka demokratik
li welat û nasandina mafên çandî, civakî û sîyasî bona gelê
Kurd bi hevra kar û xebat bikin.
Bêguman di pêkhatina “Ýlama Demeþq” da ked û renca tevgera
Kurd gelek e. Ne xelet e, ku eger bêjin “Ýlana demeþq berhema
kar û xebata tevgera Kurd e, berhema pêgirbûna wan li ser
pêvendiya hêzên demokrat û azadixwazên Kurd û Ereb e.”
Û eþkere ye, bihêztirbûn û serketina Ýlama Demeþq her usa
girêdayiya bizava netewiya Kurd e. Ango pêþketina tevgera
Kurd bandora xwe li ser Ýlama Demeþq dike. Pêþketin û serketina
Ýlana Demeþq jî, rê li ber xebata gelê me li Kurdistana Suriyê
xweþtir dike.
Li hundir û dervayê welat, hinek gurub û kes hene, ku qasê
pêwist girîngî nadine pêvendiya hêzên Kurd û Ereb û dibêjin
“bi tenê jî be, divê Kurd serkêþîya tevgera demokrasî û azadiyê
li Suriyê bike.”
Bi baweriya min, tevgera Kurd nabe ku bibe sergovend di
govenda azadî û demokrasiya Suriyê da. Ne ji ber ku þayana
vê karê pîroz nine û nikare bibe sergovend. Beravejîya vê,
bizava Kurd ji gelek hêzên Ereb rêk û pêktir û bi hêztir
e û beþekê gelek girîng e, di Ýlama Demeþqê da.
Lê belê divê ji bîra me neçe, ku xebata azadiya Kurd, di
her parçeya welatê me da, bi tenê nikare rejîmên dagirker
bigorine, bi taybetî jî tevgera netewiya Kurd li Suriyê...
Ji ber ku rewþa navçe, Suriyê û Kurdên rojava dest nade,
ku birayên me bikarin rejîma BAAS’ê bigorinin, þuna vê rejimê
rejimeka demokratîk ava bikin.
Pêgirbûn li ser pêyvendiya hezên demokrat û azadîxwazên
Kurd û Ereb baþtir û maqultir e. Ku piraniya hêzên Kurdistana
Rojava vê rê girtine ber..
Divê partî û rêxistinên parçeyên din, rêz li biryara birayên
xwe bigrin, destê xwe di kar û barên navxweyî ya vê beþê
welatê me de têvernedin, piþtgiriya tevgera Kurd bikin.
Eger em nikarin bibine piþtgir, qe nebe nebine pêþîgir..
|