Navenda Nûçeyan-Êriþên li ser derhênerê kurd ê navdar yê sînemayê Yilmaz Guney berdewam dikin. Yilmaz, ji ber ku kurd bû, þoreþger û derhênerekî navdar yê Sinemayê bû û bi wan nirxên xwe yên hêja li seranserê Tirkiyeyê û li hin welatên dinyayê baþ dihat naskirin, ketiye ber êriþên hin nivîskarên Tirk yên zikreþ.
Sernivîskarê rojnameya Hurriyetê Ertugrul Ozkok, di nivîsek xwe de êriþê ser Yilmaz Guney kiriye û di maneya heqaretkirinê de ji bo kurê Yilmaz ku navê wî jî,Yilmaz Guney e, gotiye “Wî wisa dizanibîye ku bi lêdanê peyagirî fêr kiriye” ev tê wê wateyê ku Yilmaz Guney, kesekî þerût bûye û vê yekê fêrê lawê xwe jî kiriye.
Li ser vê heqeretkirinê, jina Yilmaz Guney, Fatoþ Guney û kurê wî Yilmaz Guney, dawakirin ku daweyek 100 hezar YTL ya madî û menavî li sernivîskarê rojnameya Hurriyetê Ertuðrul Ozkok bê vekirin. Herweha þikayeta Ozkok li ber Konseya Çapemeniya Tirkiyeyê jî hat kirin.
“Nivîskarên zikreþ…”
Fatoþ Guney û kurê wê Yilmaz Guney, di vê derbarê de daxuyaniyek çapemeniyê li darxistin û êriþên Ozkok þermezar kirin. Fatoþ, dazanin ku mêrê wê ji ber bîr û ramanên xwe tê dasrezandin û weha got: “Hin nivîskarên zikreþ, Yilmaz wek îxanetkarê welat dane xuyakirin. Di ser mirina Yilmaz de 22 sal buhuriye, lê ev nivîskar hê jî zikreþiyê dikin. Ew, ji serbilindiya wî didexisin û wî tehmûl nakin.”
”Îdeayên Ozkok derew in”
Di daxuyaniyê de kurê Yilmaz, Yilmaz Guney jî diyar kir ku ew ji kirinên bavê xwe gelek serbilind e û weha got: “Dema ku bavê min ket zindanê, ez hêj 6,5 mehî bûm. Dema ku ez bûm 7 salî, min firsendek dît û ez qasê heftek li Zindana îmraliyê li ba wî mam. Nivîskarê Hurriyetê Ertugrul Ozkok, îdea dike ku dema ez li Zindana Îmraliyê li ba bavê xwe mame, wî peyagirî ango þer û þerûtî fêrê min kiriye. Qaþo dema ku ez fêr nebûme, guhên min kiþandiye û li min daye. Ew yek ji bingeha xwe derew e. Bavê min di seranserê jiyana xwe de þelmaqek piçûk jî li min neda ye. Bavê min þoreþgerek bû. Wî dixwest hemû zarok di nav xwewþî û bedewiyê de bijîn.”