Navenda Nûçeyan-Li gor ku Wezareta Tenduristiyê ya Brîtanyayê ku li seranserê welatê xwe li ser kiþandina cixareyê lêkolînek kiriye, encama vê lêkolînê dide xuyakirin ku yên herî zêde cixarê dikiþînin Kurd û Tirk in.
Li gor ku ajansên nûçeyan dane ragihandin, di encama vê lêkolînê de diyar bûye ku ji % 55 mêrên Kurd û Tirk, ji % 45 jî jinên Tirk tiryakiyên cixarê ne. Dîsa li gor vê lêkolînê li cî cîyan hêjmara mêrên Tirk yên ku cixarê dikiþînin gihîþtiyê ji % 75, ya jinan jî gihîþtiye ji % 60 î.
Saziya bi navê “No Smoking Day” da xuyakirin ku di nav cývata Kurd û Tirkan de hejmara kesên ku cixarê dikiþînin gelek zêde ye û ev yek me dixe nav fikaran.
Xizmeta þêwirmendiyê ya Kurdî
Serokê saziya “No Smoking Day” Ben Youdan, diyar dike ji bo kesên ku bixwazin dev ji cixarê bedrin, ew bê pere xizmeta þêirmendiyê didine wan. Ben Youdan; “Kiþandina cixarê, civateke nexweþ û merezî peyda dike. Ji ber vê yekê divê meriv pêþî le bigire.”
“Her sal 5 milyon kes ji kiþandina cixarê dimirin”
Rêxistina Tendurustiyê ya Cîhanî, di rapora xwe ya salane de diyakiriye ku li dinyayê miyarek û 300 milyon mirov tiryakên cigarê ne. Li gor vê raporê her sal 5 milyon mirov ji ber nexweþiyên ku ji kiþandina cixarê peyda dibin, dimrin û ji % 70-ê wan jî ji welatên ku li ber pêþketinê ne. Li gor vê raporê, ji ber kiþandina berhemên titûnê, ji her 6 saniyan carek mirovek dimire.