SAL: 6
HEJMAR: 143

6 Adar 2006

ANASAYFA
YORUMLAR
KÜLTÜR
YAZARLAR
DENG YAYINLARI
DENG DERGÝSÝ
Dema Nû Arþiv
Roja Teze Arþiv
 
 

 

Ji bersûcên Þemzînanê re cezayê giran tê xwestin

Navenda Nûçeyan-Serdozgerê Komarê yê Wanê, bi daxwaza ku bersûcên bûyerên Þemzînan bi cezayê giran yê muebetê bên cezakirin, li Dadgeha Cezayê Giran ya Wanê dawa vekir.

Serdozgerê Komarê yê Wanê, îdeanameya xwe ya di derbarê bersûcên bûyerên Þemzînanê yê berbazan Eli Kaya û Ozcan Îldenîz, îtrafkarê PKKê Veysel Ateþ de temam kir. Serdozgêr, di 3-ê Adar a 2006-an de bi daxwaza ku van bersûcan bi cezayê giran yê muebetê bên cezakirin, li Dadgeha Cezayê Giran ya Wanê dawa vekir.

Li gor ku ji medyaya tirkiyeyê hatiye ragihandin, Serdozgerê Komarê yê Wanê, di îdenameya xwe de di heqê van bersûcan de weha nivîsiye; “ji ber ku di nav çalekiyên perçekirina welat û dewletê de bûne, ji ber ku mirovan kuþtine û hewl dane ku mirovan bikujin, divê van mirovan bi cezayê muebetê yê giran bên cezakirin”

Wek tê zanîn, di 9-ê Çiriya Paþîn a 2005-an de li Þemzînanê, pirtûkxaneya Seferî Yilmaz hatibû bombekirin, piþtî vê bombekirinê çendî bûyer rûdabûn û di encama van bûyeran de mirovek hatibû kuþtin û 5 kes jî birîndar bûbûn. Li ser van bûyeran, xelqê Þemzînan, ji berbazan Eli Kaya û Ozcan Îldenîz û îtrafkarê PKKê Veysel Ateþ bi dest girtibûn û teslîmê hêzên emnî kiribûn.

 
Geri Dön Baþa Dön Yazýcýya Ver