SAL: 6
HEJMAR: 143

6 Adar 2006

ANASAYFA
YORUMLAR
KÜLTÜR
YAZARLAR
DENG YAYINLARI
DENG DERGÝSÝ
Dema Nû Arþiv
Roja Teze Arþiv
 
 

 

Heyetên PSK û PWD Serdana Qebra Mela Mistefa Barzanî Kirin

Dema Nu-Hewlêr

Ji bona 27 emîn salvegera wefata Barzaniyê nemir, di 1-ê Adara sala 2006-an da heyetên PSKê û PWDê bi hevra serdana qebrên Mela Mistefa Barzanî û Ýdrîs Barzanî kirin.

Sêx Abdula Barzanî Nunerê Serokê heremê Kurdistan Mesud Barzanî û komîteya PDKê li Barzan pêþwaziya herdu heyetan kirin.

Herdu heyet li ser qebran nêrgîzên çiyayên Kurdistanê danin û fatiha xwendin. Piþtra bi navê PSKê Mesud Tek û bi navê PWDê Ebubekir, peyameka kurt pêþkêþ kirin.

Ebubekir di peyama xwe da bi kurtî behsa rola Barzanî di xebata netewî û bandora wî da xebata Kurdistana Bakûr kir.

Heyeta PSKê ji Mesud Tek, Nureddin Agîrî, Salih Omerî, Baran Koçer, Xalid Paloyî û Cigerxwîn Colemergî, heyeta PWD jî ji Botan, Ebubekir, Serhad, Ekrem û Mahir pêkhatibû.

Peyama Mesud Tek li Ser Qebrê Mela Mistefa Barzanî;

“Serokê hêja û nemir,

Em Kurdên bakûr jî li ber te ne. Em hatine mizgîniyê bidine te, ku Serokê Iraqa federal Kurd e, yaran û hevçeperê te ye. Em mizgînî didine we, ku êdî Serokê Herêma kurdistana Baþur heye û qutabiyê te ye, di medresa we da perwerde û mezin bûye. Mujde li we be, ku herdu îdareya Kurdistanê biryar dane ku hikumeta yekgirtiya Kurdistanê pêkbînin.

Serokê berketî,

Hinek kêmasî hebin jî, demokrasî li welatê cîgîrtir, jiyana xalkê jî baþtir dibe, ku ev yeka daxwaz û armanca we bûn, we bi salan ji bona wan armancan, bê westan kar û xebat kir.

Serokê nemir,

Mixabin em nikarin mizginî bidine we, ku bakurê Kurdistanê jî rizgar bûye. Lê pistrast be, ku xebata azadiyê roj bi roj xurttir dibe, ber bi pêþ diçe.

Em li ber huzura we peymanê xwe ligel gelê Kurd, nû dikin, ku di rîya azadîya gel û welat da pêgir bin, berjewendiyên giþtî li pêþiya berjewendiya þexsî bigrin, bona yekitiya refên gel kar û xebat bikin.

Dersên, ku em ji xebat û jiyana te fêr bûne, bawerî ye, cangorî ye, pêgir bûn e. Ku ewên hanê riya me jî ronî dike.

Ruhên we þad, cîhên we behiþt be.”

 
Geri Dön Baþa Dön Yazýcýya Ver