SAL: 6
HEJMAR: 143

6 Adar 2006

ANASAYFA
YORUMLAR
KÜLTÜR
YAZARLAR
DENG YAYINLARI
DENG DERGÝSÝ
Dema Nû Arþiv
Roja Teze Arþiv
 
 

 

Tirkiyeyê destûrê da “Pasaporta Kurdistanê”

Navenda Nûçeyan-Wezareta navxweyî ya Tirkiyeyê, destûrê da pasaporta ku mohra Kurdistanê li ser e. Wezaretê da ragihandin ku di van çend rojên dawî de destûrê daye wan kesên ku ji Bexda, Hewlêr û Emanê hatine Tirkiyeyê û mohra kudistanê (Kurdistan Region ango herêma Kurdistan) li ser pasaporta wan e.

Lê Wezaretê herweha ragihand, yên ku di beþa jidayikbûnê ya pênasa wan de “Kurdistan” nivîsandî be, dê wan derîsînor bikin û paþve biþînin welatê wan.

Li gor ku ji rojnameya Zamanê hatiye ragihandin, wek tê zanîn, demek berê yên ku ji Kurdistanê bi rêka hewayî hatibûn Tirkiyeyê û ji ber ku mohra Kurdistanê li ser pasaporta wan hebû, ji aliyê rayedarên dewleta tirk ve paþve hatibûn þandin.

Berpirsên balafirxaneya Ataturk ya Stembolê radigîhînin ku wan li ser destûra Wezareta Navxweyî ku bi namedorek hatiye ragihandin; destûr ji bo wan kesên ku mohra Kurdistan li ser pasaporta wan heye, hatiye dayîn, lê yên ku bûne hemwelatiyên, welatên sêyemîn yên wek Ewrûpa û yên ku di beþa jidayikbûnê ya pênasa wan de “Kurdistan” nivîsandî be neyên qebûlkirin û bên dersînorkirin.

Herweha di namedorê de hatiye diyarkirin; ji ber ku heta niha Tirkiyeyê welateke bi navê Kurdistan nas nekiriye û qebûl nekiriye, biryareke weha hatiye wergirtin.

 
Geri Dön Baþa Dön Yazýcýya Ver