Nuneratiya Hikumeta Herêma Kurdistanê (KRG) li Bakurê Europa di bîreweriya 20 saliya kuþtina Olof Palme de, wî siyasetmedarê em ji kûratiya dilê xwe bêriya wî diken bi rêz û hurmet yad diken. Di 28-ê sibata 1986- ê de, ne bi tenê Swêd mezintirîn siyastvanê xwe yê wî demî winda kir, me kurdan jî dostekî xwe yê hêja berze kir.
Ew piþtgîriya ji bo kurdan li Swêdê hebû, bitaybetî di salên 1980 an de, ji bingehê baweriya Palme bi qebukirina kurdan weke milet u gotarên wî yên piþtgiriyê liser mafên kurdan dihat. Piþtevanî bo gelê kurd u Kurdistanê weke beþek ji xebatên wî yên navnetewî ji bo aþitî u hevkariyê, wêneyê siyaseta Palme a biwijdan u a êkane di dema deselata wî de nîþan dide.
Herwisa baweriya Palme a mokim bi xebatê jo bo demokrasiyê di rêye bizava azadiyê de ji bo kurdan paldanek xurt bû, di têkoþîna wan ya dirêj de jibona avakirina civateka demokratik, ku têde nirxên demokratîyê armanc û rastiya civatê bin.
Piþtevaniya Palme bo kurdan nayê jibîr kirin u ew dê di dilê hemu kurdan de bo heta hetayê bimîne. Li bajarê Suleymaniyê li Kurdistana Îraqê ya azad de, baxceyek bi navê Olof Palme hatiye nav kirin. Di nava parkê de statyekê Olof Palme hatiye bicî kirin weke yadgarî jibona xebat u hevkariya wî bo kurdan. Herwisa li wir li ser tabloyekî nivîsiye”azadî ji bo hemu gelan, aþitî ji bo hemu cîhanê”.
Îro em herwisa Anna Lindh û xebatên wê yên giranbiha ji bo mafên gelê kurd li bîr tînin, Xebatên wê jî gihan Kurdistana azad û li bajarê Hewlêr a paytext dibistaneka kecan bi navê wê hatiye nav kirin. Ew bi Olof Palme re nuneratya wan siyasetmadarên Swêdî yên ku di demên zehmet de piþtevaniya gelê kurd kirine dikin.
Em wan li bîr tînin, em ji bo wan xemgîn.