SAL: 6
HEJMAR: 143

6 Adar 2006

ANASAYFA
YORUMLAR
KÜLTÜR
YAZARLAR
DENG YAYINLARI
DENG DERGÝSÝ
Dema Nû Arþiv
Roja Teze Arþiv
 
 

 

Nevzat Karakeçi
nevzat21@superposta.com

“Þerê herçê, li ser heba gûzê”

Dîsa li ser serê xelqê Amedê ewreke reþ û tarî digere; wisa xuya ye ku di pêþerojê de wê ev ewr bibe teyrik û tofan, li ser Amedê bibare û carek din Gula Newrozê bi xwînê bixemilîne..!

Ji du hêlan ve bi gef û gurr haziriyên Provokasyonan tên kirin; hêlek jê, dev ji kar û þiuxlên xwe yên neteweyî berdan e û ketine pêþiya xilaskirina þêxê xwe; temamê “teqtîk û stratejî” û çalekiyên xwe li ser “azadî” ya þêxê xwe çêdikin. Newroza îsalîn, newroza serokê komela komelên kurdistanê (KKK) êlan kirin e. Yanî ya Evdilayê xwarzê Tirkan.

Van rojan, ji du hêlan ve birêvebirên “KKK”yan civînan çêdkin û daxuyaniyan belav dikin û ji bo Newrozê di nav hewldanan de ne. KKKyek jê, li çiyayê Qendîlê daxuyanî dide û dibêje; em ê roja Newrozê dest bi çalekiyan bikin û divê newroza îsalîn, bibe newroza serokê me ya azadiyê. Herweha bang li gelê kurd dikin û dibêjin; divê herkes di hendava xwe de û li bajar, navçe û gundên xwe dakevin kolanan û bi çalekiyên êriþane newroza serokê KKKê pîroz bikin û ji serok re azadî bixwazin…

KKK ya din jî, betal nasekine. Wan jî hêzdaxwe û di 26ê Sebat a 2006an de li Amedê, 23 generalên tirk di bin serokatiya Fermandarê Hêzên Leþkerî yên Erdê,Yaþar Buyukanit de civînek li darxistin. Herçiqas derbarê babeta wê civînê de wan bixwe tiþtek eþkere nekirine jî, lê ji aliyê hin çavkaniyan ve hat belavkirin ku babeta civîna wan, bitaybet li ser Newrozê û bigiþtî jî li ser çalekiyên KKKya din bûye. Wisa xuyaye ku di pêþerojê de wê carek din û ji dualiyan ve agir berê Kurdistanê bidin. Divê xelqê kurd hiþyarbe û pêþî li Provokasyonên KKKyan bigre.

“Þerê herçê, li ser heba gûzê” ye.

Hêlek jê dibêje; em ê niza bi çi û çe awahî, serokê koma niza çi û çe! Ji destê mala xalê wî xilas bikin. Hêla din jî dibêje; ev camêr xwarziyê me ye û me wî bizor û dubelan kiriye mêhvan, çênabe ku em wî bidin we. Hê demek jî lazmatiya me bi teqtîk û þêwirmendiya xwarziyê me heye. Mala we ne ava be! Ma me çend salan vî xwarziyê xwe yê eqilmend û dûrbîn teslîmê we nekir? Lê hun nankor û korefam bûn û we qimet û rûmetê neda xwarziyê me. Ji destê we derket, hê teze hun bimeznahiya wî hesiyan. Ewqas sal li ser serê we bûn û serê her roj, hergav û her sietî eqil didan we, teqtikan rayê we didan, ji we re çozumlemeyan dikirin, çêrê we dikirin, we bi hevdu didan kuþtin… lê we tucar jî, wî fêm nekir!

Çê nabe mirûdno çênabe, çênabe em carek din xwarziyê xwe ji dest birevîn in; vê yekê baþ bizanibin ku em ji we pirtir qimeta xwarziyê xwe zanin. Lewra Rojhilata Navîn bûye gola xunê, destê kê di bêrika kê de ye ne diyar e, Îngilîz, Emerîqî û niza kî û kî hatine di vê herêmê de biwar bûne, hun jî baþ dizanin ku ciheke Îngilîz û Emerîqî li wir bin, ewleyiya canê mirovan tunê. Îcar miroveke wek xwarziyê me ku li dijî Îngilîz û Emerîqiyan jî serî bilind kiribû, çênabe ku yek sietek jî li wir bimîne. Ma ji ber vê yekê nebû ku me wî ji wir da derxistin û anî li grav a îmraliyê bi war kir. Mirûdno, nankorî nekin! Me tucar jî, xwarziyê xwe ji kar û þuxlên wî yên birûmet dûr nexistiye; roja ku hatiye mêhvaniya me û heta îro, me qet pêvendiyê we û þêxê we qut nekiriye. Lê car caran keþt (vapor)a me erze daye, ew jî ne di destê me de bûye… Kes bi vê yekê nizanibe jî, hun baþ dizanin; wisa lê hat ku me qasidê wî bi bafirokê, þand Qendîlê! Îcar hun çi dixwaziz?

Ez wisa yeqîn dikim ku di 26ê Sebatê de start a Provokasyonan, li Amedê hat dayîn. Wek hun jî dizanin, di 26ê Sebatê de li Amedê, di navbera Diyarbekîrspor û Konyasporê de leyîstîka fitbolê hat leyistin û gelek bûyerên nebaþ derketin û di van bûyeran de polêsan êriþê xelqê kirin û bi dehan mirov hatin birîdarkirin û ji sedî zedetir mirov hatin binçavkirin. Ji van mirovan 5 kes, ji aliyê dadgehê ve hatin zindankirn. Herweha di heman rojê de di dema definkirina cenazeyê gêrilayek de jî, polês êriþê xelqê kir û di encama vê êriþê de gelek kes birîndar bûn û ji 50 kesî zêdetir mirov hatin binçavkirin.

Ez dixwazim hin tiþtên ku di wê rojê de rûdabûn binivîsînim û biryarê jî hêviya we bihêlim. Yek jê; Serokê Þarederiya Amedê, di 22ê sebatê de bi daxuyaniyek bang li xelqê kir ku herkes biçe û temaþeyê leyistika Diyarbekîrspor û Konyasporê bike. Ya duduyan, di beþa leyistikê ya duduyan de (deqe ya 65an pêve) polês ji nav temaþevanan dadikevin xwarê (hê tiþtek neqewimiye). Ya sê, di deqeya 75an de çend polês deriyên stadê vedikin û ew mirovên ku li devre mane, di carek de digrin hundir. Yek jê jî, di heman rôjê û di heman sietan de 23 generalên tirk di bin serokatiya Yaþar Buyukanit de civînek çêdikin… Kerembikin!!!

***

Min jibîrkir mizgîniyek bidim we! Sucdarê bûyerên ku li Þemzînan qewimîbûn, hat dîtin; Serokê Kurdistana Federe Mesûd Barzanî ye! Ji aliyê rayedarên dewleta tirk ve hat îdeakirin ku li Þemzînan ew erebeya ku li ser sûc hat girtin û tê de hin madeyên teqînê, çekên dewletê û malûmatên din hatibûn dîtin, xwedênegirvî li ser navê yek ji wan parêzvanê Mesûd Barzanî yê bi navê Cûma Bîrcan e. Li gor van rayedarên dûrbîn! Cûma Bîrcan, niha jî li Baþûrê Kurdistanê ye. Kerembikin, mexseda van camêrên dûrbîn jî, hûn þîrove bikin!

 
Geri Dön Baþa Dön Yazýcýya Ver