SAL: 6
HEJMAR: 143

6 Adar 2006

ANASAYFA
YORUMLAR
KÜLTÜR
YAZARLAR
DENG YAYINLARI
DENG DERGÝSÝ
Dema Nû Arþiv
Roja Teze Arþiv
 
 

 

Newroz Bawer

Sirenc bidin !..
Bala Xwe bidin!..

Di evan çend mehên derbaz bûyî da gelek bûyerên gav li duv gavê, xwe êxiste nava rojeva cîhanê. Yêk ji ewan girîhiþkên heyî bê guman Îran e. Ew dewlete û rê û armanca ku rêveberîya axundên kevneperest û der û dorên wana li Rojhelata Navîn da dayîne pêþiya xwe meselê aloztir dike û ji ber safîkirina evê alozîyê hêzên navnetewî û dewletên hevpêyman ev xale danîne rojêvê .

Bi gotineke dinê piþtî pêlên ku der û qelayên Talibana li Afxanîstanê hilweþand û Seddam û saltenata wî herifandin û desthelatdarîya demokratîk û pir dengî ava kirin, dor hate evê ku deftera Îranê vekin û hesaba xwe li gel safî bikin. Belê vêca behsê xeberî ev defter kengî wê bê girtin û hesaba wê çiqas baha dibe, niha ne diyar e.Ya ku diyar e þerê di navbera nûsazîyê û kevneperstîyê da berdewam e. Hêzên ku sitatukocî ne xwe di sengerên xwe da bi qahîmî ragirtine û di her keysekê da xelkê belangaz û nezan dixapînin, ji bo hukumranî ya xwe þerên giran didene pêþiya xwe.

Terefê nûsazî û xwe ji nûvê kemilandina deverê jî, bi gotineke dinê pêlên gilobalîzmê roj bi rojê xwe bi tundî û þêlgîrane di ser deverê da dadigire û qela û sengerên wana bi serê wana da diherifine. Der û dorên wana li wana bertesk dike.

Ev guhartinên, ku di deverê da pêkhatine û berdewam in, bê guman xêra here mezin digihîne me Kurda. Ji ber ku desthelatdarîya sê netewên mezin û misilmanên deverê (Fars, Ereb, û Tirk) li hemberî bagera guhartinên deverê da çeperên xwe kirine yêk û bi hevra bûne dost û bira.

Derdê wana yê here mezin eve ye ku selteneta wana berdewam be, dewleta Kurda çênebe. Çareserîya kêþa Kurd û bi destê xwe girtina çarenivîsa xwe ji bo Kurda guneheke mezin dizanin û bi her bihayekê li hemberî her bizavek demokratîk û nûxwazîyê da vetoya xwe diden.

Ew bizavên wana yên gurc û gol nikare rewta pêvajoya pêlên guhartinên deverê veguhuze devereke dinê. Her çiqas hindek nezan, hindek wesîlan didene destê wana û ew jî ji bo siyaseta xwe ya gemar bi kar tînin û xelkê dixapînin, wekû karîkatorê li ser pêxemberê îslamê hatî çêkirin. Lê belê ewan bixwazin û nexwazin, ewana pê xweþ be û yan jî pê nexweþ be, wê piroja mezine devera navrast gav bi gav cihûwar bibe.

Eve jî tê ser evê rastîyê, dewra wana tejî bûye û dibê text û tacên wana li wana bê sitandin. Sîstema rizî û destpotîya wana hilweþînin û li cihê wê sistemeke demokratîk û pirrengî bê damezrandin. Wekû li Bexda û Kabîlê çêbûne.

Di vê derê da kar û tekoþîna me Kurd gelek girîng e.Her wekû me li baþûrê da dît û em di nava ewan bûyerên ku rûdanî da jîyan, yêkitîya hêzên Kurdistanî çende xalake serekî û remzê her destkevt û serkevtinekê ne.

Niha rewþa Rojhelatê cihê sirenc û baldanê ye. HDK -Îranê eve serê 60 salayê ku pêþrevîya xebata azadîxwazîya gelê me dike li Rojhelatê. Di evê berxwedanê da bi hizaran kadir û pêþmergên tekoþer û bi hizaran xelkê bê difa hatine þehîd kirin. Di þêst salîya salvegera Komara Mahabatê da xebatkarên rêbaza Qazî Muhemed sengerên xwe berfirehtir dikin û xwe hazirî rojên mezin û þerên giran dikin.

Tifaqên xwe ava kirin.. Kongira Netewên Îrana Federal ava kirin, di Kurdistanê da bereyê navxweyî yê rêzên netewî ava kirin. Her wusa bi gotina birêz Hesen Þerefî Cihgîrê Sekreterê Giþtî yê HDK-Îran ê pêvendîyên xwe tev hêzên hevpêyman germ kirine. Bi dilgermî gelê me li Rojhelatê hazir û amade ye û li benda hilkevtina delîvên li bar û kar in.

Loma her di evan çend heyvên bihorî da li Rojhelata Kurdistanê, xebat geþtir dibe û çend TV-Kurdî dest bi weþana xwe kirin. Ev kar pir giring e û mizgînîya nêzik bûna serkevtinê dide me.

TV-Kurdî ya Rojhelata Kurdistanê û TISHK dest bi weþanên xwe kirin. Ji bo agadariya we xwendevanên hêja ra ezê pêlên weþana wan TV -Kurdî li jêr binivîsim.

TISHK-TV

Satallait: Hotbird-4, Frequency: 12692 MHz

Polarization: Horizontal, Symbol Rate: 27500

TV-Rojhelat 12207 H 27 500

TV-KOMELA jî wê dest bi wesana xwe biketin.

Bi evê hêvîyê ku em Kurdên bakurê jî xwe hazir û amade bikin, di mala xwe da tifaqa xwe pêkbînin û bi þêlgîrane kar û tekoþîna xwe pêþda bibin.

Gelek mixabinî rewþa heyî wusa dide xuya kirinê ku em Bakûrî, parçê her mezinê Kurdistanê wê demek dirêj li cihê xwe da pêgermokê biken.

Lê guman tê da nîne ku em li gelê xwe û xebata xwe û bi hêza navxweyi ya hevgirtî bawer in.

Em bi pêþerojê pir bawer in.

 
Geri Dön Baþa Dön Yazýcýya Ver