SAL: 6
HEJMAR: 143

6 Adar 2006

ANASAYFA
YORUMLAR
KÜLTÜR
YAZARLAR
DENG YAYINLARI
DENG DERGÝSÝ
Dema Nû Arþiv
Roja Teze Arþiv
 
 

 

Li gundê Midyadê 38 kes hatine kuþtin

Navenda Nûçeyan-Li gundê Mizîzexa, -ku girêdayê navçeya Midyadê ya bajarê Mêrdînê ye- du kal û pîr bi awayekî hovane hatine kuþtin. Li vî gundî, ji salê 1992-an heta niha 38 kes ku qisasê wan ne diyar e hatine kuþtin.

Li gor ku ji vê herêmê hatiye ragihandin, ev herdu kesên ku hatine kuþtin ji malbata yek ji wan karmendê Roj Tv ya Medenî Ferho ne. Komeleya Mafên Mirova ya tayê Mêrdînê, li ser vê bûyerê lêkolînek dest pê kir.

Li gor hatiye ragihandin, li gundê Mizîzexa Ferho Akgul û jina wî Fatma Akgul kut emenê wan 80 salî ne, li mala xwe bi kêran û biþêweyeke hovane hatine kuþtin. Cenazê wan ji aliyê þivanê gund ve hatiye dîtin û li ser vê yekê jendirme û dozdarê navçeya Midyadê, di derheqê vê kuþtinê de lêpirsînek destpêkirine.

Birayê Ferho Akgul yê bi navê Îsmet Akgul di derbarê vê kuþtinê de weha ragihand; “Bi qasê ku xuya dike, hinekan ketine nav malê, wan kuþtine û paþê kelûpelên wan tevlihev kirine. Birayê min Ferho fetisandine, bûka min Fatma jî bi derban kuþtine. Neyartiya me û tu kesê tune ye.” Ji salê 1992an û heta niha 38 kes, ji gundê Mizîzexa hatine kuþtin ku qesasên wan hê ne diyar in.

Li ser vê bûyerê Komeleya mafên Mirovan ya tayê Mêrdînê, çûne vî gundî û derbarê vê kuþtina hovane de lêkolînek kirine.

 
Geri Dön Baþa Dön Yazýcýya Ver