Navenda Nûçeyan-Li Amedê, ji wan 56 kesên ku ji ber bûyerên cenazên gêrîla hatibûn binçavkirin, ji wan 39 kes hatin girtin û zindankirin. 15 kes jî hatin azadkirin. Ji bo 39 kesên girtî 5 sal cezayê zindanê tê xwestin.
Demekî berê li navçeya Kerboranê ya bajarê Mêrdînê, di emelyeteke eskerî de 7 gêrîla ji aliyê eskerên tirk ve hatibûn kuþtin û di 26ê Sebat a 2006-an de cenazê yek ji wan gêrîlayên ku hatibûn kuþtin ya Engin Ekincî anîn Amedê.
Li ser vê yekê di navbera xelqê Amedê û polêsan de þer û pevçûn çêbûbû, di encama van bûyeran de 56 kes ji xelqê girtibûn binçav û bi sedan kes jî birîndar bûbûn.
Ew 56 kesên ku hatibûn binçavkirin, ev roj(01 03 2006) lêpirsîna wan li ber Dozdarê Komamrê kuta bû. Ji wan 39 kes, bi îdeaya ku propaganda rêxistinê kirine, ji ber ku êriþê polêsên dewletê kirinê û zerarê dane malê dewletê hatin girtin. Meqama îdeayan, ji bo van 39 kesên girtî 5 sal cezayê zindanê dixwaze.