Navenda Nûçeyan-Leyîstikvanên Þanoya(tiyatro) Þaredariya Mezin ya Amedê, piþtî leyîstikên þano ya kurdî yên wek “Hewarî” û “Cembelî û Binevþ”, nuha jî leyîstika þano ya bi navê “Mala Dînan” ku ji aliyê M. Emîn Yalçinkaya ve hatiye nivîsandin û derhêneriya wî Mehmed Gunduz dike, wê raxin pêþçavên temaþevan.
Leyîstikvanên Þanoya(tiyatro) Þaredariya Mezin ya Amedê, ev sê sal e ku serê her salê leyîstikeke þano ya kurdî dileyîzin, îsal jî wê leyîstika þano ya bi navê “Mala Dinan” raxin pêþçavên temaþevanan.
Derhênerê vê leyîstika þanoyê Mehmed Gunduz diyar dike ku Promiyeriya vê leyîstikê wê, di 11-12ê Adar a 2006 an de çêbibê û leyîstikê raxin pêþçavên temaþevanan. Mehmed diyar kir ku dema proveya leyîstikê gelek hêsan derbas bûye û ji hêjahiya leyîstikvanan gelek memnûm maye.
Mehmed li ser pêvajoya vê lêyistika þano weha got; “ Sedemê derengmayîna leyîstika þano ya kurdî; ji ber ku me berhemeke þano ya kurdî dereng bi dest xist e. Ji bajarên vê herêma me eleqedariyek û daxwazeke mezin ji bo vê leyistikê heye. Em jî ji bo vê yekê hewldidin ku daxwaza xelqê bi cîh bînin.
Babeta vê leyîstikê, li ser jiyana 6 mirovên ku ji ber sedemên curbecur dîn bûn e û her yek ji wan bi nêrînên cuda li jiyanê mêze dikin e.