Heyetek ji kurdên Kazaxistanê, di 3ê Adar a 2006an de li Parlamentoya Kurdistana Federe, serdana serokê parlamentoyê Ednan Miftî kir. Heyeta kurdên Kazaxistanê ji Prof. Dr. Nadir Nadirov ê pisporê petrolê û xelatgir, herwiha yarîdederê Cîgirê Serokkomarê Kazaxistanê, Dr. Helîme Umo doktora petrolê, berpirsa beþê kultura kurdî li muzexaneya Kazaxistanê, Dr. Reþîd Sado Nadirov berpirsê dermansazên Kazaxistanê û Ebdulxaliq Barî Îsayov Dadwerê giþtî ê yekê ê Alma Atayê pêkhatibû. Ednan Miftî bixêrhatineke germ, pêþwazî li heyeta kurdên Kazaxistanê kir û karûbarên kurdên Kazaxistanê bilind nirxand.
Di civînê de rewþa Kurdistana azad û rola kurdan di avakirina Iraqê de hat axaftin. Li ser navê heyetê, Prof. Nadir Nadirov silavên hukumeta Kazaxistanê û daxawaza avakirina pêwendiyên rasterast û alîkariya Kazaxistanê ji bo Kurdistanê ragihand. Wî her weha got ku hukumeta Kazaxistanê dixwaze xeteka riya asmanî ya rasterast, li navbera Kazaxistanê û Kurdistanê vebe.
Nadirov da zanîn ku hem wek hukumeta Kazaxistanê hem jî wek kurdên Kazaxistanê, ew amade ne ku tecrubeyên xwe yên di warê derxistin û berhemhênana petrolê de bixin bin xizmeta Kurdistanê. Di vî warî de biryar ew e ku peymanên karkirina bi hev re di navbera unîversîteyên Kurdistan û Kazaxistanê de bên bestin.
Heyeta kurdên Kazaxistanê, wê serdanên xwe yên li Kurdistanê berdewam bike.
(Netkurd)