Navenda Nûçeyan-Li navenda KURD-KAVê Semînereke bi navê “Globalîzebûn û Kurd” ji aliyê Serokê Partiya Karkeran ya Tirkiyeyê (TÝP) yê kevn M. Elî Aslan ve hat pêþkêþkirin. Semîner, di 25ê Sebat a 2006an de li navenda Wexfê, bi beþdarbûna hejmarek mezin endamên wexfê, siyasetmedar û rewþembîrên kurd, pêkhat.
Ev semîner, ji aliyê Fehîm Iþik, Sekreterê KURD-KAVê ve hat birêvebirin û semîner ji du beþan pêk hat; Di beþa yekem de Mehmemd Alî Aslan, bîr û baweriyên xwe yên li ser globalîzebûnê pêþkêþkir. Di beþa duyem de jî, beþdaran li ser babetê, bi kurtî fikrên xwe diyar kirin û pirs ji Aslan kirin.
M. Elî Aslan diyar kir ku globalîzebûn, encama pêþveçûn û guherandinên teknîkî û civakî ne. Ne mimkin e ku meriv rê li ber wê bigire; ji bo gelan û çînên civakî, encamên baþ û xerab yên globalîzebûnê derdikevin. Aslan herweha diyarkir ku firehbûn û kûrbûna cudatiya nevbera dewlemend û belengaziyê jî, yek ji wan encamên globalîzebûnê ne. Lê teknîka pêþveçûyî û jiyana civakî ya encama globalîzebûnê, gelek îmkanên mezin li ber têkoþîn, û pêþveçûna gel û civakan vekiriye. Aslan diyar kir ku divê gel û çînên civakî ji bo karibin ji îmkanên globalîzebûnê îstîfade bikin, xwe rêk bixin û encamên zirarder yên globalizmê li ser xwe kêm bikin.
Aslan bal kiþand ser cývata kurd û weha got; “em dikarin bibêjin, evro li welatên Rojava, tesîra þexsan (rêber) hema hema qet nemaye. Divê li welatên Rojhilat jî nemîne, bitaybet ev yek, di nav kurdan de hê bihêz e û pêþî li pêþveçûnê digre. Ji ber vê yekê divê kurd jî, bi nêrîneke berfireh li meseleyan binêrin.”
Aslan, di derbarê netew û dewletbûnê de bal kiþand ser rewþa gelê kurd û weha got; “netew û dewletbûn, bû destpêka trajediya gelê kurd. Ji ber ku Gelê Kurd nikaribûn dewleta xwe ava bikin, ketin ber êriþên dagirkerên welatên xwe. Helandin, tinekirin û neqebûlkirina hebûna wan bûye trajediya Gelê Kurd.”
Di encama semînerê de beþdaran li ser babetê, bi kurtî fikrên xwe diyar kirin û Aslan bersiva pirsên beþdaran da.