Navenda Nûçeyan-Navenda Komeleya Mafên Mirovan rapora xwe ya 2005-an eþkere kir. Li gor vê raporê di sala 2005-an de jî li Tirkiyeyê, îhlalkirina mafên mirovan yên wek êþkence, tahda, êriþ, wendakirin, zîndankirin, binçavkirin û kuþtinên qisasnediyar çêbûne.
Navenda Komeleya Mafên Mirovan rapora xwe ya 2005-an, di 28ê Sebat a 2006an de li Navenda Komeleyê ya Enqerê eþkere kir. Raporê, li ser navê Komeleyê Serokê Komeleyê Yusuf Alaþ xwend.
Li gor vê raporê; 825 bûyer li ser êþkencê û kiryarên xirab pêk hatinê. Ji 52 dawayan ji % 15 hatine girtin, nijadperestî hatiye kiþkiþkirin, dewleya kûr careke din li meydanan bû, tu pêngavên li ser çareserkirina pirsa kurdî nehat avêtin, dewletê, yasaya koçeriyê ji bo ji cezayên pere yên ku Dadgeha Ewrûpayê dide Tirkiyeyê xilas bibe, derxistiye, tu mafên rêxistinî û îfadekirinê nehatiye çareserkirin.
Komeleya Mafên Mirovan di vê rapora xwe de diyardike ku di sala 2005-an de, di warê pekanîna demokrasî û mafên mirovan de tu pêþkeftinek çênebûye û em dikarin bibêjin wext wext paþve çûye û ev sal, ji aliyê maf û azadiyan ve wek saleke wendabûyî hat nirxandin.
Komeleyê, ligel hejamara îhlalkirina mafên mirovan, rapora îhlalkirina mafên mirovan ya 5 salên bûhirî jî belav kir.
”Pirsgirêka herî girîng ya Tirkiyeyê êþkence ye”
Komeleyê eþkere kir ku êþkence li gor sala berê kêm bûye, lê hê jî berdewam e û weha dom kir; “êþkencekirin, yek ji wan pirsgirêka herî girîng ya Tirkiyeyê ye ku hêj dom dike. Êþkencekirin, bi aweyekî sîstematîk ku li gor wextê, cîh, kesayetan nayê guhartin dom dike û ji bo ku mirovan bitirsînin, çavtirs bikin û wek hacetek cezakirinê tê bikaranîn.”
li gor vê raporê, di sala 2005-an de kesên ku êþkencê li wan hatiye kirin, hejmara wan 825 e
Komele, diyar dike ku êriþ û tinekirina li dijî gelê kurd, bi þêweyekî sîstematîk dom dike û ji bo çareserkirina pirsa kurdî tu pêngav nehatine avêtin. Herweha hat eþkerekirin ku Serokwezîrê Tirkiyeyê Rercep Tayîp Erdogan, gotinên ku ji bo çareserkirina pirsa kurdî kiribû, pêdiviyên peyvên xwe bi cî nehanî ye.