SAL: 6
HEJMAR: 143

6 Adar 2006

ANASAYFA
YORUMLAR
KÜLTÜR
YAZARLAR
DENG YAYINLARI
DENG DERGÝSÝ
Dema Nû Arþiv
Roja Teze Arþiv
 
 

 

Li Îranê çar kes hatin dardekirin

Li Îranê, di 2yê Adar a 2006an de bi biryara du dadgehên cuda, çar kes ji ber sedemên siyasî hatin bidardekirin. Yên ku hatine dardekirin, dudu ji wan kurd in. Cîhangîr Barûzade û Mistefa Resûl yên kurd ji ber ku di xwepêþandanên havîna par yên Mehabadê de beþdar bûbûn, hatin îdam kirin. Rejim wan bi casûsîyê tuhmetbar kiribû.

Li ser vê yekê, Gulçîn ya 16 salî ya keça Cîhangîr Barûzade hewl da ku dawî li jiyana xwe bîne û du kurên Barûzade jî, yên bi navê Rizgar û Hejar bê serûþûn bûne

Du kesên din yên bi navê Alî Ahrawî û Mehdî Newasrî ku îro hatin dardekirin, bi tuhmeta ku 6 meh berê li bajarê Ahwazê bombe teqandibûn hatin dardekirin. Her di eynî demê de 4 kesên din jî, bi tawanbariyên di vê derbarê de, bi cezayên 2 heta 20 salan hatin zindankirin

Divê kurd li her derê dinyayê tofanan li serê Îranê rakin

Bidardekirina her kurdekê bidardekirina hemî kudan e, Cîhangîr Barûzade û Mistefa Resûl ji ber ku tevli xwepêþandanên ku havîna çûyî li Mehabadê pêkhatîbûn, di 2-ê Adar a 2006-an de li gel du hemwelatiyên din yên Îranê hatin bidardekirin. Sê zarokên Barûzade, ji ber vê tofana ku li serê wan hatiye ketine aloziyê serwendabûnê.

Gulçîn, Rizgar û Hejar, hersê zarokên Barûzade ne; ev navên weha pênas û dirûvên zarokên her kurdekî ne! Bavê wan zarokan ligel kurdekê din, hatin bidardekirin. Dinya li serê wan xirabû! Ev rejîma xwînrêj her gav hazir e ku dinyayê li serê hemî kurdan xira bike! Qadî Mihemed, Qasimlo, Þerefkendî! Ew serê miletê kurd bûn, wê zihniyeta xwînxwar þûr avêt wan seriyan û qetand!

Îro jî, ev rejîma xwînrêj û terorîst, bi siha sêdaran hukumraniya xwe li ser rojhilatê Kurdistanê dimeþîne...

Divê em jibîr nekin ku bidardekirina her kurdek ya ku ji aliyê rejîmên xwînrêj û dagirker ve pêk tê, bidardekirina hemî kurdan e! Lewra divê kurd li hemî cihên dinyayê tofanan li serê vê rejîma qirêj û xwînrêj ya Îranê rakin!... Û divê kurd nebin qatilên zarokên xwe; Gulçînan, Hejar û Rizgaran di bêdengiya xwe de nexeniqînin!

Ev rejîma gemar, ji recimkirina jinan, destkariya karên terorîstî û heta pêkanîna muþekên nukleer di hemî asteyan de, hemî pêgirin mafên mirovan binpê dike; nemaze terora ku bi dehan sal e li ser gelê rojhelatê Kurdistanê pêktîne. Ev rejîma xwînrêj di hemam demê de, li ser hemî mafên fikr û azadiya mirovan û aþtiya navneteweyî jî, tehdîdeka mezin e û zindana heft miletan e; kurd, azerî, ereb, belucî, ecem û faris...

Ji ber vê çendê jî, divê kurd hemî îmkan û platformên neteweyî û navneteweyî yên meþrû bi karbînin û wisa bikin ku di serî de Yekîtiya Neteweyan, Konseya Ewlekariyê, Yekîtiya Ewropayê û Emerîka tedbîrên ciddî pêþber vê rejîmê bigirin, daku zextên wê yên dagirkeriyê li ser rojhelatê Kurdistanê û hemî miletên din yên Îranê rabe û sêdarên wê jî, li gel wê gorbegor bibin!

(Netkurd-Nefel)

 
Geri Dön Baþa Dön Yazýcýya Ver