SAL: 6
HEJMAR: 143

6 Adar 2006

ANASAYFA
YORUMLAR
KÜLTÜR
YAZARLAR
DENG YAYINLARI
DENG DERGÝSÝ
Dema Nû Arþiv
Roja Teze Arþiv
 
 

 

8-ê Adarê roja jinên kedkar…

Navenda Nûçeyan-8-ê Adarê roja jinên kedkar yên dinyayê wek ku li her derê dinyayê tê pîrozkirin, li Tirkiyeyê û bi taybet jî li Bakûrê Kurdistanê jî tê pîrozkirin. Ji partiyên kurdan HAK-PAR û DTP jî wê vê rojê pîroz bikin.

8-ê Adarê roja jinên kedkar yên dinyayê, ji destpêka meha adarê û vir ve li Bakûrê Kurdistanê ji aliyê jinên kurd ve jî tê pîrozkirin. Jinen kurd, li bajar û bajarokên wek Amedê, Wanê, Mêrdînê, Colemêrgê, Agiriyê, Ruhayê, Semsûrê, Batmanê(Êhlê) û li gelek cîh û deverên din bi çalakiyên cûrbecûr pîroz dikin.

Jinên kurd, li Amedê jî bi navê Platporma Jinên Amedê, hin çalakiyên wek semîner, meþ, konferans, leyîstikên þano û sînemayê pêk tînin. Ev Platporma jinan, herweha wê roja 8-ê Adarê li meydana îstasiyona Amedê, mîtîngek girseyî pêk bînin. Di vê mitîngê de wê hin jin li ser girîngiya 8-ê adarê bipeyîvin. Hozan û hunermendên wek Þêhrîbana Kurdî, wê beþdarê vê mitîngê bibin û bi stran û hunerên xwe dilên beþdaran geþ bikin.

Jin li dijî hemû þêweyê tundiyê derdikevin

Platporma Jinên Amedê, li ser vê mitîngê û 8-ê adarê daxuyeniyek belavkirine. Platform di vê daxuyaniya xwe de weha dibêje; “em jî her sal 8-ê bi çalekiyan pîroz dikin. Ji vê yekê armanca me ev e ku jin, ji her aliyê jiyanê ve ji paþvemayinê xilas bibin. Li dijî tevkuþtinan jina, þer, tecawiz, destlêdan, þîdeta li nav malê, cînayetên toreyê, teþhîrkirina laþê jinan di medyayê de derkevin û jin ji her alî ve bên þiyarkirin.”

 
Geri Dön Baþa Dön Yazýcýya Ver