Deh sal berê di zindana Dîyarbekrê ya Tîpa E da esker, polêz û gardîyanan ajotibûn ser girtîyan, bi çoyên hesinî, bi dar û zincîran li wan dabûn, 10 kes kuþtibûn, 24 kes jî birîndar kiribûn.
Bona vê yekê di derheqê 72 kesan li Dîyarbekrê, di Dagheha Curmê Giran da dave vebibû. 29 esker û zabit, 36 polês, 4 gardîyan, 2 midûrê zindanê û yek jî toxtorê zindanê… Lê ji curmkaran kes nehate girtin. Dawe jî dirêj bû. Di van deh salan da 30 carî heyeta hakiman hat guhartin.
Li dawîya dawî, roja 27’ê Sibata 2006, dawe gihîþte dawîyê û mehkemê biryara xwe da. Çend kesê wan beraat kirin, çend kesan jî heya 5 salan ceza danê; lê ew jî hemû ketin ber efûyan. Ango qet yek ji wan kesan rojekî ceza ne dît û nabîne.
Ji ber ku yên kuþtî û birandarkirî Kurd bûn û jîyana wan ji bo dewlet û edaleta Tirk tu qîmeta xwe tune.
Ev e edaleta vê dewletê, yan jî “edaleta Tirk.” Ev edalet zulm û tedaya merivên xwe, qetilkarîya wan ceza nake. Ev “edalet” tenê kurdan, bindestan, rebenan ceza dike. Ew parçeyek e ji vê sazûmana zulm û zordestîyê.
Em Kurd vê cure “edaletê” baþ dinasin. Bila ew jî ji Yekitîya Ewrûpê ra pîroz be!
(Kurdista nu)