SAL: 6
HEJMAR: 143

6 Adar 2006

ANASAYFA
YORUMLAR
KÜLTÜR
YAZARLAR
DENG YAYINLARI
DENG DERGÝSÝ
Dema Nû Arþiv
Roja Teze Arþiv
 
 

 

Daweya pêkerê “Uður Kaymaz” dom kir

Navenda Nûçeyan-Serokê Þaredariya Sûrê ya Amedê Abdullah Demirbaþ, ji ber pêkerê “Uður Kaymaz” tê darezandin. Dadgeh, li ser qanûna TCK- 5237ê û madeya 257/1 emîn, ji Demîrbaþ re 3 sal cezayê zindankirinê dixwaze.

Serokê Þaredariya Sûrê ya Amedê Abdullah Demirbaþ, ji ber ku pêkerê Uður Kaymaz ku li navçeya Qoserê ya Mêrdînê, ji aliyê hêzên ewlekarî yên dewletê ve hatibû kuþtin, çêkiriye dawe lê hat vekirin û tê darezandin. Lê dadgeh, ji ber ku ji wezareta Karûbarê hundir destûr nehatiye wergirtin, darezandina vê daweyê destpênekir.

Li gor ku ji þaredariyê hatiye ragihandin, ev roj ( 01 03 2006) Serokê Þaredariya Sûrê ya Amedê Abdullah Demirbaþ, di Dadgeha Cezayê Esliye ya 6 emin ya Amedê hat dadgehkirin. Serokê Þaredariya Sûrê ya Amedê Abdullah Demirbaþ û parêzera wî Fehmîle Daniþ beþdarê vê darezandinê bûn.

Di dadgehê de parêzer Fehmîle Daniþ, da zanîn ku ji bo ku muvekilê wî Abdullah Demirbaþ bê darezandin, divê destûra lêpirsînê ji Wezareta Karûbarê Hundir bê wergirtin, Daniþ, diyar kir ku di vê derbarê de wek nimûne biryarên Dadgeha Bilind hene.

Di vê derbarê de dozdarê dadgehê, bersûc Abdullah Demirbaþ, bi îdea ya ji ber ku wezîfeya xwe bi þêweyekî xirab bikaraniye, destûra lêpirsîna wî, ji aliyê Parêzgariya Amedê ve hatiye dayîn. Dozdar, daxwaza Fehmîle Daniþ parêzera Demîrbaþ, girt berçav û ji dadgehê daxwaza; þandina dosyayê ji bo Serdozdarê Komarê yê Amedê kir daku ji bo lêpirsîn û darezandinê, ji Wezareta Karûbarê Hundir destûr bê wergirtin.

Dadgehê, ji ber van sedeman vê daweyê taloqê rojên paþ kir.

 
Geri Dön Baþa Dön Yazýcýya Ver