SAL: 6
HEJMAR: 143

6 Adar 2006

ANASAYFA
YORUMLAR
KÜLTÜR
YAZARLAR
DENG YAYINLARI
DENG DERGÝSÝ
Dema Nû Arþiv
Roja Teze Arþiv
 
 

 

Berhem Salih;
“Hevpeymana Kurdistan rêyên çareseriyê dizane”

Wezîrê Plandanîn û Endamê Lîsta Hevpeymaniya Kurdistan Dr. Berhem Salih di daxuyaniyek xwe de da zanîn ku Lîsta hevpeymana Kurdistan di derbarî demezirandina hukûmeta nû de, xwedî plan û proje ye û ger ku derfet çêbibin di derbarî damezirandina hukûmetê de dikare aliyên dijberî hev in nêzîkî hev bike.

Berhem Salih diyar kir ku ji xwe Serokkomar Birêz Mam Celal Talabanî û Serokê Herêm Birêz Kek Mesûd Barzanî dixebitin ku aliyên siyasî yên Iraq ji bo damezirandina hukûmeta nû bi awayekî aþtiyane nêzîkî hev bikin.

Dr. Salih balê kiþand ser hengameya di navbera Þîa û Sunnî'yan a ku piþtî Gorgeha Samara hat bombekirin û got: "Van bûyeran pêwistiya di hukûmeta nû de hewandina hemû aliyên siyasî yên Iraq nîþanî me dide."

Dr. Salih di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku her çiqas pêwîs be hukûmeta nû hemû aliyên siyasî yên Iraq hembêz bike jî ev têr nake û got: "Lê hind aliyên siyasî gotin û kirinên wan ne wekhev in û em bi hêvîne ev aliyên siyasî realîteya Iraq bibînin û ji bo çareserkirina pirsgirêkên Iraq hewl bidin."

(Pukmedia)

 
Geri Dön Baþa Dön Yazýcýya Ver